Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Birc Evdalo gava yekemîn e

 


Qado Þêrîn

Ana mirov dikare bi zimanekî dirêj bêje ku li Basot û Birc Evdalo gava yekemîn ber bi birakujiyê ve hate avêtin.
Di wexta ku em hêvî dikin gava duyemîn neyê avêtin, em bi tundî kuþtina kurd bi destê kurd þermezar dikin û bang li aqilmendên Pyd dikin: wek çilo bûyera Basot û Birc Evdalo ne di berjewendiya gelê kurd de ye, her wiha ne di berjewendiya we jî de ye, êdî kiryarên wiha rawestînin, dubare nekin û li dengê dilê gelê xwe guhadrî bikin,


kesî we tune ji miletê we pêve, kiryarên wiha we ji doz û gelê we dûr dixînin, bihêlin xelk azad bijîn, xwe biparêzin û bêhna azadiyê bikin, bila xelk reþbîn nebin, bila koçber nebin û bila hûn nebin tawanbar û sedema birakujî û perçebûna kurdan, nebin mîna partiyên þimûlî û diktator, miletê xwe biparzin, û ji xwe bipirsin: kê em li ser serê milet danîne berpirsyar?
 ‘’Me me got got ta li me qetya bot’’, jixwe mû bi zimanê me ve þîn hat ji gilî û gazinan, lê tu ji kêre dibêjî. Me gelek caran nivîsandiye û gazina xwe ragihandiye ku: eger wiha berdewam bike, bêþek birakujî pêk tê.
Em Encûmena Niþtimanî û Desteya Bilind berpirsyar di ber kuþtina kurdan bi destê kurdan de dibînin, û ji wan re dibêjin: eger hûn dixwazin kiryarên wiha dubare nebin, ji kirasê xwe yê kev û rizyayî û ne di asta þoreþê de derkevin. Yan bikevin dawa jinên xwe û bêjin çîz an nebêjin em nûnertiya gelê kurd li Rojava dikin.
Rastî li ser xakê mîna ava zelal e, her kes xwe têre dibîne, û bi kevirekî û duduwan girik nabe, êdî bila Pyd, Ypg, Enks û Desteya Bilind bizanibin ku ew in sedema têkçûn, reþbîn, û rewþa ku kurd li Rojava têde ne.
Bijî yekîtiya gelê kurd
Bijî 12ê adarê
12ê adarê 2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark