Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bin dara gulê

 


 

Nûman Axîn

Di dema zaroketiya min de 
te dilê min havêt warê evînê
Derya xwînê vekir li cîgera min 
  te canê min kir perîþan


 Delala min 
ew dem tucar naçe ji bîra min 
Dema min
bi destê te digirt
û me baz di da
li nav gund
li ser rêya û banîkan        
Em di lîstin
lîstika çav girtî û veþartinê.
Li buharekê 
em roniþtin bin dara gulê
gulek sor
ji destê te min girt
ramosanek
ji dev û lêvên te  
yên hunguvî ez nîvmayî kirim
Gupek bûn hîn sêv
dema ser sîngê min de tu westiya
Porê tarî bi ser milan de hate xwar
Min dest havêt gerdenê deng jê nehat
çav rastî çavan
rondik bi ser rûyan de têne xwar     
Ez nizanim çi bi dilê min hat
talan bû xwîn
di laþê min de nema cih girt 
mîna pêlên deryan hestên min 
û ez ketim nav xeyalên evîna te. 
bin dara gulê
bin dara gulê 
eþqa te ez bi evînkirim
bin dara gulê 
dilê reben te bi hilim û bîhna xwe þiyar kir 
bin dara gulê 
min zaroketiya xwe winda kir       
bin dara gulê 
Stêrkek Li ezmanê dilê xwe min ronî kir.
                   
    Etîne  27.04.2010
Numanaxin@gmail.com 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark