Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Konê Reþ û dîwanek helbetên zarokan a nû

 


  Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Þagirtê Bedirxan im), ji rex weþanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed.
Bi min xweþ e ku ez diyariya wê, bi kurtî þanî we bidim:
Wek ku diyare zarokên cîhanê dibin çavnêrî û parastina (UNICEF) de ne UNICEF jîþaxekî bingehîn e jiþaxên netewên yekgirtî (UN), zarokên kurdan jî, beþek in ji zarokên cîhanê.


 Lê mixabin ku di vî warê çavnêrî û parastinê de bê par in. Piranîya wan ji bo xatirê nanê zikê xwe, kar û xebatên çetîn û dijwar, di bajarên rojhilata navîn de dikin, ew kar û xebatên ku di bend û mercên netewên yek girtî (U.N) de qedexene..
Bi mebesta ku îsal /2013 / 67 sal di ser damezrandina UNICEF re derbas dibe, ez ji dil û can vê dîwana helbestên zarokan diyarî zarokên gelê xwe dikim. Û bi hêvî me ku nivîskar û hozanvanên kurd, zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin, eger em yên îro ne, ew yên pêþerojên me ne.
Yekî wek Xwedê jê razî Ehmedê Xanî ji berî 300 salî ve ji bo zarokên kurdan nivîsandiye û gotiye:
Ev çend kelîme ji lûxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belekî ji bo biçûkêt kurmancan.
Yê min jî, wek xemxwar û zikêþekî zimanê kurdî, ez vê dîwana helbestan ji zarokên gelê xwe re pêþkêþ dikim.. Ji bo wan zarokên me yên ku hin bi hin û bê dil, dûrî zimanê dê û bavê xwe dikevin..
Ji dil û can spasiya xwediyê weþanxaneya Aram kak Vedat Çetîn dikim..
Konê Reþ
Qamiþlo, 18.11.2013


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark