Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Êdî Bes e Xapandin

 


  Ebdisselam Xoce

Pêximber silavê Xweda lê bin dibêje:  
"Gunehkariya herî mezin ew e ku mirov axavtineke derewîn bike û yê beramberî wî jê bawer bike "
Ev serê pêncî salî  milletê Kurd li Rojavayê Kurdistan hemû rengên zilm û zoriyê dibîne û rêjîma Basî diktator  bi hemû awayan vî milletî ber bi tunekirinê de dibe, bi zagonên xwe yên awarte milê wî giran dike.


Lê îro derfeteke zêrîn hatiye peydakirin çimkî þoreþeke pîroz li dar e, û pêlên guhertinê nêzîk û ne dûr têne encamkirin, em weku millet û tevgera wî ya konevanî ji vê  guhertinê re amade ne an na?
Di baweriya min de û li gor rewþa tevgera konevanî… Na.
Û ev nabûn ne ji valahiyekê hatiye belê ji roja pêþî de ev yek diyar bû û li cem nifþên têgihiþtî di biryarên dawî de yên ku tevgerê stend teqez bû.
Tu ji wan dipirsî: Çima ev biryar û daxwaziyên bilind?
Dibêjin: Em ê doza mafê gewre bikin ta ku em ê biçûk misoger bikin…Mixabin…!
Çi tevger yan partî bê guman mifadariyê ji ezmûnên derdorên xwe dike, û ev yek dema ku tevgerê biryar stend diyar bû.
Kak Mesûd Berzanî ji wan re got:
"Ez destwerdanê di biryarên we de nakim, lê weke nerîn ne wisa ye, maf ne bi vî rengî têne çesipandin".
Fidralîzim, Otonomî, Serxwebûn û Aazadî ji miletê Kurd re mafin rewa ne, lê ta kîjan radeyê wê pêk bên...?
Di baweriya min de biryarên dawî kevneperistiyeke siyasî bû, û dema ku ew daxwaz  nîþanî berhengariyê kirin û nehate qebûlkirin ev yek xuya kir. Ew partiyên ku li ser fidralîzmê teqez dikirn mîxê dawî li darbesta wê xistin  û sûreke mezin di navbera xwe û berhengariya Erebî de ava kirin.
Di baweriya min de qonaxeke hestyar û hûrbîn e, rêveberiyeke têghiþtî jê re gerek e û mixabin em ne li gor vê  qonaxê ne, em hîn milletê xwe bi duruþmên  nebûyinî û neheyinî dixapînin, , ya pêwist ew e ku em hewl bidin mafên xwe wekû millet di destûreke nû de biçespînin, li gor yasa û peymanên navdewletî, û em bi milltê xwe re  rast bin, û karibinn li ser nerîn û berjewendiyên derdora xwe rawestin.
Li dawî dikarim bibêjim: Pêwîst e ku em doza tiþtin biçûk bikin ta ku em yên berz bi dest bixin.
Gello wê guhdarî hebe…!!!?

Hewlêr: 5-12-2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark