Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Nameyên du pismaman û Semaya Efrînê

 


Çîrokek dirêj

Dr. Ebdilmecîd Şêxo

Erê pismamo, ez niha di vê  germa havînê de li ber destê êvarê bi piya ji Amudê vegeriyam malê.


Bawerke îro belengazan dikanîn hêkan ji zarokên xwe re li ber tava rojê bikelandana, lê hîn ji vê xeraptir, bijîşkê Qamuşliyê yê dadwerî beriya heftekê ji cîranê me re goti bû; serê dostekî min, Ferhadê Heso di nava zeviya Borzo Axa de mîna serpiyekê keliya bû. Ew bû ye pakrewanê heyşt keç û 3 kurikên xwe, piraniya Amudiyan  hîn di xemgîniyê de ne ..Erê pismamo ez hîn naxwezim ji te re bêjim ku zarên wî niha di çi kirasî de, di çi dujehê de ne, lê ev mala ji bin de hilweşiya…Ax ez nizanim pismamo, ez gelek bi bîranînên wan dêşim ! Tu li kê temaşe dikî ??? Ey xûdê tu vê yekê nînî serê tu kesî dîn.
Lê ez nizanim ku li nik we li Almaniya tu kes li ber tava rojê di zeviyên Alman Axa de dimirin ? Ez bawer nakim.
Tu zanî pismamo, delalo ez mîna berê hîn berdestê avahîkaran dixebitim, ez hîn bê jin im, ez nizanim kî dê keça xwe bide hejarekî mîna min, tu qey zanî pismamo ez hîn nikanim çêlekê bikirim, dê çawa ezê keçekê xweşik, bejin bilind bikirim??? Erê bextê zikê min hinekî baş e, ew mîna bergîrê mala keyayê Durbasiyê herdem tê re, lê giyana min herdem tî û birçî ye, ewa ji hilma derdora min tim û tim dixwaze vereşe …Hîn eva çiye pismamo, hîn tu were li derûna min binêre, ewa ji qatayekê ta qata şeşan bi tûjpeyvan û awirên ne mirovane di nava pêlên bêzariyê de bê deng dinale, giyana min bi ser min de hêrs dikeve, ewa êşên xwe bi stêrên min derman dike, tirsa min ya mezin ew e ku çavên min hêdî nikanibin stêran bibarînin, ez nizanim dê ewanan parsa stêran ji kê bikin ???
Pismamê hêca ! Tu zanî ez ne weke te xwendevan im, û ne jî ez mîna Helîmê Amudê me ku ez ji te re kanibim rewşa xwe pir bi zelalî û balkêş binivisînim, lê ez bawerim tuyê hevokên min yên li hev sîwarkirî bi hêvanên zanîn û hestên xwe di hişê xwe de tîmar bikî û di bin siya dara wê de bersiva min bidî.
Erê pismamo!  Li min bibore, ez neçar im herim nav nivîna xwe, piştî çar demjimêran ezê dîsan dilbera xwe ango nivîna xwe bi tenê bihêlim û bi piya herim ber avahiya xwe, kevirên bê wijdan li benda pişta min in ..ezê bêjim şeva te û zarên te xweş be …û ta careke din.

Pismamê te Rênir Amudê,7.06.2000
 (2)

 Ezbenî Rênir!
Eva bû ye sê rojên, ez gihame malê, tu zanî em li ku bûn, em li kîjan welatî bûn? Min nedixwast ji te re bêjim, ta ku dilê te bi me pir nemîne, lê diya zaroyan li ber serê min rûniştiye û dibêje; divê tu ji Rênir re tenê rastiyê bêjî, lê ez nizanim ma rast mebesta bermala min rastî ye, lê ewa mîna pir kesan dixwaze xwe bîbîne, ji te û ji xelkê Amudê re bêje; binêrin çawa mala Hesenê Elîfê duh weke me birçî bûn, lê îro ew li havîngehên Îtaliya ji xwe re seyranê dikin .
Bi xudê min nedixwast tiştan weha ji te re binivisînim, lê belkî tu hîn baş nizanî bî ku jinên niha pir ji mêrên xwe  natirsin, eger min negotiba,  ewê dê deh caran gotinên min bê sedem li pêş mêvanan bişkanda…Na ..Na ..Min gote wê, ezê ji pismamê xwe re bêjim; belê  ezbenî weke jina min dibêje; seyrana me pir xweş bû, lê tenê bêhna Amudê jê kêm bû.
Em vegeriyan Hanoverê, me dît ewa hîn ciwantir bû ye, berê dar û kolanên wê pir caran bi biyaniyan re nizanî bûn bikenîna, lê di van rojan de, Hanover ne mîna berê ye, ezmana wê jî pir sahî bû ye, hêv pir ronak e, penaber jî îro pir rûlken in, baweşînên hênik pîkên daran dihejînin, belkî bi vê re jî dilên xelkê hatin leqandin ..Ez nizanim ..Ez nizanim heyran, ez ne pisporê derûnî me ..Lê ez çi dibînim an jî, ez çawa hest dikim, ez wê ji pismamê xwe re dinivisînim.
Em werin ser nama te, bawerke min kurtenama te sê caran xwend, gotinên te bala min pir ber xwe de kişandin, erê te gelek kêm nivisiye, lê  peyvên te mîna "giyan",  "wijdan " û "zikê bergîran têr e "  ez ji xewneke dirêj şiyar kirim, mîna ku tu qadosek ava "Serê kaniyê " bi ser minde birêjînî.
Erê, me ji zû da hevdu nedîtiye; ez nizanim tu û birayên te yên din gihan kuderê ? Lê ez guman dikim ku her şeş birayên te zewicîne, zarokên wan jî niha pir in, lê  çima  rebinên mîna te, dilsozên mîna te herdem bê bext in ?? Tu  zanî pismam; duh ez rastî dostekî xwe li bazara tişterzaniyê hatim, me li ser buhabûna û erzaniya jinan jî deng kir, ewî gote min, birayê min ji xwe re jinekê pir ciwan, bejin zirav ji nava Kurdên Helebê ji taqa El-eşrefiyê  pir erzan aniye, ewanan hîn ji jinên Almaniya erzantir bûne, bila pismamê te jî here wan derdoran, ew tim li Amudê çi dike? Erê pismamo tu zanî ez bûme sî sal ku ez ji Amudê derketime, ew xaniyên me axîn pir bi bîra min tên, ez heroj li vir xwe dikim heyranê Amudê, ewa  bû ye mîna siya min, herdem bi min re ye, ax û ax ez herdem ji zarên xwe re dibêjim; bila min niha çend buharên xweş di hembêza wê de derbas bikirina û bila ev kirasa jî li min tune ba ..A x ..Hema ax ..Ez hîn çi bêjim pismamo, rewşa min li vir rind e, ez kar dikim, min hemwelatiya almanî jî standiye …Zarên min hemû dixûnin, Cengîn bazara tirêmbêlan dike, tu bes wî bibîne, mina kurdaxî dibêjin; "Ewa bû ye mîna lenga Kefersefrê "  ew  heroj li bajarekî ye ..ew vêlayê ku xezorê min niha tê de dijî, ya me ye, diya Cengîn ewa bi perên xwe kiriye ..Karê wê baş e, elhemdula, ewa di dibistana bilind de  mamosteyeke paye bilin de..Lê rewşa te ji bîra min naçe, xweda aramiyê bide te, ez zanim ku çima birayên te zû zewicîne, li gorî min ji kesekî bihîstiye ku ewanan bi qelendên xûşkên xwe zewicîne ..Pir baş e, te jî weha ne kir.. Baş e ku te jî dotmama min ya dawiyê ji xwe re nekiriye berdêl …Ez zanim tu ne weke birayên xwe yî, belê ez zanim  berhemên darekê jî ne hemî weke hev tal an şêrîn in.
     Ez … erê pismamo, ax ez çi bikim ? bila tu bizanî bî, ez jî mîna te gelek bi wijdan im, dilê min pir bi te û dotmamên min dişewite, ez dikanim li te pêşniyar bikim ku tu Amudê bi chi bihêlî û werî nik me li Almaniya bijî, dê pir rêk li pêş te vebin û cîhana te dê bi rengekî din be … Ez ji  te re hîn vekirî bêjim, eger li nik we xort bi şêweya qelendan keçan dikirin, lê li Ewropa rewş cida ye, tu zanî eger li vir xortên me mafên penaberiyê istandibin û ewanan kar bikin, hêdî pir keç ji Kurdistana Rojava jî li wan digerin, diyar e ewanan jî dixwazin jiyaneke nûh nas bikin ..Tu hêdî qet xeman nexwe, tu were nik me, emê mafê penaberiyê pir zû ji te ra bistînin, bi taybetî kurdperwerên mîna te dikanin li ser masê pasportê wergirin û ezê te li xweringeha xwe  de karkirin bidim. Paşê tu bêje min, eger tu keça kîjan axayî an malmezinî dixwazî, ezê ji pismamê xwe re hûnim.
Lê berî ku tu werî çavên xwe baş li pir keçan bigerîne, metirse here! Here her derê, her her malê ..Tu tenê keçeke xweşik, rindik bi chi bike, here Qamuşliyê! Here Efrînê! Here kobaniyê! Jibîr meke, erê te nexwendiye, lê bila ewa xwende be, emê wê jî li vir weke diya Cengîn bikin mamosteya dibistanê. Ez bawer dikim, piştî vê nama min, divê tu her şev li ser aliyekî ta siba din razî û her dem xwenên xweş bibînî, erê ezê te ji wî kirasê êgir rizgar bikim.
Lê ez lava ji te dikim ku tu van agahiyan ji kesî re dîn re nebêjî, karê xwe bi nehênî bike! ..Li keçan bi dizî bigere! ..Eger te çend keç qeşeng dîtin, ji kerema xwe wêneyên wan jî bi rengekî ji rengan bikşîne  û ji pismamê xwe re bişîne, ta dilê min jî rune..
Li dawiyê silavên germ ji te re û tu di gera xwe de serkewtî bî ….

  Hunermend Hanover, 5.Tebaxê .2000
   (3)

Çavên min Hunermend, heyrano!
 Ez beriya kêlîkê ji bazarê vegeriyam malê, min bi xwe re bi ser derd û kûlên xwe de, pir êş anîn malê, tu zanî ez rastî du siyasetmedarên me hatim, her yekî ji wan bi awaya xwe li tembura bizava miletê me dixist, mercên serketina gelê me ji min re şirove kir, û her yek dibêje; em û em ne tu kesî din …Neyse ez serê te jî bi xwe re gêj nekim, eva ne mijara me ye .
 Lê înan ke, min nama te bi destên pir lerzandî vekir, ewa xwend, û dilê min jî pê re pir lêdiket, min digot ka pismamê min çi derman ji aloziyên min re dîtine …Hindik neçû min gote xwe, ax te çi got ? Keç? Jin  ?Almaniya ?A x, wex, kar, pere ….Xwelî li serê min be,  min çima ji zû de name ji vî delalî dilnazîk re ne şand bû…Ax û sed carî ax ..Lê xem nake bavpîrên me gotine; "Bila bizina me avis be, lê bila bi derngî be" Fatê were !..Were, lê zû  were !…Te dît pismamê me dixwaze min bibe buheşta Almanan, erê xûşka min, metirse! Bi serê bavo ezê ji te re peran bişînim..
Li min bibure pismam ez dîsan ji mijarê derdikevim, ez nizanim dotmama te tiştek di ber xwe de got, ez nizanim, lê ez texmîn dikim ewa jî li ser êşa xwe dike girî, erê, erê wê jî hîn mêr nekirî ye ..Lê bi xudayê mîhreban tu bavê min î, tu diya min î, tu birayê min yê mezin î, hema tu çi bêjî, ezê weha bikim.
  Lê vê carê qisaweta min ew  e, wek min berê jî bi te re goti bû ku ez nikanim çêlekekê bikirim, lê vê carê ezê perên qaçaqcî ji ku derê bînim, qaçaqcî bê wijdan in, serê her mirovekî  4000-5000 dolar dibin.
Hinek dibêjin; ji nîzîk de wê gemiyek ji koçberan here Ewrupa.
Ez nizanim tu çi şîretan dixwazî li min bikî, ez li benda bersiva te ya zêrîn im, zimanê min niha ji şabûna re lihevgeriya ye, hişê min niha li qata heftan de ye, ewa li qîzan digere ..Weke te gotî; ewa li yên rindik û tîtik digere ..Ewa çû ..çû,  belkî ewa giha ye Efrînê jî ..E rê pismam ev niha ez im .
Na heyran bi serê bavê min û yê te ez ji tu kesî dîn re nabêjim ..Ma qey tu dibêjî ez dînê Amudê me …Na! Na! Bê xem be ..!
Silavên min li diya Cengîn bike û ez hemû zarên te radimusim… Bersiv..Bersiv tu bimînî di xweşiyê de.
                                              
Rênir Amudê ,15.Tabaxê .2000  
 (4)

Carek din dema te xweş be pismam, ez pir bi nama te û dilşadiya te kêfxweş bûm, ez vê carê nikanim ji te re gelek binivisînim. Dibêjin, li Berlînê kurdekî ji xeyda jina xwe re, xwe kujtî ye, ezê niha bi rêkevim û herim serxweşiyê, ezê paşê bizanibim sedemên vê gunehkariyê çi ne? Lê ez dixwazim te agahdar bikim, tu here cem bavê Egît! Min ji te re 5000 dolar şandine, lê ji wan eger li nik te zêde bûn,1000 dolar ya dotmama min Fatme ye.
Bizani be! Min ji diya zarokên xwe re ne gotî ye, tu jî ji kesî din re me bêje! Eger diya Cengîn zanibe ku min ewqas pere ji te re rêkirine, bawerke emê hevdu bikujin …Mebêje heyran !
Gerên xwe bi hêmenî û aramî bike, bila tu kes nizani be tu çi dikî, ez li benda te me û bi xatirê te, silavên min taybet ji Efrînê re hene. .

Hunermend Hanover,2.09. 2000 
(5)

Ezbenî pismamê dilsoz!
Ez te pir û pir spas dikim, xudê te ji her xerapiyekê biparêze, min beriya kêlîkê pere ji bavê Egîd wergirtin, dilê min niha bûye mîna gulistana buharê, niha bêhna bayê Amudê pir xweş e, ez niha di xewneroja xwe de li bin siya dareke zeytonê rûnîştî me, mala bavê Egîd ava be, ewî jî soz daye min ku nehêniyên min ji kesî din re nebêje. Wekî din ezê niha, niha herim Helêbê, ezê paşê her tiştî ji te re binivisînim. Bi xatirê te ta hefteyek din.

Rênir 10.09.2000
   (6)

 Hunermend can, bavê Cengîn !
Va ye ez ji Helebê û ji "Çiyayê Kurmênc"  behuşta dildaran vegerîm, ezê niha ji te re hûrik, hûrik her tiştî bêjim.
Min berî her tiştî hîn ji Amudê de telîfona hotêl Elemîr ya pênc stêrkî kir, erê pismam, diviya bû weha be, ez berê zanim û berê jî gelek kesan bi min re gotine ku keçên Efrînê ji kêf û dewlemendiyê hez dikin.
Ez gihame hotêla xwe, min yekser vîdiyokamêra ji xwe re kirî û di pişt re min telîfonî hevalê xwe Rêber kir, me herduyan bi hev re li dibistaneke Helebê dixwend, tu zanî dema apê te çû bû dilovaniya xwe, ez çûm Helebê û min li hotêla Kenanê Egîd Axa kar dikir û ez diçûme dibistanê, li wir ez û Rêber bûne hevalên hev, lê ew kurê dewlemendekî ye, nizanim, berê çend hezar darên wan yên zeytonê hebûn. Neyse, min telîfon ji Rêber re vekir, ew bi telîfona min  matmayî ma, min ji wî re got; ez niha li hotêla Elemîr im, ez dixwzim te bibînim, min bi xwe re goti bû; belkî ez bi riya wî têkevim malên Efrîniyan û li rindik û bejin ziravan bigerim, bi rastî jî ew piştî du demjimêran ji Efrînê hat cem min, me herduyan li rewşa hev pirsîn, ewî gazincên xwe kirin û gote min; tu nizanî bavê min mala me ji binî de hilweşandiye, rewşa me ya aborî ne mîna berê ye, belkî bavê min tê bîra te, ew gelek ji kêfê hez dike, ewî herdem pere bi kar ji cem Bobeniyan an ji cem bazarganên zêtê li Helebê tînan, lewra ewî nîvî darên me firotine, lê niha hinekî zora me li ser wî dibe, em nahêlin ku ew weke berê berdewam bike, pişt re yekser ji min pirsî lê Rênir rewşa te çawa ye? Xûya ye û di hotêla te re diyar e ku rewşa te ne mîna berê ye . Min tavildanê ji wî re got; erê bira, çerxa dinyayê weha ye, hin caran mirov li jêr dibe û hin caran mirov li jor dibe û sed carî mala xudê ava be, min gotê; erê hevalê hêca kanî em herin şîvekê bi hev re bixûn, em li ser xwerinê hîn rûnîştî bûn, hêdî, hêdî min li rewşa mala wan bi giştî pirs kir, ewî gote min, em hîn du bira, ne zewicîne û şeş xûşkên min li mal in. Tu zanî gava min bihîst ew dibêje şeş xûşk, hêdî dilê min di sîngê min de dest bi semayê kir, min di hundir xwe de digot; ya xudê, tenê bes bila ew bedew bin, ezê lingekî li ber yekê xînim. Şeva me li hotêlê bi bîranînên rojên dibistanê û serpêhatiyên jiyanê me derbaz bûn. Min nehêşt ew wê şevê vegere mala xwe, ew li nik min li Hotêlê bûye mîvan, yanê min riya mala wan ji xwe re dûz kir. Te dît heyran, pismamê dilsoz! Çawa ez bi tektîk û aramî dilivim.
Roja din ewa vegeriya malê, ez li Helebê li taxên Kurdan ji xwe re digeriyam û ez carnan ji xwe re diçûm ber zanîgeha Helebê û kamîra min jî bi dest min de bû, erê min digot; bila ez bala keçan ber xwe de bikşînim.
Di roja sêşemê de bû, ez li wir bûm, keçek reşik nîzîkî min bû û ji min pirsî, ma tu ne ji Amudê yî, min bi ters gote wê, ez ji te tê negiham, bi erebî bi min re bipeyve, ez ne bêgane me, ewê lêborîn ji min xwest û pir poşmam di riya xwe de çû, min di ber xwe de got; ya xudê!  Ma min keç li Amudê nedî bûn, ewa ji min re ji ku derket, lê baş bû, ez rola lîstikvana lîstim, min xwe pir zû ji wê rizgar kir û hêdî nema ez vegerîm wan derdoran.
Êvarê Rêber bi min re li ser telîfonê deng kir û ez vexwendî mala xwe kirim, di roja din de ez bi teksiyeke taybet çûm Efrînê, min tenê diyariyek ji dayika hevalê xwe Rêber re bir, erê pismam, min Efrîn pir ji zû de nedî bû, lê li wir avahiyên pir baş hatine girtin, dibêjin endizwarên Kurdan niha pir giringiyê didin pêşxistina bajarê xwe, mala wan ava be, mala Rêber jî vêlayeke xweşik bû, lê ya herî xweşktir û giringtir, min xûşkên Rêber dîtin, ji wanan dudiyan bi hev re hişê serê min birin. Min jî şevekê li mala wan xew kir, li roja din Rêber ez û diya xwe, bi şeş xûşkên xwe ve  û hîn bi ser de jî, sê hevalên xûşkên wî jî bi me re çûn xweringeha Basutê..Erê pismam vê carê axivtinên min pir in, ez di vê namê de li ser xebata xwe ji bo çarenûsa xwe û keçên ciwan dipeyvim, rûniştina me gelek serketî bû, baş bû, bavê Rêber ne bi me re bû, ez zor spasdariya xaltîka xwe diya Rêber dikim, min jinên weha serwextî kêm dîtine, navên pir siyasetmedarên me dizane, bi vê mezinbûna xwe li dibistana partiyan de fêrî zimanê kurdî bû ye, ewê car caran hin malikên helbestên Cegerxwîn ji me re digotin. Min serbestiya xwe istand û bê şermî bi hersê hişbiran re  rind deng dikir .Min wêneyên wan li gel axivtinên wan  kişandine, va ye ezê niha ji te re li ser sê perwînan rawestim1-Gulşen 25 salî ye, çavên wê hişîn in, dirêjbûna wê ne kêmtirî 170 sm.e. Fîstanke kurmanckî hişîn li xwe kiriye, ewa li Efrînê li gulistana zarokan dixebite, xûna wê bi min pir şêrîn e, çêşa peyvên wê hûngivî ne, ewa di hemu mehrecan helbesta kurdî de beşdar dibe, ma ji vê pirtir hîn çi gerek e?
lê Sema hema xwedê ewa bi xwe çê kiriye .. 27salî ye, çav kesk e, fîstaneke kesk kurmanckî li xwe kiriye, ewa li rex diya xwe rûniştî ye, ewa jî li navê xwe hatiye, mîna çûkeke qeşeng di nav me re dere û tê,  rûyê wê weke hêvê ye, ewa jî mamoste û wênekêş e. Ez pêwîst nabînim li ser yên din.4.5.6  ji te re binivisînim.
Lê min gote te, hîn du hevalên wan henin, yek ji wanan navê xwe Hêvîn e, ewa jî keça mamosteykî ye, 23 salî ye, ewa li zanîngeha Helebê beşê zimanê erebî dixûne, çavên wê reş in û mezin in, bejna wê pir nazîk e, axivtina wê nermik û balkêş e, dengê wê pir xweşik e.
Min sê katijmêran ewana bi deng û wêne kişandine, tu dikanî têra xwe li wan binêrî, û nirîna xwe ji min re bêjî, ez dibêjim ku ez kê ji wan bixwazim, dê bi min razî bin.
Bavê Cengîn !
Piştî heftakê dê siysetmedarekî me were Almaniya, ewa dostê bavê min bû, ezê telifona te bidim wî û ezê vê(CD yê ) bi wî re, ji te re bişînim. Ez zanim, ewa mirovekî pir pêbawer e. Ji kerema xwe pir zû bersivê ji min re bişîne, ta ku ez vê fersenda zêrîn winda nekim.

Rênir  17.09.2000  
(7)

Di serî de silavên zor germ ji te re pismamê hêca, eger tu dixwazî li rewşa me bipirsî, bi rastî em di kêfa xwedê de ne, em berê li ku derê bûn û niha em li kuderê ne, zaroyên min hêdî nizanin bergîr, çêl, ker, xaniyên axî çi ne ? Em serbest diçin sêmînarên kurdî, û dibêjin li hin wîlayetên Almaniya hin zarokên Kurdan bi zimanê xwe dixûnin. Yanê bi kurtî em li vir zanin bijîn û me renga jiyanê nas kir.
Berê me ber payîzê ye, zarên me dîsan diçin dibistanê, hemî baş dixûnin, hema tuyê werî, dê tu her tiştî bi xwe bibînî. Lê mixabin ewanan kurdî pir xerap zanin, diya Cengîn weha bi serê zarokan dike, ewa dibêje; niha kurdî, murdî ne gerekê me ye.. here mal xerab, bila serokên te kurdî fêr bibin, paşê were bi me re şerê xwe bike, here…!Here … ! Min duh êvarê  bi xwe guhdar kir, ku çawa serokekî Kurdan bi zimanê kurdî dixûne, min ji ber wî ve şerm kir ….  Neyse Rênir ez pir caran ji mijara xwe ya bingehîn derdikevim, tu li kêmasiyên min nenire heyran  ! 
Ez duh çûm Bonê, Insîtuta kurdî li wir konfiransek ji bo Kurdistana Rojava li darxisti bû, min siyasetmedarê me yê ku CD bi xwe re anî bû dît,- civîna me pir baş bû, -elhemdula- li dewsa partiyeke me hebe, di wê rojê de tenê çarde partiyên me beşdar bûn, -dîsan elhemdula- nirînên xwe jî pir nîzîkî hev bûn -, lê nizanim çima min ji nişkava dît ku du endamên partiyan bi kursiyan li hev dixistin, konfiransa me têk dan.Tu zanî mêvanê me yê siyasetmedar bi dengê bilind ji wan re got, min texmîn dikir ku hûn li vir hinekî fêrî şaristaniyê bûne, lê mixabin hîn hûn li şûn me ma ne, me li welêt hîn li hev nexistiye ..li min biborin ez nikanim bi we re berdewam bikim.
 Dîsan neyse ez dîsan ji mijarê derketim, lê ez çi bikim pismam, tevî ku ez ne endamê partiyekê me lê siyaset ketiye xûna min. Siyasetmedarê me çû cem hevalên xwe, lê min CD ji wî bir û ez jî pir bi lez vegeriyam malê, çimkî min nama te beriya hatina siyasetmedarê me bi sê rojan wergirti bû, te ez zor dilxwaş kirim, te nûçeyên baş li ser keçên Efrînê ji min re nivîsî bûn, min bi xwe re digot; xudê mirazê dilê te bike .. lê tu nizanî çawa ez vegerîm, min du basik bi tirêmbêla xwe ve xistin û ez firiyam, û min tim di ber xwe de digote te, wey tu her bijî pismam, te ev keçan çawa bi lez dîtin, ez çend salên, çavên xwe bi dizî diya Cengîn li wan digerînim, lê kes bi min qayil nabe, ezê bi derdên wan bimirim, baş e ku tu bextewar î.. ,lê bila eva di navbera me de be pismam. Tu zanî di mala me de hîn ew malmêrata tune ye , ez nzinaim navê wê bi kurdî çi ye, yanê ewê ku mirov CD dixe wê, û paşê li ser telviziyonê her tiştî dibîne, beriya ku ez bi mala xwe gînim, min ew malmêrata kirî, min di dilê xwe de digot; eger diya Cengîn çi dike bila bike, tenê bila pismamê min yekê ji Efrînê hûne, lê gava ku min her tişt li saz xist û min gote hemiyan, de werin ! De werin binêrin, kur apê min çi malbet li Efrînê dîtiye, werin binêrin !
Çi dayik e ! Binêrin çi keçên delal in, guhdar kin ewanan çi dibêjin, min her çend kîlîkan di berxwe de digot; wey li te helal be pismam, bila tu bêjî ez nêçîrvan im.lê tu nizanî  rûya diya Cengîn çawa bi heft rengan dihate guhartin, gava min bi hestên germ li we temaşe dikir, û bi evîneke bê sênor li we guhdar dikir. Bi rastî her sê keç xwaşk in, weke te gotiye, yek ji ya din ciwantir e, lê pismam ez nizanim, çima ya çev kesk, Sema ji hemuyan pirtir bala min kişandiye ?
Eger tu şîreta min bipejrînî, ezê ji te re bêjim Sema li te pîroz be, tu bes kanibe wê bi aliyê xwe ve bikşîne, bila ewa bi te re bêje erê, çi pêwîst e, ezê ji bo te bikim, EZ HER DEM LI PIŞT TE ME.

Hunermend Hanover.24.09.2000
(8)

   Hunermend Can! Bavê Cengîn! Ez nizanim çawa ezê paşê ji ber barê te rabim, ezê qenciyên te jibîr nekim, tu ne tenê pismamê min î, nexêr, tu ji birayê min baştir î, tu bavê min î, tu diya min î..Erê pismam, ev çend rojên li benda nama te bûm, ez di vê navberê de heroj bi Efrînê re dipeyvim, di xwena xwe de, ez her şev zemawenda xwe bi yekê li Hanoverê dikim, baş e ku min pir bi tektîk û hunermendî bi her sê keçan re deng dikir, tu kesî nizanî bû ku çavên min li kê ye ? lê ez xatirê te naşkînim, min berê bi te re goti bû, her sê bedew in, yek ji yekê xûn şêrîntir e, hema te got Sema, bi xudê bila ew çûka semavan be.
Tu zanî, te hin tişt nivisîne, ez gelek pê xemgîn bûm, lê ez jî naxwazim ji mijara xwe derkevim, eger bi xêr ez hatim, emê bi bêhna fereh li ser her tiştî rawestin.Niha ya herî giringtir ew e   ku te nirîna xwe daye min .A niha ez zanim, ezê kê ji xwe re bixwzim.
Pismam ! piştî kêlîkê dê hin mêvan werin mala me, ewanan caran nehatine cem min, ez dibêjim belkî ewan hin tişt bihîsti bin, lê ezê her tiştî veşêrim, ez pismamê te me..Xeman mexe, ezê ji îro de li pey qaçaqcî bigerim, belkî ez  yekî ji wan li Helebê bibînim û siba ez dîsan derim Efrînêêê, cem Semayêêê.
Gelek silav li te û li mala we
Bimînin dilşad

Rênir,30.9.2000 Amudê
 (9)

      Elo pismam, bavê Cengîn! Bavê Cengîn! Elo .. Elo  tu yî ezbenî, ez Rênir im, Rênir...ez niha li Firansa me.. tu zanî ?
Wey ser çavên min ... ma tu rast dibêjî Rênir, lê ez xewna dibînim? Na !Na malxerab, ez dergîstê Semayê me malxerab, ez giha me Firansa malxerab!
Rênir te ziravê min qetand, tu tenê bêje, tu hîn nehatî girtin ? Tu li ku yî ? Tu li nik kê yî? Na! Na Hunermend tu metirse, gava ez ji Efrînê bi rêketim, Semaya min li ber xudê pir digeriya, ewê gote min ;ji bo xatirê te, ezê li mêj bikim, ta tu bê ziyan bigînî cem pismamê xwe yê delal... Tu metirse ! Va ye telîfona biraderekî ......... Tu tenê bêje, kînga ezê werim?
Te gote çi? Sema..Sema ?
Lo erê, erê, Sema..Semaya min .....
Dêmek her tiştê me qediya... Wey her bijî pismam, va ye ezê di roja şemiyê de li nik te bim, bi xatirê te.
Elo Rênir, va ye ez hatim, ez niha li Parîsê me, kêlikî din ezê li cem te bim.Wey tu gelekî bi xêr, ezê li pêş deriyê rawestim...Rênir weha di ber xwe de dibêje; her ku Hunermend nîzîkî min dibe, Semaya min jî nîzîkî min dibe, dengê dahola zemawenda min li guhên min dikeve, stranên Cemîl Horo bi alafa evîna min re govendê digerînin.
Wey ser seran Hunermend can, herdu pismam hevdu dibînin, li ser hev digrîn, ewanan çend demjimêran li nik wî hevalî diminîn.
Niha herdu pismam vedigerin Hanoverê, Hunermend ji Rênir re dibêje; riya me pir dur e, te ji min re nama dawiyê şand û tu çû Helebê, û va ye min tu li vir dît.Te tiştek ji min re negot, ka Semaya te çi soz daye te ?Ka te çîroka wê ji min re nenivîsî bû, û te ewa cara paşin çawa dît ? Te çawa ewa weke kurdaxî dibêjin, qarmîş kir? Te silavên min gihandine wê delala xwe? Erê pismam can, min ji wê re gotiye; metirse! Pismamê min li pişt min e. Na! Na ez dixwzim dîsan tu ji min re, hêdî hêdî bêjî ku te li vê çûyina xwe ya dawiyê li Helebê çawa kir? kê soz daye te ? Bavê ? Dê ? Birayê wê Rêber?
Va ye ezê ji te re hûrik, hûrik bêjim.Vê carê ez yekser çûm Efrîna dildaran, lê li Helebê min tirîmbîlek BMB bi kirê bir û bê guman min gelek diyarî ji Helebê bi xwe re  ji hemûyan re birin , lê diyariya xasiya min ya duhatû re, ji yên hemiyan buhatir bû, Bi rastî pismam, min çi dikir, ewanan hemî bi saya te bûn. Ez sê rojan li mala Semayê mam, min vê carê hestên xwe pir zelal li ber wê û dayika wê derbirîn, em pir cûn seyrangehan, Kefercenê, Basotê, Endarê, bi serê te min nehêşt Rêber wereqakê ji beriya xwe bide, ma eger tu li pişt min bî pismam, ezê ji çi bitirsim, lê Semeya min hîn ji berê xweşktir bû bû.
Beriya ku ez ji cem wan bi rêkefim, min her tiştên xwe ji Rêber, Sema û dayika wan re got, tu zanî pismam, ewanan qet nizanin pişta min di bin barên keviran de şikestiye, erê ez zanim min çawa dikir ! Hotêla Elemîr, tirêmbêla BMB ne li valahiyê bûn. Min ji xwezî ve gote wan, ez car, caran siyasetê jî dikim, hin berpirsiyarên mezin dihatin mala me, min hin caran belavokên partiya xwe belav kirine, vêca qey peyayên dewletê li min dane, eva  bûne sê car, peyayên asayişê min dibin cem xwe, gefguran didin min, ewan dixwazin min li dawiya dawiyê bigrin û belkî min winda bikin.
Erê Semayê beriya dê û birayê xwe gote min; na, na, tu xwe ji van zordaran rizgar bike! Dayika wê jî gote keça xwe, erê keça min, bila Rênir here..here, xudê destê xwe di ser te re bigre kurê min, tu here ! Paşê xuda dilovan e, her tiştek sanahî dibe, lê min kûr, kûr li çavên wê û Semayê temeşe dikirin, min di wan mîhrebanan de pir tişt xwendin, ewanan bersivên min li ser rûyên xwe dinivîsândin, haşayî te, ma qey ez ker im...Tu baş guhdarî min dikî pismam can ?
Erê, erê heyran tu bes bêje, hîn riya me dur e,  xûya ye tu gelek bextewar î, eger ne weha ba, tu piştî ewqas sal rastî hevalê xwe Rêber dihatî ! Erê bavê Cengîn, min gote wan ezê  pir ji nîzîk de herim, ez herim Parîsê, paşê ez herim cem pismamê xwe, ji xwe ewanan gelekî silavan li te dikin, min berê li ser te pir bi wan re deng kirîye, Semayê carekê ji min re got, xaziya pismamekî min jî mîna pismamê te weha dilovan û palpişt heba. Tu zanî ewanan niha li benda telîfona min in.
Emê îro jî bi mala bavê wê re biaxivin, ne Pismam? Lê  bi ya te be, kînga emê wê hûnin vir ? Belkî du mehên din ewa jî were ne pismam ? Pismam te çîrokek ji min re li hev aniye? Ma tu zanî ez kanim pir belgeyan bi dest xwe xînim, ez kanim siba jî bibim hevalê kîjan partiyê bû, piştî hefteke din ezê belgeyekê bînim, tu zanî gava min xanî ava dikirin, min rojekê dîwareke şehetî ya sekretêrekî ava kir, li dawiyê min çend wêne bi cil û bergên mîna siyasiyan bi wî re girtin, erê pismam tu xeman me xe, tu tenê çîrokê amede bike ! Ne pismam ? Te got kînga ezê Semayê hûnim heyran ?
Va ye ezê niha CD ya Evîna Welat têxim vê malmêratê, bila ewa ji me re li ser Efrînê bistirê, tu bes guhdarke, çi deng e! Efrîn bûkek delal e....... .wey ez bi gorî te bim  xûşka min, te agirê sînema Amudê bi dilê min xist ..A x ..A x, erê ..Sema jî bûkek delal  e..   .
  Rênir ! Em niha li Almaniya ne, tu bes guhdarke, xeman pir mexe!  Min berê bi te ra gotiye, ezê zû çîrokê çê kim, tu zanî pir kes hene bi destên xwe malên xwe wêran dikin, ewanan hîn qet siyaseta Almaniya tênegihane, ewanan tên her tiştên xwe li pêş dadgirê
xwe rêdixin, hinek ji wan rastiyên xwe dibêjin, hinek ji wan mîna te jî qet siyaset nekirine jî, lê xwe, di çîrokên xwe de kirine qehremanên zîndanan, lê mixabin ewanan bê bext derdikevin. Yanê bi kurtî pismam, şansê siyasetmedaran pir hindk e, ta ku hukumet rûya xwe li ber yasayê cîhanî spî bike, ewa bi rastî dide hin siyasetmedaran an rewşenbîrên Kurd, vêca wek kurdaxî dibêjin, "keç û bextê xwe "  yasa li ku ye û masa li ku ye ? Here binêr hîn bi hezaran siyasetmedar û rewşênbîrên biyanî nizanin rengê pasporta almanî çawa ye ? Lê bi ya xudê be, tuyî bistînî, xeman mexe, ez pismamê te me. Emê siba her tiştî ji te re li dozan xînin. Tenê tirseke min çûk heye, eger te ne şînin van çend wîleyetên dijwar mîna "Badênwurtêm berg" an "Bayrên"  tu metirse pismam, ezê îro bi xwe bi Semaya te re bipeyvim, bila ewa rojê çend caran pirtir li mêj bike, ta ku xudê te ji wê xefkê jî pêş de rizgar bike.Tu zanî dem pir derbaz bû, em niha li Hanoverê ne, binêre eva bajarê me ye, bajarê rawêjkarê Almaniya yê berê ye, tu dibînî çiqas xweş e? Tu dibînî min tu anî kuderê ? Hindik ma ku tu û Semaya xwe ve li bin van daraên bêhnxweş seyranê bikin ..Bêhna xwe fereh bike pismam ... Va ye em gihan malê.....    .
Piştî ku Rênir silav û milavan dide diya Cengîn, rûyên hemû zaroyên wan radimuse, dîsan ji pismamê xwe dipirse, em telîfonê ji mala Semayê re vekin? Hunermend li çavên jina xwe dinêre û bi şermî ji Rênir re dibêje; erê ezbenî tu û Semeya te li ser herdu çavan, veke ! Veke !  Elo.. Elo xaltîk tu yî, ez Rênir im Rênir...,va ye beriya kêlîkê giham cem  pismamê xwe, bawerke min nikanî bû nan bixwera, min xwest berî ku ez zikê xwe têr bikim, ez  birçîbûna giyanê xwe bi dengên we têr bikim, ka hûn çawa ne xaltîk? Mala siyasetê bişewite, ku ewa bû ye sedema durketina min ji we, tu zanî xaltîk ez bûme mîna mirîşka serjêkirî, bi xudê ez nizanim, ezê bê we çawa bijîm ! ?
Xem nake kurê min, xem nake, hinekî aramiyê bide xwe, dê her tişt baş bibe, va ye Sema jî guhdarî te dike, silavan li te  û li mala pismamê te dike, em hemî serketinê ji te re dixwazin.
Te dît pismam çawa xaltîka min ji min hez dike, te dît ez çawa wan bi peyvên nerm qarmîş dikim, ez wan duzan dikim, te dît ? De bese lo, te serê min bi Semaya xwe gêj kir, Hnermend dikene û dibêje, ma ne Semaya min jî heye, binêre ewa çi xezal e, binêre ma ewa ne mîna huriyên  bihuştê ye ? Rûya diya Cengîn pir geştir bû, ewê gelek sivik û bi ciwanî sifra xwe danî.
Rênir ! Emê niha vê êvarê cîroka xwe bihûnin, tu zanî ez qet naxwazim ku tu li dadgehê bêjî ku min siyaset weha û weha kiriye, na! Na! Heyran." Berî her tiştî divê tu bêjî, min li welêt di avahiyê de kar dikir, her weha jî min pir karên din kirine, mîna paqijkirina kolanên bajêr, û min pir salan li nik Axayekî xizmetî çêlên holendî kirine, lê ez bi karên xwe pir bextewar bûm, rewşa min ya diravî jî pir baş bû, lê peyayên dewletê zanîn ku ez bi dizî sekretêrê partiya xwe êvarê li gundan û bajarên Sûriyê digerînim, nizanim çawa ewanan agahdar bûne, lê ewanan rastî zanî bûn, çend caran ewan ez birim cem xwe, pir li min xistin, va ye pişta min jî seqet e, ez kanim ji we re rapora pijîşk hûnim. li dawiyê min bawer kir ku ewê min di bin lêdanan bikujin, hema ez bi riya qaçaqcî reviyam û min nizanî, çawa ez gihame balefirgeha  Firankfurtê. Ewî ez li wir berdam û çû, mirovên min li vir  tune ne, hema ez çûm cem polîsekî û min bi êngilîzî gote wî, I, m from Syria, I, Kurd,I,from Kurdistan..Pişt re ewî ez li ereba xwe sîwar kirim û ez radestî polîsên din kirim û niha ez li cem we me, mala xudê ava be, ez ji zordarên Sûriyê azad bûm, û niha ez li bin dilovaniya we de me ..."  Erê pismam ta niha bes e, ji vê pirtir mebêje,wekî din, hin pirsên din, dê ji te bikin, lê tu dikanî zû bersivên wan bidî, yanê navê diya te çiye ? birayên te, xûşkên te çend in ? û. h.d. navê sekretêrê xwe ji bîr meke, navaroka rêbaza partiyê jibîr meke, ne xem e ku tu navên hemu sekretêr û serokan bizani bî...,siba emê herin Firankfurtê, ezê te li wir bihêlim. Hemî peyvên ku min niha bi te re gotine weha bêje, zêde mebêje, ez zanim tu pir kurdperwer î û te gelekî berevaniya azadiya gelê Kurd dikî, tu jî rast mîna sed hezarên Kurdan bindest î, lê di axiftina xwe de zorê mede ser siyasetê, çimkî pir dadgir li dewleta Almaniya henin, gelek ji siyasetmedaran hez nakin, eger ewanan bawer bikin ku te rast siyaset kiriye, belkî şansê te pir kêm be, lê em dixwazin tu sedî sed mafê penaberiyê bistînî, tu zanî Sema li benda te ye, ma ne we ye pismam ?
Hunermend di roja din de pismamê xwe Rênir dibe ber balefirgehê û li wir wî berdide, Rênir hemî şîretên pismamê xwe bi cih tîne, nimêjên Semayê ne li valahiyê ne, dadgir ji Rênir re dibêje, min ji te bawer kir, hema 16 ji te re, pîroz be Hêrr Rênir û ez ji te re herdem bextewariyê hêvî dikim. Yekser werger ji Rênir re dibêje; bila tu bêjî ez bextewar im, tu zanî ev dadgira ji sedî carna dide yekî û carna nade tu kesî, hema pîroz be li te ..erê.. erê mamoste can,  roja ku ez ji Sûriyê derketime, Semaya min ji bo min li mêj dike, erê ..!Erê, de bi xatirê te mamoste ...
Elo..elo pismam, ez bi qurban, bila tu bêjî ez zane me, bila tu bêjî ez mêr im, 16,16, 16 te bihîst, ewan dibêjin gereke tu çend rojan li kampê bî, bersiva te dê zû were, tu çi dibêjî ? Erê li wir be, ezê sê hefên din weke hevalekî werim cem te, tu li wir pir bi telîfonê bi min re mepeyve, dibêjin telîfonên wir hemî di bin kontrolê de ne ..- te zanî heval !!
                                                      xxxxxxxxxxxxxxxxx

Piştî sê heftan Rênir nameyekê ji hukumeta biyanî werdigre, ew yekser telîfonî pismamê xwe dike, û dibêje; elo heval, va ye nama ji min re hatiye, bi min re dibêjin, were pasportê bistîne. Tu kînga dikanî werî cem min? Ez bi tenê narim cem polîs, de were heval ! Ez sibe de li cem te me heval..., ez cihê te nas dikim .... .
Di roja din de Hunermend hevalê xwe bi pasportê ve dibe cem xwe û wî li nik malê xwe mîna hevalekî li cem polîs dinivisîne û ji wan re dibêje; xeman mexin, ewê li nik min li xweringeha min kar bike, ez nahêlim ew rojekê tenê li ser hesabê sosyalê bijî, polîs ji Hunermend re temenê lêdixe û dibêje, ta niha me hîn tu kes weha nedîtiye, spas ji bo te.
Herdu pismam vedigerin malê, hemî bi hev re şadibin, Rênir dîsan telîfonê ji malbavê  Semayê re vedike û dibêje; elo, elo va ye dîsan ez im, ez Rênir im Rênir, xaltîkê tu yî  ? Mizgîn ji were va ye min paspot jî bir û ez dikanim kar jî bikim, min ji we re ne got; ku pismamê min pehlewan e, şêr e, kurê meriyan e, va ye ew hemî sozên xwe bi cih tîne.
 Wey xudê ji wî û ji te razî be kurê min, xudê destê xwe di ser we ra bigre, em herdem di qisaweta te de bûn, baş e, niha em kêfxwş bûn, ka ..ka ...pismamê xwe bide min, ez dixwazim dengê vî camêrî bibihîsim û ez bi xwe wî spas bikim. Hunermend !! Hunermend !! xaltîka min dixwaze bi te re bipeyve, keremke!  Elo xaltîkê ez tême destê te  xaltîkê, wey ser seran, pismamê min pir ji we razî ye, ew gelek ji we hez dike, xaltîkê  hema bi kurtî, heya ez heme, xeman mexin, min berê jî bi Rênir re goti bû; ez herdem li pişt te me, de bi xatirê te û hûn hemî bimînin di xweşiyê de.
Rênir ji Hunermend dipirse, kînaga ezê kar bikim? Tu zanî, ez li ser êgir im, te dît çawa xaltîka min ji min hez dike ! Te dît, lê mixabin dengê Semaya min nehate min ! Ne xem e careke din ezê bê şerm bêjim, ez dixwzim bi Semayê re deng bikim, ma ne wilo ye pismam! Erê ! Erê ! Erê !  Hunermend bersivê dide .. .
Ê..ê.. Ezê kînga kar bikim te got Hunermendê delal ? Ez dibêjim di roja duşemê de tê dest pê bikî, karê te dê pir hêsan be, tuyê li Metbexê kar bikî, û tewelêtan baqij bikî.
Rênir tavildanê gote pismamê xwe, erê pismam ezê tewalêtan jî ji bo xatirê te û Semayê baqij bikim, ez çi bikim ? Erê ezê bikim. Rênir! Heyran peyvên min qet li xwe giran mîne, ez zanim peyva tewalêtê ji guhên te re giran bû, lê ez ji pismamê xwe re bêjim, tu zanî piraniyên dektor, endizwar, rewşenbîrên me ev karan kirine, yanê li Almaniya tu kes nabêje, ez kî me û lawê kê me? Alman serên hemiyan ditewînin. Ez ji te lava dikim ku tu  bi nizimbûna rûmeta xwe hest nekî, na! Yê kar neke ew şerm e, rûmeta wî li nik hemiyan kêmtir e, cîrok dirêj in û pir in , tu yê bi xwe her tiştî bibînî .., tu bêje mala xudê ava be ku pismamê min li vir e, eger ez ne bûma, tu yê bi salan di kempan de bijiya, û ev kar jî bi dest te ne diket ..hema tu bêje Elhmdulla !!
Rênir dest bi karê xwe li xweringeha pismamê xwe de kir, lê ew li mala pismamê xwe radize, heftak derbaz dibe, bêhna diya Cengîn hêdî teng dibe, her şev êvarê berî xewê ji Hunermend dipirse, malxerap ma ev çî ye, te kiriye mala me, rojek, du, sê, ma ne be se, ma tu nizanî? Tu li ku derê yî ? Tu zanî tu li Almanya yî û ne li Amudê yî ? Ma te qet nebîhîstî ye, ku Aleman dibêjin " Eger mêvanek pirtirî sê rojan di mala me de xewke, mîna masiyan, bêhna pîs û genî jê tê ". De bese, hêdî zaroyên me nikanin ji dest bêhna wî razin ..,de bese!Lê Rênir jî zane ku ew di mal de bê rûmet û nirx bû ye ..
Piştî hefteke din, Hunermend malekê ji pismamê xwe re dibîne, ew nema li wir dijî,lê Hunermend pir şa bû ku diya Cengîn mîna diya Dara nekiri bû, ewê piştî sê rojan xarziyê bavê Dara ji malê qewitandi bû û rûyê bavê Dara li seranserî Berlînê  reş kiri bû... .
Rêinr li malê xwe ye, li karê xwe ye, ew rojan, mehan û peran dêjmêre û mehên pir derbaz bûn, hêdî Rênir nizane ku çawa bi zelalî ji xaltîka xwe re bêje; ez destê Semayê ji we lava dikim...,lê dem derbaz dibe, bayê Almaniya hinekî şermbûnê li nik wî kêm dike, ew wêrekî dibe, wireyên wî bilind dibin, pere jî zimanê wî hîn dirêj tir dike, baweriya xwe bi xwe pir bilind bû, ewî gote xwe, ezê her tişî bi destê xwe bikim.
Pêwendiyên Rênir ji malbavê Semayê netê birîn, bi kêmasî ew heftê carekê bi wê malê re dipeyve, û dibêje wan karê min baş e, ez baş jî fêrî zimanê Almanî bûm e, ez niha li ser taxî(taksî) yê kurapê xwe kar dikim, mala min rind e, mezin e, tiştek ji min ne kêm e, tenê ez dixwzim car caran dengê we bibîsim. Rênir her du sê mehan bi Efrîniyan re cil û bergên buha ji xaltîka xwe û Rêber re dişîne, heyşt mehên Rênir li Elmaniya derbaz bûn, ewî li ser telîfonê pir bi zelalî, bê serdor û ji nişkava ji xaltîka xwe re got; xaltîkê!  Xaltîkê ! Ma kînga ezê destê Semayê bigrim?
Bersiva diya Semayê hîn ji salekê di devê wê de mîna şiqna guleke çiyayî bilind dibû, tavildanê ewê gote wî, kurê min! Hema ez kanim niha destê wê di telîfonê re bidim te, ez zanim çavên keça min jî pir li te ye, bavê Rêber jî, te berê ew dîtiye, tu zanî çiqas ew dermanê dilan e, hema ji aliyê wî de, tu bê xem be ... ê..ê .. Rênir tuyê kînga werî cem me, û emê kînga zemawenda we bikin ? Xelas xaltîk ? Yanê niha Sema destgirtiya min e ?Erê..E rê...Erêêêêê...
Xaltîk ! Emê zemawenda xwe li Hanoverê bikin, tu zanî ez nikanim niha vegerim Sûriyê, hûn dizanin ku dewleta Sûriyê heroj Kurdan dixe zîndanê, ma ezê çawa werim?  Na! Na ! Kurê min, ezê Semayê ji te re bişînim, ma ez zanim pir kesan keçên xwe şandine Almaniya, û ewanan li ser telîfonan û bi wêneyan hevdu nas kirine, û a niha zaroyên wan jî hene, ma dê çi bibe kurê min !Ma em ne Kurd in !? Erê weleh xaltîk, xaziya hemû dayik mîna te bûna, belkî niha tu keç di malên bavên xwe de mîna keyan ne diman ! De baş e bi xatirê te, zibunekî min hat, ezê wî niha bibim derekê ...,silav.. ,silavvv....
Rênir yekser telîfonî pismamê xwe dike û dibêje, lo pismam !..Sema ..Sema... Sema. Tu tenê alîkariya min bike, dayika wê jî soz daye min, çavên Semayê jî li min e ..,erê erê, xaltîka min gote min ..,hîn tu çi dixwazî !!
Hunermend dîsan dibêje, lo metirse Rênir, bi gorna bavê min û bavê te, ez herdem li pişt te  me. Salek Rênir li Almaniya çê bû, Hunermend ji pismam û Semayê re her tiştên pêwîst ji kaxezan amede kir.
Di dawiya sala 2001 ê de, Rênir û Hunermend pêşwaziya jina Rênir li balefirgeha Firankfurtê kirin û ew bi hev re vegerîn Hanoverê. Lê Hunermend dubare û sêbare ji Rênir re dibêje; min ji te ra ne got, ezê ji te re Semayê bînim!
Lê êvarê, Sema du û sê caran ji Rênir dipirse, ma emê kînga zemawenda xwe bikin ?Rênir pir bi sanahî û berkenî dibêje, em kanin wê  paşê jî bikin, ne tu zanî Sema tu niha li Almaniyay î? Yanê emê îşev bi hev re bizewicin, û paşê xûdê kerîm e, mehekî din, du mehe, an di buharê de, ne xem e! Lê ez sozê didim te, berî ku zarokekî me bibe, emê zemawenda xwe bikin, em mîna hin kesên din nakin, ewanan kurdayetiya xwe jibîr kirine, lê elhemdula ez hîn Kurd im !!! Ne!  Çûka min !!!
 Di roja din de,  bi sibê zû, Hunermend ji Rênir re li ser telîfonê dibêje, zû.. zû were !Îro ji vê sibê de xweringeha me tijî zibûn bû ne, nizanim îro çi li Hanoverê heye ? Rênir newêre bêje na !  Yekser dibêje; va ye ez têm.Sema diprse, Servîsek ji te re hat, Rênir? Lê Servîsê çi ,halê çi!  Hema ezê ji te ra paşê her tiştî bêjim, ezê herim, pismamê min şêfê min e, divê ez herim, de bi xatirê te, ta êvarê.
Di katijmar 12 êvarê Rênir vedigere malê, bê guman ew dibîne ku Sema di kiraseke xemgîniyê de xwe çelmisandiye û bi çavên reşbînî li Rênirê xwe temaşe dike. Rênir zane ku ew di dermafê wê de pir gunekarî kirî ye, zimanê wî li hev digere, nizana çawa Semaya xwe dîsan dilşad bike, li dawiyê ew neçar dibe û dibêje Semayê; were! Were dilê min, ezê niha ji te re rastiyê bêjim, ez gelek neçar bûm mîna gelek kesan derewan li te û li mala bavê te bikim, hema derewa yekemîn, ez ne şofêrê teksiyê me, ez mîna gersonekî li nik kurapê xwe kar dikim, ew pir dewlemend e, ew pir baş e, te ewa dît çiqas mirovekî lihevhatî û camêr e, bi serê min û te, eger ne ji wî ba, dê Almaniya ji me herduyan re xwen ba. Tu zanî min pir şerm dikir ku min bi diya te re bigota; ez li vir gerson im, ya din, ez geleeeek tirsiyam ku diya te bi min razî nebe, û bêjie; ma mêr li Efrînê neman ku em keça xwe ya xweşik ji gersonekî Amudê re bişînin, ma gersonên me jî li Helebê û Şamê tijî ne!! Erê bi xudê Sema! Paşê li vir pir kes derewan dikin, pir kes karên xwe ji xudanên xwe re jî nabêjin, ewanan şerm dikin , şerm ....yanê mîna nimûne, kurapê min herdem bi min re li ser telîfonê  digot; diya Cengîn mamoste ye û min jî weke te bawer dikir, lê min li vir her tişt bi çavên xwe dîtin, mamosteyê çi ! Halê çi ! Ewa rojê heyşt  demjimêran tewlêtên hotêlekê baqij dike, eger tu bawer nakî, ez siba te ji nişkava bibim cem wê, erê..,erê.., ev e rewşa me penaberan li vir, vêca tu Semaya min, bi xudê ewanan xwe pir bextewar dibînin ku dewleta Almaniya rêdana kar dide wan, hîn ev ne tişt e, bila hinekî dem derbas bibe, tuyê pir tiştên matmayî bibînî, erê Sema! Ma em çi bikin ? Jiyan weha ye, carna şîrîn e, carna tal e ..lê xeman mexe! Emê zû ji vî kirasî  derkevin, erê, erê.. têyê carekê bibînî ku em xawên xweringeh in, û tirêmbêlên me jî dê hebin ...Emê herin Efrînê...
Herdu pismam bi hev re baş kar dikin, pêwendiyên Semayê û diya Cengîn jî baştir dibin, herdem seredanên hev dikin, bi hev re digerin, li dawiya heftan herdu mal bi hevre diçin baregehên komelan.
Çend meh derbaz dibin, Sema bi du cana dibe, ewa dîsan dibêje Rênir, ma ne bes e, emê kînga zemawenda xwe bikin ? Diya min bû ye sed car ji min dipirse, ez jî hêdî mîna we fêrî derewan bûme, ez jê re dibêjim; îro, siba , îro, siba ...  .Baş e gula min !  Baş e çûka min !  Bila haya te tenê  ji  zikê te hebe! Tu vê an vî zarokî ji min re biparêze, hema tu kînga dixwazî, emê zemawendê xwe bikin.
Hunermend jî bi Rênir re dibêje; rast e..,rast e.. ,bes e, va ye zarokê we li ser rê ye..,erê pismam tu tenê bêje erê, Beriya ku zarok bibe bi du mehan, Hunermend zemawendeke mezin li xweringeha xwe de çê dike, mêvanên vexwendî jî pir in, lewra jî lêçûna zemawandê ji xelatên mirov û hevalan derket, û bi ser da jî Rênir dikane hîn tirêmbêlek bikire ..
Semayê keçek aniye, navê wê jî bû ye Gulistan, lê Rênir di buharê de gelek wêneyên wê kişandine, ewanan bi dîwarên malê dalaqndine, ew gelek caran êvaran radibe şîşa şîr dike devê keça xwe..,hema hindik ma bû ku ew bi Gulistana xwe re dîn bibe,li ser wê distirê û helbestan dinivisîne .
Di rojeke înê de, Sema bi ser xwe de pir diponije, diponije û di vê rojê de  jibîr dike limêja xwe jî bike, hestên wê germ dibin, dikelin, dilê wê bi ser keça xwe û Rênir de tenik dibe, û stêrên dilovaniyê bi ser mêr û keça xwe de dibarîne.
Hêdî, hêdî ewa  gelek bi nazîk ji Rênir e dibêje; ez zanim tu pir têgihîştî yî, tu zor şehreza yî, tu pir pêşketî yî , tu mirovek î nûjen î, lewra ez kanim niha pir bi sanahî bi te re bêjim, here Gulistanê li ser navê pismamê xwe binivisîne !  Bes e te pir guneh e!
Te got çi? çi? çi?
Yekser

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark