Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sînaryo ya vexwendin û çûna bo beþdarîya rewþenbîrên Kurd ên rojava di “Rojên Edebîyata Baþûr û Rojava” de li Duhok ê

 


Lewend Dalînî

Çend gotin:
-  Ne tenê yekîtîya nivîskaran wek sazîyek ê vexwendî bû, lê nîvên wan jî, rewþenbîrên serbixwe bûn. 26 nav hatibûn,lê ên ku amadebûn ji çûnê re 22 kes bûn (2 ji wan jî ne vexwendî bûn!?).
-  Mamoste Hesen Silîvanî  vexwendin bi riya fermî þande sînorên derbasbûn ê li Brahîm Xelîl û Sêmalka.


-  Sê rê ketin pêþîya reweþenbîran da ku bi hêvîya di yekê ji wan re derbasî Kurdistanê bibin û wilo kar hate kirin?.
Sînaryo:
Dergehê Brahîm xelîl: Tanî tu bighêje dergehê Brahîm Xelîl, pêwiste tu herê sînorê Tirkî û bi rêke fermî derbasbê, da ku tu bi karibê ji sînorê Tirkî derbasî Brahîm Xelîl bibê? Ew rê di Reqa û Koban ê re diçe Cerablûs û ew rê jî di bin kontrola DAÎÞ û NASRA de ye û Pasteport jê re lazime? Rewþenbîran dîtin ku risk tê de heye û gelek ji wan bê pasteportin!? Wilo ew rê ne durist dîtin.
Dergehê Sêmalka: Li gorî di hate zanîn; sînor ji alî yê rojava û hêzên YPG ê de hatibû girtin? Û rewþenbîran biryar dan ku herin erênîyê ji vekirina Sêmalka ji wan bistînin? Û sê kes ji yekîtiya nivîskaran û ên serbixwe çûne nêk saziya giþtî ya pêwendîyên diplomatik a rojava( Berî wê jî cîgirê serokê yekîtî yê jî çûbû li gel wan). Herdû caran biryara wan yek bû ku deryê Sêmalka wê neyê vekirin ji çûnê re?! Lê soz dan û gotin eger we dil hebê em ê rê bidne we tanî sînor ê gund ê þirik ê lê ew rê a Qaçaxçiya ye? Ne dergehe?.

Dergehê Þirik û Þîlikê: Êvara berî çûna sînor û di civîneke xwe de, rewþenbîran birayar dan ku emê sibehê zû berê xwe bidin gundê þirikê, û em tev bi vê biryarê,  agahdar kirin.
Di riya çûnê û di hundirê Van ê de, me ji berpirsyar û amadekarê vê çûnê pirsî: Gelo we tu gotin yan jî soz ji rexê Kurdistan ê ve girtî ye an na? eger  Asaîþan rê dane me û em gihiþtin sînor? Gotin belê: Û me telefûnî mekteba pêwendîyên rojava bi herîmê re li hewlêr re kirîye û gotine erê?.
Peyre geleka ji hevalan gotin: Malava;  ma ne em rewþenbîrin û hêza me pênûsa me ye ma tu sînor Karin di pêþ vê hêzê de bi sekinin!?. Û wilo me meþa xwe berdewam kim û me tevan got: YAN EMÊ DERBASBIN Û YAN EMÊ VEGERIN?!
Di bin kolka qumandarê Asayîþ ê de û piþtî vexwarina çayeke þêrîn û gran? Asayîþan erênîya çûna me dan û bi otombîleke xwe li pêþ me meþîn û em gihandin sînor….Piþtî debasbûna sînor!? û li bin siha al rengîn; rewþenbîrekî xaka azad ramûst.
Ji katjimêr 10 ê sibehê tanî 6 ê êvarê dema serme û roj diçe ava dest pê dike!?  û tevlî sedên telfûn û guft û goyan? Em birçî û westîyayî vegerîyan malê?
Di vê derheqê de gerek em qencîya amir hêzê sînor û pêþmergên wî ji bîr nekin? Nemaze nanê semûn, av,,,, û a herî giringtir, hastên wan ên ku didan xuyanîkirin di xwestina derbasbûna me de? Lê mixabin ku ew jî weke me tu tiþt ji destên wan nedihate der.
Gotina dawî …………Sed rehmet li gora tebe ey Xanî yê nemir kû ji berî sêsed salî ve te li ser me Kurdan gotî ye:
Lew pêkve hemîþe bê tifaqin
Daîm bi temerid û þîqaqin!!!??
Em bi hêvîya li hevkirina Kurdan,  û vekirina sînoran ne? nemaze di vê dema ku guhertinên mezin li darin!? Belkî em bê ked nemînin.
Qamiþlo
 8/11/2013  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark