Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriya Rewatiya Xwe Ji Qamiþlo Sitand

 


Mihemed Ebdê
 
Di roja În ê  11.10.2013- an de , kongirê giþtî  yê nivîskarên kurd li Qamiþlo hat damezrandin, dibin duriþma ( Nivîskar Wijdanê Gellan  e) Ji bo vê yekê ji me tevan tê xwestin em bi wijdan ê xwe rajin pênûsê û  binivîsin wek ku me dît , ji ber ku tê gotin ji mêjve (Werîsê derewan kin e) Û ne bi got-gotan nivîskar helwestan avadikin  ji ber ku her derew wê eþkere û zelal bibin, û derew li mirîyan dibin ne li saxn.


Sebaretî axavtinên çewt , yên ku tên gotin li kolanên û koþeyên reþ û zik reþiyê. Yên ku ta îro ji bilî hêrîþên dijwar nayên li ser masê yên ku em ji wan ti sûdê nagirin ,  lê belê tenê  ji bo rew-rewkê li ser rewatiya kongir çêkin yê ku cara yekemîn e di diroka niviskarên  Rojava de 144 nivîskar komdibin di kongirekî li bajarekî pîroz ,li Qamiþlo, tevlî vê jî hin hen dixwzin pêl dîmuqrasiyetê û vîna van nivîskaran bikin û kongir beravêtî bikin , tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane her karê xerab dikarin bikin û bêjin: Me digot kes nikare ti kongiran ava bikin di vê qûnaxê de , lê hêza rastiyê û tim biserdikeve  û bi vîn a kesên dilþewat ji bo xizmete kurdayetiyê û wêje ,çand û kiltûrê kurdî  tenê mabesta wan ne, dûrî berjewendiyên kesane û xwesteka wan welatek sazkirî bê avakirin di paþe rojê de .
 Ji wan re dibêjim yên ku merc didanîn û digotin: Kes nikare ti kongiran li darxe ,Ez dikarim bêjim wan  ( kevir ê biçûk yê ku ti necibîne……..)   ji ber ku em tev dizanin ev piroje ne ji ber avê hatiye û ne jî zayînek siruþtiye, lê belê bi ked , xwêdan û xwîna birek nivîskar ji hemî bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê ji hindiriwê welat  û bi þêwirdariya hin nivîskarin li derve ,  piþtî 2û salan ev kongir hat li darxistin ,  ango ji ber giringiya hebûna saziyek û seywanek nûnertiya nivîskaran bê damezrandin girin û pêwist bû .
Rexin rewa ye , û bi rexnê pênûs riya xwe nasdike û bejna wê bilind dibe.
Ez jî dengê xwe tevlî hemî rexnên rewa dikim , û dibêjim þaþ î hebûn, lê nayê wateya ku em xwe disr her karî re bigirin û nivîskaran na pejrinin ji xwe pêve û dijîtiya her karî  bikin û lingê xwe lê karê ku hatiye avakirin bixin ji bo em kesna razî bikin û xwe bixapînin .
 Ji ber ku ev kar- karekî dirokî ye  û di dîrokê de hat nivisandin û ji bejna pênûsa ne rast bilindtir bû , û bilindtir e , û hemî pênûs bejna xwe li ber karek wisa ditewînin.
Banga min ji hemî nivîskaran re ber em daran di sere xwe de ne kutin. Lê werin em hemî li yekîtiya xwe bibin xwedî ji ber ku ev yekîtî  mala we ye,  sêwana we ye , û tenê yekîtî me sere bilind dike di nav gelê me de û morale gelê me geþdike .
Ji bo em tekez bikin ji xêr nexwazan re  ku hêza rastiyê ew e hêza herî mezin û bejna pênûsa xwe bilind bikin dûrî nakokiyan û berjewendiyan û kînê  û em diyar bikin ku  ( Nivîskar Wijdanê Gellan e )
15-12-2013  Qamiþlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.14
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark