Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hejmara pêncan ya kovara Dîwar derket

 


 Kovara Dîwar ku ji serê salê ve weþana xwe ya mehane destpêkiribû, hejmara pêncan jî li pey xwe hiþt. Mîna hemû hejmarên din, vê carê jî mijareke sereke ya hejmarê hebû. Di bin sernavê „ Li derveyî welat radyo û bernameyên bi kurdî “ de nivîskar û xwediyên ezmûneyên di warê radyovaniyê de ji bo kovarê nivîsandin.
Ronî Ardil li ser weþanên radyoyê li Elmanyayê rawestiyaye û bi taybetî rewþa bernameyên kurdî di rdyoya WDR de. Hacî Kardoxî ku yek ji berpirsiyarên radyoya Aþitî ye ku li Ewrupayê weþana xwe dike ji kovarê re behsa radyoya Aþitî dike.


 Þahînê Soreklî li ser SBS Radyo ya Australyayê nivîsand. Medenî Ferho li ser radyoya Mezopotamyayê ku weku dengî azadî û aþitiyê tê binavkirin nivîsand. Herweha Agirî Soran li ser radyoyên internetê û radyoya Kurdfm nivîsand. Li ser radyoya Rewanê ku bi milyonan kurd hiþyarkirin Têmûrê Xelîl ji kovarê re nivîsandiye. Mistefa Xelîl ji Australyayê li ser radyo fm2000 nivîsandiye. Necîb Balayî behsa  serboriyek dûr û dirêj di radyoyên kurdî de dike. Mijar bi nivîsa radyoyên kurdî yên li Turkiyê bi dawî dibe.
Hevpeyvîna hejmarê bi Mîrê stirana klasîkî ya Kurdî Hesen Þerîf re ye.
Di beþê gotaran de Mesûd Serfiraz li ser sedsaliya kovara Rojî Kurd û Omer Dilsoz „di romanê de detpêk“ nivîsandiye.  Ji bilî wê sê kurteçîrokên Bavê Zozanê û helbesteke Ciwan Nebî bi navê „di cengê de“ cih girtine.
Ji wêjeya elmanî  Ciwan Qado sê helbestên Gottfried Benn wergerandine kurdî. Cemîl Oguz li ser  belgefimê(Lêgerîna li Zilamekî Þîrîn) ku li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hatibû nîþandayîn nivîsandiye.
Ji bilî danasîna çend pirtûkên nû, portreya vê mehê ya kovarê nivîskarê kurd, Mulazim Ozcan e, ku niha weku girtiyekî azadiyê di girtîgehên turkiyê de ye.
Ji bo agahiyên berfirehtir li ser kovarê www.kovaradiwar.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark