Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyaniyek ji Raya Giştî re

 


Konê Reş

Sebaretî çûn û vegera me a nivîskar û rewşenbîrên rojava bo beşdariyê di (Rojên Edebiyata Kurdî de li Duhokê/ Bakur- Rojava) de, dikarim bibêjim; berî çûna me a ser sînor, mamoste Hasan Silevanî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ez agahdar kiribûm derbarî rêka çûnê, ku bi tenê du rêk li pêşiya me hene; Pêşxabûr û Sêmalka. Çûna di Pêşxabûr re, pasport û Vîza gerek bû û ev yek gelekî zor bû..


Û wek ku hun tev dizanin, çûna di Sêmalka re jî ji roja 26ê meha çêriya paşî de bi rengekî fermî ji re PYDê ve hatiye girtin. Min jî ew wiha agahdar kir û destê xwe ji çûn û beşdariyê birî.. Lê di wan rojên berî çûnê de, ew kesên ku xwe bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê bi nav dikin, ji min re gotin ku me pêwendî bi Kurdistanê û Hasan Silêvanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên kurd re kiriye ku em bi qaçaxî di gundê Şirikê re derbas bibin, bi şertê ku PYD destûra me bide.. û gotin: Em çûne cem PYD, Desteya Bilind û cem beşê pêwendiyan, wan jî gotiye, ser çavan, li me ku em we bigihînin rexê din, cem pêşmergeyan..
Li ser vê yekê ez û hevalên xwe, tevî wan bûn û me berê xwe da Sînor. Saet 10ê sibehê, bi rêka YPG, wek ku soz dabûn em bi hêsanî gihandin cem pêşmergeyan.
Ji wir, ewên ku bi navê Nivîskarên Sûriyê xwe bi nav dikin, telefon ji Kurdistanê re vekirin.. û ji me re gotin, em niha bi wan re/ berpirsyarên herêmê re axifîne û wê niha otomobîlan bişînin pey me ku me bibin Duhokê.. Hema nivsaetekê, saetekê bêhna xwe fireh bikin... û em man û man û kes bi me ve nehat.. bêxwarin û av.. di nav toz û tirabêlkê de.. ta ku saet bû 6ê êvarî, sermê dest pêkir û kesekî li halê me nepirsî..?!! Me hin nan û ava wan pêşmergeyan bi wan re parvekir.. Ji saet 6ê evarî ta saet 7 wê, me li wê çolê, nederbasbûna xwe protesto kir.. Lê bêfêde bû.. Kesî li me guhdarî nekir.. Dawî em her 22 kes dilşiketî vegeriyan Qamişlo..
Gelo nederbasbûna me gunehê kê ye?
Îca her yek ji we bela li gor xwe şirove bike.. Ku lazimî hebe dikarim navan jî bibêjim..
Qamişlo/ 07.11.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark