Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekîtiya Miletê Kurd bi Yekîtiya Zimanê Kurdî Tête Pê

 


Salar Salih

Ev peyva pîroz,Mîr Celadet Bedirxan siyasetmedar û rewþenbîrê kurd yê navdar di Hawarê de nivîsîye,jiber girngiya wê di vê demê de ji dîroka miletê kurd,gereke îro em li ser peyva wî rawestin û vejînin û em þirove bikin û bixînin warê praktîkê de,çimkî di vê serdemê de miletê kurd li her çar parçê kurdistanê bi pêwîstî zimanekî stander e ku li dibistanan û zankoyên kurdî bête hînkirin,nexasime ku miletê kurd li rojava û bakurê kurdistanê di maweyekî nêzîk de dê mafên xwe yên netewî bidestxînin.


"Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê di yekîtiya ziman de gava pêþîn jî yekîtiya herfane , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene ,zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin" Mîr Celadet Bedirxan – Hawar,hejmara 9an.
Ez vê pêþinyarê wekû ku M.Celadet nivîsandiye pêþkêþî kongirê netewî kurdî dikim,yê ku di demek nêzîk de dê li Hewlêrê bête gêrandin,çimkî miletê kurd di vê demê de bi pêwîstî zimanekî fermî yekbûyî ye bêtir ji çi demên buhurî,daxwaza min ewe ku serperþtîkarên kongirê netewî vê xalê jî bikin xaleke serekî di programê kongirî de,jibo pêkanîna vê armancê jî (armanca yekîtiya zimanê kurdî) pêdivî bi avakirina korê zanyarî li ser asta her çar parçên Kurdistanê heye,û divêt zimanzan û zanyarên zimanê kurdî ji her çar parçên Kurdistanê bakur û rojhilat û baþûr û rojava cihê xwe di korê zanyarî de bigrin,wekû M.Celadet dide xuyakirin ku gava pêþîn li ser rêka yekîtiya zimanê kurdî ew yekîtiya tîpan e (herfan e),ango destpêkê divêt zimanzanên kurdî alfabeyekê guncaw bo zimanê kurdî bibijêrin ku hemî zarên zimanê kurdî pê binivîsin wek qonaxa yekem, dûvre di qonaxa diwem de kar li ser yekbûna rênivîs û rêziman û têrmên zimanê kurdî dê bête kirin.
Herwekî em dizanin ku zimanê kurdî yek ji bingehên serekî yên neteweya kurdî ye,û bi parastina zimanê kurdî herwisa tu milet û neteweya kurdî jî diparêze ji projeyên erebkirin û tirkkirin û fariskirinê,çimkî ku zimanê miletekî lawaz bibe herwisa nasnameya wî miletî jî pêre diçe,jiber vê yekê jî dagîrkerên Kurdistanê zimanê kurdî qedexe dikirin û yasa û ferman derbarî vê yekê derdixistin,herwisa navên bajar û gundên kurdî diguherîn û navên biyanî lê dikirin daku çi tiþtê bi zimanê kurdî tunne bikin,yekîtiya zimanê kurdî dê zimanê me xurt bike û dê bibe zimanê fermî li seranserî Kurdistanê,herwisa dê bibe alavê yekîtiya miletê kurd li her çar parçên Kurdistanê,di bîrûraya min de pêkanîna vê armancê ji giringtirîn erkên kongirê neteweyî yê kurdî ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark