Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Goman

 


Dr. Mehmûd Ebas

  Zelalkirne rewşenbiriyê û zanabûne mîjokî, ji pirsên bi  gomanî  dest  pêkiriya, ewe riye evakirne şehrezayê ya bi semiyan,  û fereh û bê sinor û bê dawî. warê nezelaliya rewşenê û wê de, bi gomanê, mîjokê kûr li derdora  mirovanê peyde bûne û piyde dibin, û şaxê pêjinê, bi pirsê gomanî, ferhbûne, û li ber ti sinore wê nesekinin, ji bonî daxaziyê beyaniya sedmên hebûn û şeherzebûne mirovatiyê piydebûne ji destpêke dîrokêve bi kûrbûn.


Ev mîjok çarçeyê giftûgoya ferhkirine, û ferehdikin, û pirsê giring li ser sedma hebûne jiynê dana xweyakirin û her tim pêşkêşdikin.
 Goman, wek pirske bê dawî û bi gelek bersiv, destpêke  mijûlbûne mirovanê, û avakirne rewşenbîrê bû. Di destpêke  zanabûnê de, deme ku  mirov ji zarokatê  derdikevê yan ji  deme ku ew ji çarçeve hovîtiyê cidebûya, li ser vî warî pirsê wî zêdebûne, û kûrbûne,  wek pirsê  zanebûne mirovatî, calakiyê ji bo jiyanke xweştir, û pêra gelek sedmê avakirine şehrestaniyê û rexnandinê wê  hatine xwiyakirin.
  Pirs di warkî de ne rawistihaye,  piştî demekê ji mijulbune  mirova mîjokî, dedighê zanistiyê hatine avakirin û pêşketin, di wê demê de felesûfê herî  xûrt,  ji gomanê zanebûne xwe dest pêkiriya,  li cem wa wek pirseke her tim bê bersiv  cihê xwe girtiya. Her wehe piraniya ola – bi teybet olê xwedayê ( Azmanî )- binghe bîr û beherê xwe avakiriya li ser pirsên bi gomanêve girêdayî, û xwestine habûn û nabûne xwedê ji vi werî derxin,  çarçavk  hişk û bilind li dora gomanê  avakirin, pirs kirne warê  ( kofrêde ) bi kesayatiya ku hemû bersvê xwe xistine destê wî de û nave wî kirne  ( xwedê) û wilo oleperstiyê xwe ji mîjokê gomanê bê bersiv  parastin, eu ji heya demeke ne dirêj,  dise goman li dore wê fereh hatiya hûnandin, xwedê mijarê bê dawî hatine pêşkêşkirin,  piraniya we bi xelekê Sofitiyê ve hatine girêdan.
Goman wek pireske bi mîjokî, bi pêşketne  mirovan re û bi demêre ferhedibê; û her tim cihê xwe digrê li cem her kesên ku bi azadî li jiyanê dimayizênin, û amadebûne wan di bê wek mayizandike  bê car, di ber barê  her tişîde di rabê,  bê  ku bighê taliya pirsan, û eu jî bi pêşketine mûjokê ve girêdayîya, û bi tayibet  nav bere her dost û mirovekî de, goman ne hatiye avêtin, li ber her daxazikê  pirsê  lerizî û bê bingeheke bi behwerî derketiye . di warne de daxwiyakirna wê  dibê sedma  jiyanke xirab û nexweş.
  Rewşenbîr û feylesûf û rêbarê olderistiyê gihane Armance xwe, di warê ku  pirsê xwe xistine bin tirsa gomaniyê de,  her beşekî ji wan, bi rêke cide, û wek pirske bê azadiye mîjokî  birine li ser  şaxê  jiyanê  bi tavahî, bê cilo li ser jiyana mirovan  sekinîne, wilo ji kûr li ser  ( xerîza ) di navbere mirovan û dewara de karkirine, û her wehe li ser hemû carcevê di  jiyanên de sûrûştê de ( tabiaa )   pêjinine, de bersivên  pirsên gomanin xwe bidin, û xwe bi bîr û behwerî bikin.
 Li ser sedmê hebûna jiyanê, bi gomanî wek kesê ne olî,   fereh  giftugo  û xebatka  mijokî  hatiye kirin,    gotinên we ji warên oleperisteyê cide dibin, xwedê nabinin berpirsiyarê  jiyanê  û hebûne wê.  di dirokê de nehatiye xuyakirin ku kes û tişt nayêne guhertin di ware xemkinê û kêfxweşê de û tirse ji mirnê û pêde. hilwest û mijok û jiyan bi tevahî têne pêşketin yan guhartin, wergerandin her tim derdikevin, daxwazi û meyzandin, demne bi pêşve û demne bi  paşve têne beyanîkirin, Ev bi gotna navberî de, di ware  (ilmî) de, lê mijokvanên   (nefsî) nikarin heya vê rojê bighin warekî ku mirov bixê seknandine daxwaziyê de. Nikarin bixwiyanî bidin, bê mirovek her tim kêfxweşe yan jî bihêrza. Di vî warî de pêşketin û ferhbûne  helwesta sikoloci  bi arikariya gomanê tê xwiyakirin.
    Wê cilo ba, ku di warkî mîjokî de.  bi serê xwe, bi tene xwe,  jiyan mirovatiyê  hatibe danîn?  Her tim kes kifxweşbe, yan her tim  lerizî û xeyidî û kelexî ( qeherî ) bana, yan jî şahînî û xemgînî ji bira wî necûbe? Pirsa yak amin,  wê zanestiya mirovatiyê pêşketibe?
  Pirs bi giştî gomanekê didê xwiyakirin, ka mirov têde cawa di meşê û helwestên xwe dişopênê, û dipêjinê ku jiyanke xweşî û zordest, û lerezbûn, qeher, û xemginî…li cem mirove her tim çima di gohertinê deya? mêjî kardikê û wilo ji xwe  rehet dikê, bê çilo di  pêjinê wilo ji di kevê gomanan  û xeman de. mirovê bi jiyane hêdike qayêl dibin hemberî ê ku dixwazin jiyanê tevlêhevbikin  pêşketne  şehrezayê ser rastikin, di navbere wa de goman amada ye,  ji hevdû û ji der dora xwe ne  xweşin, kasê daxwaziye şer û xirabî di wanda hatiya çandin   himberî  kesê  bi aştî  der dikevin li ser riwê vê zemînê, û sedem ji vê himberiyê re têne avakirin,  jiyan wê bi rêve necê di wek heviyê de. Newekheviya jiyanê mîjokê je hev derdixê, ew bingehe pêşketinêye, bê cidebûnan û newekheviyan şehrezaiytî nayê avakirin, û şehrezabûn bi pêşnakevê.  Hebûna kesê ku pir dipêjinin û pêjne xwe dixine bin bingeha gomanan de, ê ku pir di kelixin, ê dipirsin û li dûv zanistiyê dicin, û ê tembel û her wehe kesên din…, jiyanê didine beynîkirin, pirsa kesayatiyê zelal dikin, lê bersivê nikarin bidin,  û ev hemû bi gomanêve girêdayîye û bi wê  pêşkêşdibê.
 Pirsa ku xwe pêşkêş dike,  goman bi xwe ciya? û  çi xweşî û naxweşî ji derdikevin?  û  çime li cem hin mirvan  xûrte û li çem hine melûle? Ev pirs  ji nav gelek pirsên din  bingiha dexwaziye pir kesaya.
  Bê çilo felsfê li ser warê gomanê ferehbûna zanistê avakiriya, wilo jî sofitiyê li ser mijoka habûna xwedê li ser avakirya, dijî behweriyên olderestiyên xwedayê, û bahwerî bi habûna piştî jiyanê aniya, û di navda pêjiniya û kûr xebitiya, û li ser sedmên hebûnê sekiniya û pirsên bi goman danina ber xwe. Di navbere herdû beşê zanebûnê de ( Madî û rûhanî)   jiyan û sedmê hebêne wê, ketiya warê jev cidwe de, û  gelek pirs dimênin ne  xwiya, û ne naskirî, lî ser ku nakokiyê xurt di navberê de hatine  avakirin, wilo ji warin mîjokî ferh kirine, li cem kesr û derdê oldeste ji bone  habûne xwedê ne sekinîne û karkirine ku nepirse we li ser xwedeyê bê goman windabikin, û bi vê xebatê mirov  ji pirsên  bi goman dûr neketine. Lê pirên oleperistan li dûv bîr û behwerinan  mirovatiye xwe jibîrkirine, di bin  kolê dînbûne mêjokî, yan ji ya oldestî, hatine girêdan bi ruhaniya bi pirs û bê goman ve, bahwerî di warê mirnê de maya di bingehe  gomaneke ferh de. Kasê wilo di kevine  jiyaneke  bê xem de, û çi karekî bitirs û zor û  xeter habê xwe di wirde dibînin, ji ber ku jiyan li cem wa neme behaya.
 Di vê ramanê de, goman  di hemû werên xwede û hemû çarçevê li ser pirsan,  tê xwiyakirin bi hemû rengê xweve, wek  mirov di himberî  jiyanê de, yan ji di were  bîr û bahwerê xwede li hebûna piştî jiyanê, rojê wek hevî di jiyana kesa de çi li cem we didê pêşkêşkirin, bi taybet deme ku temnê xorte gelek guhertin têde çêdibin, herkes dibînê û dihnê xwe didiyê û goman di vê demê de cihê xwe digrê, lê pirsê bi goman û bê behwerî bi kesê li ser wara dimênin  û dikevine warên  giftugoya de, û eve ya ku lebtandinên  xorten ên mîjokî ji her rewşenbîrekî  şehreza têxwestin, ku riya pêwist ji wan re pêşkîş bikê…. her tim û di her warî de pirsên bi  goman  dimênên ên herî giran, û pêşkêş.

Ev rûpelin ji pêşgotine Ramana min ya bi nave ( Goman )  hatiya nivîsandin, di sala 1973 de.
Dr. Mehmûd Ebas
Amerîke

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark