Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Destpêka avakirina komele û bizavên Rewşenbîrî û konevanî yên Kurdî li Sûriyê (Rûpelin winda) 1927-1957

 


Dilawerê ZENGÎ

Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûn û bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.
Bi belavbûna rojnama (Kurdistan 1898)-an û çapemeniya Kurdî re, roj bi roj hizrê ramyarî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan berdigirt, û rojnameya Kurdistan li hemberî  zordariya fermandarên Osmaniyan şerê azadî û serxwebûnê domand. Ramana neteweyî roj bi roj di nav kurdan de, li ser destên nivîskar û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî xurtir û geştir dibû.


Di dawiya şoreşa 1908-an de, bi hatina (Ciwanturk) re, qûnaxeke nû dest pê kir. Rewşenbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ko çû (Ciwanturk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd derketin. konevanên Kurdan jî pişta xwe danê û dest bi avakirina çend komeleyên civakî û siyasî kirin. Ji wan: [Cemîyeta Azm-î Kavî ya Kurdistanê, Cemîyeta Hêvî ya xwendekarên kurd, Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û ..wd.], û ramana neteweyî bi riya perwerdeyî, rêxistinên civakî, xebata weşan û çapemeniyê re belav dibû. Wek weşandina [Kurdistan-1908-1909, rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurd, Rojî Kurd-1913, Yekbûn 1913, Jîn-1918, wd.]. Ev qûnax bi destpêka xebata neteweyî ya kurd tê zanîn.
Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-an, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên kurdan ber ne girtin. Imperatoriya Osmanî parvebû, ji ber ko para mezin ji xaka Kurdistanê di bin destê Osmaniyan de bû, Kurdistan jî pêre hate parvekirin. Di 16/5/1916-an û di riya van her sî dewletên mezin Rûsiya, Birîtanya û Ferensayê re û bi navînkirina -peymana reş -Saykis –Bîko-, Bakurî kurdistanê giha Turkiya, başûrî Kurdistanê giha Îraqa nuh, Rojavayê kurdistanê giha Sûriya û ji xwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de ma.
Piştî rûxandina dewleta Osmanî, kurdan derfet û nîreke nuh di derbirîn û çareser kirina pirsa xwe de dîtin. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çarde xal de;  ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bê çespandin. Pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata ramyarî û dîplomatîk çû. Serkêşê evê xebata dîplomatîk Şerîf Paşa bû, ewî doznameya kurdî pêşkêşî kongira Firasayê kir. Lê mexabin biryarên Sêvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-an bin pê kirin, û hevkaran soz û peymanên xwe bi Kurd û Kurdistanê re xwarin.
Piştî têkçûna peymana Sêferê û navînkirina Peymana Lozanê, di 29ê Cotmeha 1923-an de, Komara Tirkiyê tê çespandin. Hebûna kurdan tê tune kirin. Li ser vê yekê, hinek serbaz, axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurd li Erziromê di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de, bi navê (Komîteya Îstîqlala Kurdîstanê) yan jî tevgera (Azadî) rêxistineke siyasî dadimezirînin. Ev rêxistin bingeha pêxistina agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran bû.
Di dema ko li cîhanê miletên bindest doza azadiya xwe dikirin û rizgar dibûn, bi destên rejîmên setemkar Kurdistan dibû çar perçe, her perçak ji Kurdistanê bi welatekî ve dihat girêdan. Ev perçebûn ne tenê welatê Kurdan çarperçe kir, belê di warê (Civakî, abûrî, çandî û ramyarî) yê de jî perçebûn çêbû. Bivênevê, mirovê Kurd li ser xaka bav û kalê xwe  jiyaneke biyanî ma dijî. Hêvî û omîdên wî jî perçe bûn. Rewşeke nû di jiyana gelê Kurd de peyda bû. Ne tenê armanc û daxwazên bizava rizgarîxwaza gelê Kurd hate guherîn, belê li her perçeyekî ji perçeyên Kurdistanê û li gorî vê jîweriya nû reng û awayê xebatê jî hate guhertin.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925-an de, gelek ji wan siyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûriyê, Îraq, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû viyan û hêviyên kurdan ji hest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne.
   Di wê demê de, giringiyek bi girêdana kongirekî giştî ji bo yekîtiya hêzên kurdan yên belavbûyî li ser pirogrameke yekbûyî hebû.
Xoybûnê wek rêxistin ji bo Kurdistaneke serbixwe tekoşîn dida, ev daxwazeke rêzanî bû. Ewan welatparêzên kelecan û penaber kongirê xwe di 5ê çiriya pêşîn sala 1927-an de li Beyrûdê- Bihemdûnê, girêdan.
Damezrênerên Civata Xoybûnê ev bûn:
1. Celadet Alî Bedirxan. 2. Elî Riza kurê şêx Se’îdê Pîran. 3. Dr.Şikriyê Mihemedê Segvan. 4. Haco Axa.5. Bozanê Şahîn beg (serokê hoza berazan). 6. Mistefayê Şahîn beg.7. Emînê Ehmed (Serokê hoza Rima).8. Memdûh Selîm.9. Bedredîn axayê Hebisbenê.10. Tewfîqê Cemîl. 11. Fehmiyê Licî (nivîskarê Şêx Se’îd).12. Mele Ehmedê Şûzî.13. Feqe ‘Evdilayê Cizîrî. 14. Kamil efendî. 15. Kerîm efendî.
   Tev endamên komîta navendî bûn pêvî (Feqe Evdilayê Cizîrî û Mele Ehmedê Şûzî). Di wî kongirî de çend biryarên dîrokî hatin sitendin. Hêjaye em wan çend biryaran bînin bîra xwe:
1.Helkirina hemû civatên kurdî yên hene, û pêkanîna civateke kurdî ji hemû endamên kevin kom bibin û rê li ber endamên nû vekirî be.
2. Şoreşan li dijî tirkan dirêj bikin, ta yek leşkerê tirk li ser axa kurdan nemîne.
3. Berî pêxistina agirê şoreşa giştî, li ser van xalên jêrîn biçin:
 a) Ji bo hemû hêzên niştimanî ên kurdî, pêşewayê giştî destnîşan bikin.
 b) Rêxistina hemû hêzên şoreşgêrî li rêbazên leşkerî û cengawerî de baştirîn çekên şervanî di destên şoreşgêran de bin.
 c) Ji şoreşê re melbendeke giştî bê nîşankirin û ji bo hêza serkirdayetiyek bilind di çiyayekî ji çiyayên Kurdistanê ên bilind de bê danîn.
 4. Ligel dewleta Îranê û bi gelê faris re peywendiyên biratî û xweş girêdin.
5. Bi herdu dewletan (Sûriyê-Îraq) re peywendiyên xwe girêdin, û ew mafên li gora sekihên çavdêrî ko peyman û rêkevtinên dewletî bi kurdan dabûn, besin û doza tu mafên siyasî yên din ji herdû dewletan nekin.
  Xoybûnê, dest bi kar û xebata xwe ya neteweyî kir û bi serokên ‘eşîran, serdarên siyasî û bi malmezinên kurdan re têkilî girêdan.
  Xoybûn roj bi roj di bin serokatiya Celadet Bedirxan de xebata xwe di nav kurdên binxetê de berfireh kir û li pireya gund û bajarên kurdî xelekên xwe ava kirin. Nûner û endamên Xoybûnê li her çar perçên Kurdistanê û li derveyî welêt (Ewropa û Emerîka) çêbûn.
Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û şoreşa Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û geşkirina agirê şoreşa Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû.
   Xoybûnê gelek şêweyên tekoşînê yên ji hev cuda bi kar tanîn, wek nimûne di xala 17an ya destûra wê de tiştekî gelek balkêş cih girtiye. Ew jî ev e;”Propaganda divê him devkî him nivîskî bê çêkirin. Di warê propaganda devkî de miftî û derwêş divê stran, qesîde û çîrokên Kurdî di nav gel de belav bikin û bi vî awayî zordariya Tirkiyê nîşan bidin”. Nivîskar Rohat Alakon di vî warî de dibêje: ”Ev cara pêşîn ko rêxistineke Kurd folklor û edebiyatê di warê hişyarbûna neteweyî de wek çekekê bi kar tîne û vê yekê di destûra xwe de bi cih dike”. Ligel tekoşîna çekdarî, Xoybûnê bi taybetî baweriya xwe gelek bi kaxiz û pênûsê tanî. Xoybûnê wek rêxistin bi zimanê inglizî, fransî, erebî û tirkî çend pertûkên înformatîk û hînkar di derbarê rewşa kurdan de weşand.

  Radyoya kurdî li Bêrûdê hate vekirin û radyogêrê wê Dr. Kamîran Bedirxan bû. Di rojê de çarîk katjimêr nûçe, gotar û lêkolîn diweşand.
   Li gora biryara Xoybûnê Şêx Ebdilrehmanê Garisî rêkirin serxetê, lê mexabin ew çûn, çûna bê veger bû. Şehîd ket.
  Peywendî di nav Xoybûn û partiya Hîwa ya Îraqê de çêbû.
Piştî Celadet Bedirxan xwe ji Xoybûnê kişand Dr. Ehmed Nafiz cih digre.
 Peywendiyên xwe bi barzaniyan re nûkirin û çaxê tevgera Mele Mistefa Barzanî(1943-1945), alaya kurdî jê re rêkirin da li ser kopê çiyayên Kurdistanê bilind bike.
  Di sala 1945-an de Xoybûn û partiya Hîwa bi hev re raporteke hevpişkî rêkin kongirê Sanfiransîsko, doza mafê kurdan bikin.
   Xoybûn nûnerê xwe Qedriyê Cemîl paşa rêdike Mehabadê Ji bo pîrozkirina Komarê û alaya kurdistanê pêşkêşî serokê komarê kirin.
Birastî Xoybûn dîrokek bi serê xwe ye, emê li vir dagerin ser rewşa komele û tevgerên kurdî yên hatibûn ava kirin.
 Di wê demê de, dest bi damezrandina hin civat û komeleyên rewşenbîrî, civakî û werzişiyê hat kirin. Tevger û xebata pêşî bi destê Bedirxaniyan hate kirin û li ser serê wan Mîrê ronakbîran Celadet Alî Bedixan bû.
     Li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li bajarê Şamê civatek bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan ji wan penaberan re hat girêdan. Di wê civîna pêşîn de ev gotin kir:” Gelî Kurdan.. ! Gelî rewşenbîr û welatparêzên delal... Şoreş û raperînên me bi çekan bi serneketin û ne  jî gihan armancên xwe... Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewşenbîriyê, gelê xwe hişyar bikin, û pê şerê dijminê  gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewşenbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin... Bila zanîn çekê me be... û herne pêş..”
Bi saya serê Celadet Bedirxan wan penaberan berê tifinga xebata xwe ji eniya şer û cengan  dane eniya wêje û rewşenbîriyê û dest pê kirin.
Di roja 15-ê Gulanê sala 1932-an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Hawarê derxist. Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber bi çav bû, rehên xwe bera civaka Kurdî da. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji pireya nivîskar û rewşenbîrên kurdan re; mîna O.Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn..û hwd, û ji hêlekê din ve, bala hin Rojhilatnasên mîna Tomas Biwa, Rojê Lîsko û Pêr Rindo kişande ser civak, folklor û rewşenbîriya kurdî. Elfabeyeke nuh Latînî û wêjeyeke nûjen afirand û gelek pertûkên hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî de da belav kirin.
Di sala 1932-an de li şarê Hisiçayê li gor biryara Xoybûnê Komela (Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê) hat damezrandin. Endamên vê komelê: Hesenê Haco axa, ‘Arif ‘Ebas, Cegerxwîn, Dr. Ehmed Nafis, ‘Ebdilrehmanê ‘Eliyê Yûnis, Hemze Begê Muksî, Osman Sebrî, Resûl axa, mele ‘Eliyê Topiz, Mihemed ‘Eliyê Şiwêş û....htd. Armanca vê komelê xweşkirina jiyana xizan û perîşanên Kurd di warê tenduristî, xwendin û nexweşiyan de bû. Evê Komelê armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara:2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye weşandin, dide diyarkirin. Ji maldar û dewlemendên Kurdan dixwazin ko peran bidin hev û alîkariya xizanan bikin û ji sentera vê komelê re li Hisiçayê rêkin. Şaxên vê komelê li gelek gund û bajarên Kurdan hebû. Ev civata pêşî ye ko nîzamnama wê heye lê ji ber tengiya demê ezê Li ser nepeyivim.
Di sala 1937-an de Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan hat damezrandin, serokê civatê Dr. Ehmed Nafis û sekreterê Serok seydayê Cegerxwîn û berpirsiyarê Sindoqa pera Arif Ebas bû, û endamên berpirseyar: Celadet Bedirxan, Haco axa, Ebdirehmanê Eliyê Yûnis, Ekrem û Qedrî Cemîl paşa, Mela Eliyê Topiz, Mela Ehmedê Namî, Evdê Têlo û Mihemed Elî (Şiwêş).
Di havîna sala 1938-an de, li gor biryara Xoybûnê li bajarê Amûdê (Nadî CiwanKurd -Amûde) hat damezrandin. Serokê wê Mihemed ‘Elî Şiwêş bû û seydayê Cegerxwîn mamoste bû. Di vê nadiyê de zimanê kurdî û dîroka kurdî dihat xwendin. Di vê nadiyê de koma Rêçenasên Kurd (koma keşafên Kurd) hate çêkirin. Rêçenasên Kurd di kolan û cadeyên bajarê Amûdê de, bi cilên xwe yên wekhev û li ser sînga her rêçenasekî alaya rengîn, alaya kesk û sor û zer çikandî bû, dibin siya alaya kurdî ya ber bi ba dibû dimeşiyan û sirûdên kurdî digotin.
Ji xebata vê nadyê:
-Alîkariya hin malên belengazan bi pere û xwarinê.
-Gerandin û belavkirina kovar û pertûkên kurdî.
-Baweriyeke nû afirandin û dan zanîn ko xortên nû dikarin têkilî tevgerên rêzaniya welatê xwe bibin û dûrtir binêtin.
-Bi miletê Kurd dan zanîn ko bi zimanê Kurdî jî dikarin zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin.
-Pîrozbahiya cejna Newrozê.
-Geşkirina hestê neteweyî di nava gelê Kurd de.
Di wê demê de, bajarê Amûdê bibû qublegeha welatparêz û xebatkaran.
   Ji hêlekê din ve li bajarê Şamê xortên Taxa Kurdan dest bi tevgerin hêja kirin, ji van tevgeran (Nadî Henano) bû, bi serokatiya xortê ciwan Behaeldîn Wanlî hat damezrandin. Bi piştgiriya O.Sebrî û Nûredîn Zaza gelek xortên Kurd li dorê civiyan. Diyar e evê Nadiyê ta bi sala 1951ê dirêj kiriye. Ji ber ko bi karûbarê Merasîmên mirina Mîr Celadet Bedirxan rabibûn û bi navê nadiya xwe gotinekê lê dixwînin.
Di sala 1939-an de li bajarê Şamê li taxa Kurdan komela (Yekîtiya xortan) hat damezrandin. lê, evê Komelê pir dirêj nekir, li ser destê nivîskarê Navdar Osman Sebrî û Nûredîn Zaza xwe tevlî (Nadî Selah Eldîn ya rewşenberî) kirin, lê vê dawiyê navê nadiya xwe kirin (Nadî Kurdistan). Gelek xortên Kurda li dora wan civiyan. Dihat gotin ko ew nadî ya werzişî bû. lê bixwe xebata wê ji bo hînkirina zimanê Kurdî û geşkirina hestê neteweyî kar dikir.
Di 1-ê Nîsana 1942-an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Ronahî jî belavkir. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên şerê cîhanê yê diwemîn bi wêne da belav kirin, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewşenbîriya Kurdî de. Em dikarin bibêjin herdû kovar (HAWAR û RONAHÎ) Qur’ana zimanê Kurdî ne.
 Hêjayî gotinê ye, ko ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çande, ziman, raman, civak û toreya Kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, roleke pirî mezin di geşkirina hêvî û hestên neteweyî de lîstin û bandoreke mezin li Kurdên Binxetê (Kurdistana rojava) û bi taybetî li Kurdên Şamê kirine.
Di sala 1946-an de Ferensiz ji Sûriyê derketin û di bin bandora hest û ramana neteweyî û piştî rawestandina herdû kovaran (Hawar û Ronahî) li bajarê Şamê û rawestandina (Stêr û Roja Nû) li Beyrûtê û seknandina belavkirina pertûkên kutubxaneya Hawarê tevgera rewşenbîrî ne rawestiha, di wê navê de çend perûkên hêja derketin ji wan: Dîwana Cegerxwîn ya yekemîn (Birûst û pêt) û çîroka (Cîm û gulperî), û Osman Sebrî jî nemerdî nekiriye (Elfebeya Kurdî, Derdê me, Bahoz, Elfebeya Tekoz)..û hwd belav kirin.  Ew tevgera weşandina pertûkan bê qedexekirin û bi awayekî serbest û aza dihatin çapkirin û belavkirin.
Di sala 1951ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewşenbîrî) li Çiyayê Kurdan hate damezrandin. Endamên wê (Reşîd Hemo, Şewket Henan, Xelîl Muhemed, Reşîd Ebdurehman û Ibrahîm Qadir) bûn. Armancên wê belavkirina rewşenbîrî û hestê neteweyî bû. Programê evê komelê 14 xal bûn. Ji wan:
-Guhdan li ziman û rewşenbîriya kurdî û şerê nezaniyê bê kirin.
-Piştgiriya xortên xwendevanên zangoyê yê xizan bê kirin.
-Şerê setema axa û began bê kirin.
-Şerê noker û guhbelên Turkan yên li herêmên kurdî bê kirin.  
    Lê mexabin di wê salê de tev hatin girtin û komele têk çû.
Di sala 1953-an de Edîb Şîşeklî, Sûriya xist bin rejîmek leşkerî û bû serekkomarê welêt. Bi hatina leşkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê, nemaze kesên welatparêz û qomonîst bûn.? çi kurdekî welatperwer ko bi qomonîstiyê dihat gunehbarkirin ew jî dihat girtin û îşkence kirin. Pir dirêj nekir, di sibata 1954-an de, bi destê hin efseran hate rûxandin û gelê Sûriyê ji zulm û zora wî hat reha kirin. Di wê salê de hilbijartina giştî bi awayekî serbest û aza çêbû.
Di sala 1953-an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin.
Damezirênerên civatê:
Mihemedê Mele Ehmed, Samî mele Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elî Evdê, Derwêşê mele Silêman bûn.
Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:
1-Rizgarî û yekirina Kurd û Kurdistanê.
2-Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên Kurdan yên neteweyî.
3-Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê Kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.
4-Di dibistanên Kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê Kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişiyê.
5-Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewşenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêşerojê de çap bikin.
6-Weşandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.
7-Piştgiriya jina Kurd beramber nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê.
8-Her Kurdê ko bixwaze bibe endamê Civatê, diviyabû vê sûndê Bixwe: ”Ez bi Yezdanê Pak û dilovan û bi şerefa xwe û şerefa Kurdistanê Sond dixwim ko bi dil û can bibim endamê Civata Yekîtiya Xortên Demekrat ên Kurd li Sûriyê û bendên destûra wê bê kêmayî bi cî  bînim û jê re fidakar bim ta roja dawî”.
Xebat û çalakiyên civatê:
-Ji xebatên Civatê yên herî giring, xebata li ser çand û xwendina Kurdî bû.
-pîrozbahiya cejna Newrozê û girêdana şevînin siyasî û civakî û bîranîna damezirandina Komara Kurdistanê bi serokatiya nemir Qazî Mihemed ..htd.
-Belavkirina pertûk û rojnameyên ko li ser Kurdan dinivisandin.
Hêjayî gotinê ye ko evê Civatê piştî damezirandina Partî (1957) xwe helkir.
Di sala 1955-an de li bajarê Şamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) hate damezirandin. Endamên wê: Osman Sebrî, Hemzê Newêran, Hemîd Derwêş, Mecîd Hac Derwêş, Mihemed salih hac Derwêş, Xidir Ferhan ‘Îsa, ‘Adil ji çiyayê Kurmênc û Se’ed ellah (Se’do) Îbo bûn. Mexabin evê Komelê salekê dirêj nekir. Di wê salê de û bi taybetî di 18-6-an sala 1955-an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin.
Damezirênerên komela Zanistî û alîkariya Kurd:
Dr.Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Muhemed Efendî û Heyder Mihemed Kinco bûn.
Evê Komelê mîna yên berî xwe, xwendina zimanê Kurdî belav dikirin, û çend pertûkên hêja dan çapkirin û belavkirin. Ji maldarên Kurdan pere distendin û li xizanan belev dikirin. Bandora vê komelê li nifşên nû hebû. Endamên wê li pireya gund û bajarên kurdan peyda dibûn. Nav û dengê Endamên wê yên mîna Rewşen Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî û Hesen Hişyar tenê bes bû ko xort li dora wan kom bibin û  di vê komelê de kar bikin.
Kar û xebata vê komelê sînorên herêmên kurdî dernas kiribûn. Di riya rojnamevanê Aşûrî Yûsif Melek xwediyê Rojnama El-wicdan û Huriyê yên ko li Beyrûtê derdiketin, gelek nûçe û nivîs û berhemên hêja di babeta Kurd û Kurdistanê de didan belav kirin. Herdû Rojname, di bin baskê rêxistina Eyoka ya Qibrisî de derdiketin, ew partiya ko bi serhildaneke çekdarî ji bo rizgariya Qibrisê ji Îngilîzan û yekîtiya Qibris û Yewnanistanê rabûbû. Ev herdû rojname di riya vê komelê re li herêmên kurdî dihatin belavkirin.
Ji hêlekê din ve prof- Qenatê Kurdo nameyek ji vê komelê re rêkiribû. Naveroka vê nameyê ev e:
Gelî biran, ez xebata we pîroz dikim...  Çiqas zehmetî û dijwarî bê pêşiya we , ji we tê xwestin ko hûn navê Kurd û kurdistanê di riya her  kovar û rojnameyekê re- çi biçûk, çi mezin- belav bikin. Em di qirnê bîstan de ne, Qirnê pêşketina zanîn û zirayê ye. Miletên ko mafên xwe nexwazin tên jibîr kirin, Heger zarok negrî, dê ew şîr nade”.
                                                                                                  Q.Kurdo
Berhemên Komelê:
1-Pertûka (Qibris we berberiyet El-Etrak),Yûsif Melek bi zimanê Erebî.
2-Pertûka (Cînosayd) Kamîran Bedirxan.
3-(El-red ‘ele elkosmopolîtiye), Hesenîn Şiniwî, wegerandina Rewşen Bedirxan..
4-(Kîfah el-ekrad) Samid Kurdistanî (Cemal Nebez).
5-(Dêrsim di tarîka Kurdistanê de), Nûrî Dêrsimî.
6-(Rêol), bernama komelê.
7-Muzekerek ji (18)e rûpelan hate rêkirin ji kongirê Bandok ya li Qahîreyê hatibû girêdan.

Li gor gotina endamê komelê mele Ehmedê Palo ko di pertûka xwe de: Dewr û gera Kurdistanê, sal:1994, rû:4 di pêşgotinê de dibêje:
“Di 9-5-1957 –an de û nemaza gava ko givika şêx û melan bi destê Ebdilhemîd Serac û bi piştgirtina  mala şêx Ehmed hate çêkirin mele Ehmedê Palo xwe jê dide paş û nabe hevalê wan. Jiber ko dibîne ev kar ne ji bo kurda ye.  Li ser gotina wî di wê demê de ew endamê komela zanistî û alîkariya kurd bû. Ew komela ko di 1955+an de hatiye ava kirin, tenê li dora du salan dirêj kiriye û ji karê xwe sekiniye. Li ser gotina wî  evê komelê xwe tevlî partiya Demoqrat nekirye”.
Hêjayî gotinê ye ko di sala 1956-an de Apo Osman û Dr. Cemal Nebez bi hev re li ser peydakirina alfabeyeke latînî tekûz xebitîne û bingehê rêzana avakirina korî zanyarî kurd danîne. Lê mexabin bi çûna mamosta Cemal Nebez dervayî welêt re ew piroje li şûna xwe ma.

Di sala 1957-an de li bajarê Şamê komela xwendekarên kurd li zangoyên Sûriyê li bajarê Şamê hat damezirandin. Endamên vê komelê ji kurdên Sûriyê û Iraqê bûn. Endamên wê ev bûn: Elî Fetah Dizeyî wek serok, Hemîd Derwêş wek cihgir, Dr.Qasim Miqdad wek xeznedar, Izedîn Resûl, Xelîl Henan, Xelîl Ebdilezîz, Mûeyid Neqşebendî, Umer Şerîf, Enwer Bozan, Sibhî reşo, û….hwd. Diyar e tu lebata wan nebû zû dengê wan vemirî pêvî hin çalakî di nav xwendekaran de.

Di wê demê de li Cizîrê hin beg û axayên kurdan li hev civiyan û komikeke konevanî ji xwe re ava kirin: (Hesen Haco, Cemîl Haco, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Dr.Ehmed Nafis û Arif Ebas) bûn. Lê ev komik ne komele bû.
Di  dawiya sala 1957-an de Partiya Azadî li bajarê Qamişlo hate avakirin. Damezirênerên partiyê: Seydayê Cegerxwîn, Mihemedê Fexrî, Mela Şêx Mûsê Şêxî û Mela Şêx Mûsê Qerqatî û hin kesên din  jî bûn. Ev xebatkar tev endamên partiya Qomonîst bûn. Lê, ji ber şerê hin rêvebirên partiya Qomonîst ji kurdayetiyê  re, ew dûrî partiya Qomenîst ketin. Diyar e pir dirêj nekirin, ewan jî xwe tevlî damezrandina Partî ya Demoqrat kirin.

Rewşa Sûriyê ji sala 1954- 1958-an de berî yekîtiya di navbera her du hikûmetan Sûriya û Misrê de çêbibe,  gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de jiyaneke hinek xweştir di warê siyasî, civakî û wekhevî  de domand.

Ji hêlek din ve, piştî şoreşa 1952-an li Misrê û hatina serok Cemal Ebdulnasir û şoreşa 1958-an li Îraqê dengê dozdarên neteweya Erebên neteweperest li herêmê pir bilind dibû. Ji encama vî bayê neteweperest û gurbûna wê li nav Ereban, kurdan dest bi tekoşîna neteweyî kirin û ji bo pêkanîna mafê xwe yê dadimend kar kirin. Hestê neteweyî di nav kurdên binxetê de xurtir û geştir dibû nemaze piştî vegera nemir Barzanî ji Sofyêtê sala 1958-an û pêxistina agirê şoreşa 1961-ê li başûrî kurdistanê.
Di bin bandor û akama vê rewş û jîweriya nuh ya li herêmê û li hember vî bayê netewperestên Ereban pêwîstî bi yekirina van tevgera, komele, civet û libatan hebû. Xwediyê ramana yekirina van hêzan û damezirandina rêxistineke siyasî-neteweyî  yê yekta teqez Osman Sebrî bû.
Di 14ê hezêrana sala 1957-an de partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê hat damezirandin. Di destpêkê de navê Partî:”Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û yekemîn armanca wê ya balkêş rizgarkirin û yekirina Kurdistanê bû. Li vê dawiyê û li gorî jîweriya xwe navê Partî guhertin, kirin (Partî Demokrat ya Kurd li Sûriyê), ji armanca rizgarkirin û yekirina Kurdistanê hatin xwar.
Endamên komîta navendî ya partiyê ev bûn: Osman Sebrî, Hemîd Hec Derwêş, Hemzê Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan, Şêx Mihemed Îsa û piştî demekê Dr.Nûredîn Zaza  û Cegerxwîn tev lê bûn.
Bi damezirandina Partî re qûnaxeke dîrokî nuhzayî di civaka Kurdên binxetê de dest pê kir. Her welatparêzekî Kurd  xwe li dora partiyê  didît. Her kesî bawer dikir ko hêvî û omîdên wan wê di vê rêxistinê de bi cih werin.
Rast e, hinek ji van civat û komeleyên me gotî temenê wan kin û yên hinekan piçekî dirêjtir bû. Lê di baweriya min de kar û libata tevan ji hestekî kurdayetî dihat. Li gorî ûşt û mercên wê demê armanc ji sazkirin û avakirina van dezgehan berî her tiştî xwedî derketin li kesatiya xwe (xwenaskirin û xwedanaskirin) wek neteweyekî serbixwe.
Bêdiro! dibin siya rejîmên setemkar û zordar de jiyan ne azad û  ne serbest e. Narvîna wî miletî ne di destê wî de ye. Jiyana wî tev girêkûtk û awarte ye. Lê neyê wê wateyê ko li hemberî vê rewşa heyî em bêçar bimînin. Belê giring e ko dezgehên konevanî, civakî,şaristanî û rewşenbîriyê ava bibin. Lê em ne tarûmar û par û perçe bin, ne jî zindîkuj û mirîparêz bin.
Ez dixwazin gotara xwe bi gotina hêja Rewşen Bedirxan bi dawî bînim: “Yekîtiya Kurdan bidin min ezê Kurdistaneke serbixwe û azad bidim we”. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark