Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nameyek pîrozbahî (Çavên gelê Kurdistana Rojava û tevgera me ya dadmend ron bin)

 


Dr. Ebdilmecît Þêxo

 Çawa tevgera gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi dilekî þikestî û xemgînî nûçeya girtina têkoþer M.Þ. Alî bihîst, bi hemî awayên þaristanî nerazîbûna xwe derbirî û rûya karbidestên Sûriyê di qada cîhanî de reþ û þermezar kir. Îro jî piþtî du mehan, tevgera Kurd û gelê Kurd bi dilên dilþad û þahnazî mizgîniya azadîbûna rêzdar M.Þ.Alî pêþwazî kir.


Serbestbûna têkoþer M.Þ.Alî, beþek e ji serbestbûna vîna tevgera Kurd û dêmokratîxwazan li Sûriyê, ji ber ku birêz M.Þ.Alî di jiyana xwe ya siyasî de herdem li gor nirîn û baweriyên xwe vîna gelê Kurd û vîna hêzên dêmokrat li Sûriyê li ser bingeha biratiya gelên Ereb û Kurd di çarçewa dewleta Sûriyê de derbiriye û berevaniya berjewendiyên niþtimanî bi pîdarî kiriye.
Bi vê bûneya pîroz de, pêwîst e em hemî çalakîyên partiyên Kurd, rewþenbîr, niþtimanperwerên Kurd, her wisa jî helwestên rêxistinên navnetewî, gelek partî, kesayetiyên Ereb li Sûriyê û li dervayê welêt di azadiya têkoþer, sekretêrê  P Y D K de pir giranbuha binerxînin û em serê xwe li ber têkoþînên  wan ji bo azadiya peyvê, serbestiya gelan, parastina mafên mirovan ditewînin û ji hemûyan re dibêjin, azadîbûna sekretêrê P Y D K li me pîroz be .
Lê divê em dîsan jibîr nekin jî, ku bi sedan kurdperwer, siyasetmedarên Kurd  û dêmokratîxwazên Ereb hîn di zîndanên destlata Sûriyê de jiyanên xwe bi setemkarî û jan têper dikin. Em lava û hêvî dikin ku têkoþînên azadî û dêmokratîxwazên kurdistanî, cîhanî ji bo  goristankirina peyvên mîna  "þoven", "dîktetur", "bindest"  û bilindkirina ala azadiyê berdewam bibin. Herweha jî dilxweþbûna gelên Sûriyê û hêzên dêmokratîxwaz bi serbestbûna hemû girtiyên siyasî, dê hîn bilindtir bibe .              
 Her bijî xebatên  hevbeþ!
Her bijî tevgera gelê Kurd!        
  17.02.2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark