Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: bikaranīna dengź ź

 


Subhi Ahmad

Dem hatiye ku em li ser mijarên nazik (hesas) bisekinin ji ber ku ew di zimanê kurdî de gelekî pêwîst û giringin.
Dengê (ê) wek dengekî yan jî wek peyvekê hežt bikaranînên xwe hene ji ber vê yekê em dikarin bêjin zimanê kurdî zimanê dengdêran e, zimanekî pir nazik e û (hesas e) ji ber vê jî mijarên pir nazik di nav de hene,em ê ewayên bikaranîna dengê (ê) bi awayên cuda žrovebikin.


1-   Dengê (ê) mîna tîpeke ji tîpên zimanê kurdî ye û
Ew jî  tîpeke dengdêr e. Tîpa deng dirêj jê re dibêjin.
Wk:  ( a – e – ê – i – î – o – u – û – ).
2-   Dengê (ê) wek zayenda(veqetandeka) nêr ji bo navên nêrza tê bikaranîn û bi dawiya navan ve dibe. Ev yek ji bo malaniyê bide xwiyakirin. Ew jî wek (artîklekê)bi zimanê inglîzî tê xwiyanîkirin.
Wek:
     Kurê min
         Hespê kumêt çû çêriyê.
         Destê wî žewitî.
         Deriyê xaniyê te mezin e.
         Birayê te gelekî baž e.
            Dilê wî pir nazik e
         ………………………………..
3-   Dengê (ê) wek nîžanekirina navên mêza tê
bikaranîn û kurtasiya rengdêrên nîžandan wek (vê – wê)dide xwiyakirin.
Wek:
     Vê keçê av vexwar.
     Wê keçê stran got
     Keçê av vexwar.
     Keçê stran got
     Wê darê pel da.
     Darê pel da.
     Gulê ava žor vexwar.
     Vê gulê ji xwe re bibe.
     Pisîkê deh çêlîk anîn.
     Ez her roj Gulê dibînim.
     Ew dibîstanê nasdikin.
     Min ji Zîlanê re got.
 
4-   Dengê (ê) weke lêkera dema bê (pêžerojê) tê bikaranîn. Dema ev lêker di nav hevokê de hebe û li pêžiya lêkerê be, mirov dizane ku ew hevok dema pêžerojê dide  xwiyakirin. Ew jî ji lêkera (dên –  û di dawiyê de  ê) hatiye nîžankirin.
5-    
Wek:
     Ez ê biçim bajêr.
     Tu yê kengî bersiva min bidî.
     Ew ê zimanê xwe yê dayîkî bixwîne.
     Em ê mafê xwe bistînin.
     Hûn ê rojên xwež bibînin.
     Ew ê koletiyê ne pejirînin.
6-   Dengê (ê) wek nîžana (wî – wê) ji bo kesan û
     tižtan tê bikaranîn.
     Wek:
         Min li (wî, wê) pirsî.
         Min  pirsî.
         Te ji (wî, wê) re got.
         Te  re got.
         Ez bi (wî, wê) mijûlbûm.
         Ez  mijûlbûm.
         Em di (wî, wê) tižtê gihižtin.
         Em  gihižtin.
 
 
7-   Dengê (ê) wek bernavekî malanî  tê bikaranîn û
         Cihê bernavê (milkî) digir e.
Wek:
     Kurê min baž e, lê yê te çawe ye ?
     Karê min û te hêsan e, lê yê wî pir zehmet e.
     xaniyê min mezin e, lê  wî çawe ye.
     Beranê min qer e, ma  wî bi çi rengî ye.
     ……………………………………………………….
 
 
8-   Dengê (ê) wek gihanek tê bikaranîn  peyvan an jî
hevokan bi hev ve girê dide.
Wek:
     Birayê min ê delal çû serê çiyê.
     Destê min ê rastê têž e.
     Hespê me yê rehwal windabû.
     Min destê xwe ji wî žûçt ê ku dereng hat ba we.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark