Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hevalê bargiran Arşevê Oskan

 


Roza kurd

Helbestvan, nivîskar  û  mamoste yê min yê zimanê kurdî  Arşevê Oskan di 25-11-2012an de, di temenekî pir ciwan de çû ser dilovaniya xwe. Ev zêdeyî 45 rojin, di ser mirina wî de derbas bûye, hîn jî destê min nagere li ser hevalê xwe yê bargiran binivsînim, girêkek dikeve gewriya min û  tiliyên min dilerizin…Arşev digot; ”Dema mirin li derî dide, gotin lal dibin” Belê helbestvano, bi wê kêliyê re, ne tenê  gotin lal dibin, lê belê, dil, giyan, hest, û jiyan tev lal dibin.


“Kurdistana Kurdistan, bexçê gulan, derdê dilan
Îro maye li bin destan ,barê giran, li ser milan”
Arşevê Oskan  zimanê kurdî jî li van rêzikên li jor zêde dikir û digot; “Ziman sitûna netewekî ye,  ziman jî, barê giran li ser milan e...Arşev ew “barê giran” dabû ser milê xwe û bê rawestan, nivîs, pirtûk û helbest bi zimanê kurdî dinivîsand.
Min bi Arşevê Oskan û  helbestên wî ji helbesta kurdî ya nûjen hez kir, min bi helbestên wî, evîn, jan û jiyan nas kir. Arşev, di jiyana xwe gişî de li ser zimanê kurdî  xabat kiriye. Helbestên wî ji çanda kurdî  re xizmeteke mezine. Helbestên Arşev neynika jiyan û civaka kurdî ne . Em ê bê guman gelek sûdê ji wan bigrin.

“Stêra ezmanê minî 
Tu hêza derya bê binî 
Bi keseran min gul av da 
Bi destê xelkê hat çinî” 

Rondikên xilmaşiyê
Ji çavên te diherikin
Pê, wêneyên bêrîkirinê

Ji gola xewnan dişon
Hevdîtin xweşe
Çaxên ku heyv bikene
Asîman bigrî
Awir biaxive

Gotarên Arşevê Oskan rasterast bûn! Wî gelek caran  çewtiya nivîsanadina nivîskaran bi kurdî rexne dikir. Digot; “Divê bi kêmanî nivîskar hewl bidin rast binivsînin, heger ew çewt binivsînin wê xelkê ji rêzê çawa bikin?”
Gotarek Arşev bi navê “Stûna her netewekî ziman e” heye. Di wir de li ser giringiya ziman disekine û weha dibêje; “ Pirsa ku heyanî niha neteweya me li ser lingan hiştiye û em wek milet parastine ziman e, ewa ku mijara me li ser ava dibe, di binê gundan de, ji devê pîr û kalemêrên me ye. Ev parastina ziman, ku çendîn bi zor û zehmetiyan re derbas bûye jî, ew gewdeyê xwe û taybetmendiya xwe wenda nekiriye.”
Arşevê Oskan herdem li ser zimanê kurdî dinivîsî,  di gotarên xwe de tu carî siyeseta “gula berberojê”nedikir, ango ku roj li ku be, berê xwe nedida wîr. Nivîskarekî, durust, dilsoz û bi her hawî rasterast bû. Ez çima dibêjim hevalê bargiran? Ji ber ku, barê Arşevê Oskan bi gelek hawa giran bû. Koçberî, dûriya ji malbatê, penaberî, barê siyaset,ziman û wêjeya kurdî, her weha barê nexweşiyek bêhempa li ser milê wî bû. Arşev hîn di buhara jiyana xwe de bi nexweşiyek giran ketibû, bi salan li himber vê nexweşiyê berxwe da. Wî tu carî nexwest nexweşiya xwe eşkere bike.
Dema me digot çima? Digot; Ez dixwazim helbest, nivîs û pirtûkên min ji aliyê kurdan ve were xwendin û min wek Arşevê Oskan nas bikin, naxwazim nexweşiya min li pêş be, dixwazim pênûsa min li pêş be. Digot, naxwazim tu xelatan ji bo ku ez nexweşim wergirim ez dixwazim xelatan ji bo pênûsa xwe wergirim. Ji bo wî, nivîsa kurdî di ser hertiştî re bû. Heta çend meh berî  koça dawî jî bike destûr neda me ku em nexweşiya wî eşkere bikin da ku xelatan ji bo ku nexweşe nestîne...
Arşev ji me re digot: “Min du caran soz da we û zora vê nexweşiyê bir lê vê cara sêyem ez soz nadim u garantî ji nadim, li min  biborin”. Min jê re digot, tu gelekî bi hêz e,  heger ez bûma, neha deh caran miribûma, ew jî dikeniya û digot , yê min ez ê, vê nexweşiyê  bikujim! Hîn zû ye, bila ez bibim 50 sal dûre ne xem e... Arşev ji ber nexweşiya xwe ya dîjwar bi demê re şer dikir , zanîbû dema wî  kême û dixwest berhemên di nav destên xwe de  xwe temam bike, û çend heb ji wan temam kir jî...Hezar carî mixabin ku cara sêyêm nexweşiyê zora hevalê me yê dilsoz bir. 
Arşev digot; Ez dixwazim gora min li welatê min be, ez naxwazim li welatê xelkê wenda bibim, ez dixwazim li welatê xwe Kurdistanê “bijîm”
Arşev evîndarê Ala rengîn û zimanê kurdî bû. Li Almanya tabûta wî bi Ala rengîn û pirtûkên wî hat xemlandin, lê, li Kurdistanê, Tabûta wî, bê Ala rengîn bû. Ev ciyê xemgîniyê ye. Diviyabû helbestvanê me, bi Ala rengîn bihatana xemlandin. Arşev ne ji rêzê bû , Arşev  beşek ji çanda kurdî bû, bi gelê xwe re durust dilpak û dilsoz bû, Arşev, HELBESTVAN bû!
Ez spasdarê Arşevê oskan im, ku wî li du xwe berhemên hêja hiştin. Wî Xewnistan ji me re hişt, da ku em têkevin nava xewnan û li rastiya xwe bigerin, wî Berbang Qedexe ye  ji me re hişt, da ku em bi şev û roj xebata ziman û welatê xwe bikin, wî Hêviyên Birîndar ji me re hişt, da ku em hêviyên xwe wenda nekin, wî Awazên Evînê ji me re hişt  da ku  em  evîn û dilzoziyê ji bîra nekin, wî Kovara Zevî ji me re hişt, da ku em tovên nû lê biçînin, wî Keşyiya Penaberan ji me re hişt, daku em rewşa koçberiya gelê xwe ji bîra nekin. wî Kê Gul Çinî? Ji me re hişt, da ku em gul û çîçekên xwe nequrmiçînin.
Arşev gelekî ji stranên Şivan perwer yên kevn hez dikir,  yek ji wan “Hevalê Bargiranim” bû. Arşev bi xwe jî Helbestvanê bargiran, helbestvanê Kurdistanê bû ...
Ji bo, berhemên Arşevê oskan û  ji bo berxwedana wî ya ji bo me...
SPASDARIM ...
Roza kurd     2013.01.10


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark