Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Qamiþlo reva pizîþkan ji rojavayê Kurdistanê diyar dibe?!

 


Mihemed Êbdê

Di van rojên dawî de diyardeya reva pizîþkan  ji rojavayê kurdistanê de diyar dibe. Nemaze li Qamiþlo ku di vê qûnaxa dawî de, ev reva pizîþkan ji erkê xwe yên mirovahî û karmendiyê, li cem xelkên van bajar û bajarokan dijîn, ne di ciyê razîbûnê ye..
 Û tirsekê li ba xelkên Qamiþlo çêdike. Nexasim di warê tenduristiyê de û bi taybetî li ba nexweþan û hemî welatiyan. Di rojên werin de pêdiviya wan ji bo gelê wan heye, nemaze di van rojên ku þoreþa me li dare.. di van rojan de hijmarek pêtir ji 30î pizîþkî, yên nexweþiyên herî xerab û giring ji rojava reviyan e,  û ew sûnd û peymanên xwe di dema derçûnê de nebirin serî û beravêtî kirin?!


Wek ku pê tê zanin di þoreþan de, û þerê sar yê cenga cîhanî de, ta roja îro bi hezaran pizîþk jiyana xwe ji destdan, bûn êzing û qurban ji bo welat û gelên xwe. Û di vê buhara Erebî de, bi 100dan pizîþk beþdarî þoreþa gelê xwe bûn, û hin jiwan raþtin çekan, û þerê çekdarê ji kirin di qadên þer de, xwe kirin ardû ji bo azadiya gelên xwe, da ku þoreþa  wan bi serbikeve, û di vê þoreþa Sûriyayê de ya ku bû 22di meh þoreþa wan li dar re , li paytextê û parêzgihan de bi 10an hevrêzin pizîþkan hatine damezrandin, û karê xwe ta îro diþopînin, ta ku navên xwe bi tîpên zêrîn danîn di dilan de, ev þoreþa ku bûye avsan di þoreþên cîhanî de, û qet netirsiyan ji mirinê…Û nerawestiyan e ji bo parastina gelên xwe û li gelê xwe xwedî derketin, û hinan ji wan jiyana xwe ji destdan. Wek damezrênerê hevrêzên pizîþkên Þamê û ber devkê wê Dr. Ibrahîm Nahil E`sman. Û pizîþkê þoreþê yê li Baba emro ku qîra wî diket Guhê me hemîyan yê ku ta îro dijî. Dr. Mihemed Al-mihemed yê ku me tevan di ekranan de mêrxasî, lehingî û wefadariya wî me di dît .
Pizîþkin me yên ku em pir bi wan þahnazbûn, yên ku di serhildana Qamiþlo, serhilda 2004ran de, yîn ku bûn simbol di dîrokê de mîna qehremana û lehengan, bi dilekî þewat her yek ji wan ji layên xwe ve berê xwe dan nexweþxana û bi rojan xew neket çavên wan de, û bi 100an ciwanên birîndar,birînên wan dermandikirin bi nehînî… Bê ku biramin di pêþeroja xwe de di ayendîyê de, û qet netirsiyan li ser jiyana xwe, tenê  mirovahî û parastina birîndaran û gelê kurd li bîra wan bû… Lê mixabin ev diyarde reva pizêþkan, qet me goman ne dikir ku em bibînin yan bibihîzin, ku ta roja îro ti ziyan li bajar û bajarokin me ne qewimîya, ji bilî serêkaniyê vê paþiyê?! Ku pizîþkên me ji erkên xwe birevin û qet neramin bi gelê xwe, û parastina xwe û malpatên xwe bihatir û balkêþtir bibînin ji kurd û kurdistanê.
 Hêvîya me ew bû, ku em bibihîzin pizîþkek, ji pizîþkên me îro berê xwe daya  Serêkaniyê ji bo birîndarekî , bi erkê xwe rabû ne, ew ji mirinê parastin lê mixabin ?!!Silav ji bo hemî pizîþkên qam bilind û xwyayî mina rojê, yên ku çûn ser dilovaniya Yezdan, nemaze Dr. Ehmed Nafiz Zaza, Dr.Qasim Meqdad Cemîl paþa….  
Silav ji hemî pizîþkên ku ta îro mane li ser karê xwe, û ne reviyn ne Silav ji bo hemî pizîþkên ku xwe amade di kin ji bo birevin…?!!
Qamiþlo
29-1-2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark