Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: Kovara Dīwar dest bi wežanź dike

 


  Çima Kovara “Dîwar”?
Her wežaneke, berî dest bi wežanê bike, pirsa “Çima em dertên?” divê ji xwe bike. Yê me jî bersiva “Çima Kovara Dîwar?” wisa ye:

 Li seranserê cîhanê, kovarên bi kurdî yên çandî û wêjeyî, kovarên ku bi mijarên çandî yên aktuel mijûlin, pêre jî nimûneyên baž  ên ji çîrok û helbestên kurdî biwežînin, hene yan nîn in, yan jî gelek hindik in. Li ser vê em ketin rê û “Dîwar” weku pêdiviyekê hate holê.


Kovar wê li ku amade bibe û li ku belav bibe?
Navenda kovarê li Elmanyayê ye. Edîtorî jî. Lê di serî de ji Stenbolê, ji bakur û rojavayê Kurdistanê, her wiha ji Ewrupayê hevalên ku ji niha de em bi wan re ketine nava tevgerê, ew dê hem ji me re nivîsan amade bikin û bižînin, hem jî dê bi der û dora xwe bidin nivîsandin û žandin. Bi vî awayî emê bikin ku kovar hem neteweyî û hem jî navneteweyî be. Lê emê bikin ku hem bi awayekî çapkirî, hem jî bi ser internetê re (wekî PDF) ragihînin her kesî.

Di warê xwegihandina kovarê de, hem bi rêya e-mailê û hem jî bi rêya telefonê her kes dê bikaribe xwe bigihîne kovarê. Emê bikin ku li her welatê dinyayê aboneyan çêbikin û kovarê bigihînin wan. Ji bilî vê, li hin bajaran (wekî Stenbol, Amed û hwd.) dê li hin cihan kovar bê peydakirin


Çima mehane?
Em bažûrê Kurdistanê deynin aliyekî, li perçeyên din ên Kurdistanê, li Ewrupayê û welatê din ku gelek kurd lê dijîn, hejmara kovarên bi kurdî gelek kêm in. Yên hene jî, hin jê sê mehane ne, hin du mehane, hin nikarin di dema ku diyar kirine de bi rêk û pêk bên derketin jî. Bi gotineke din, bi kurmancî, hin kovarên sê mehane û du mehane yên kurdan hene, lê mehane nîn in. Me xwest bi awayeke mehane em kovarê ragihînin xwendevanên kurdî û hindik be jî vê valahiyê dagirin.


Çima Aktuel
Kovarên me yên kurdan piranî “çandî, hunerî û wêjeyî” ne. Lê piranî jî sar in, ji aktuelbûnê dûr in. Me xwest bi “Dîwar” hem aliyê çandî yê aktuel pêž ve bibin, hem jî nimûneyên girîng ên ji wêjeya kurdî pêžkêžî we bikin. Di kovarê de hûnê her meh bikaribin bi rehetî agahiyên çandî yên aktuel, mijarên girîng, balkêž û aktuel bixwînin. Di heman demê de mînakên baž ên ji çîrok û helbesta kurdî, hûnê di kovarê de bibînin. Perçeyeke girîng emê ji bo danasîn, rexnekirin û nirxandina pirtûk û bûyerên wêjeya kurdî veqetînin. Bi awayekî ku reng û dîmenê wêjeya kurdî ya nûjen, meh bi meh, bê bigewdekirin. Pêžniyara me ev e: Hema Dîwar bižopînin hûnê bibînin ka em qala çi dikin…


Kovara ku telîfê dide
Di serî de me got tenê derxistina kovarê, ji bo vê ji nivîskaran nivîs xwestin têrê nake. Me got li dinyayê tižtê heye ku em kurd nakin çi ye û em li ser wê fikirîn... Di dawiyê de me got her kes peyvek be jî, binîvisîne, ew peyv bi qîmet e û nivîsa ku ji van peyvên bi qîmet dertê biqîmetir e, loma jî telîfê heq dike. Loma em dê ji bo her nivîs, çîrok û her helbestê telîfê bidin.


Rêbazên me ji bo wežandina nivîs û nûç eyan
- Edîtoriya kovarê azad e, her nivîsa ku bê biryara wežandin an newežandinê bide. Di vî warî de azadiya xwe her diparêze. Ger biwežîne jî newežîne jî hayê nivîskar pê dixe.

- Edîtoriya kovarê her nivîsa ku ji wan re bê žandin ger biecibîne diwežîne û pêre jî telîfa nivîsê çiqasî bike dižîne ser hesabê bankeyê yê xwediyê/a nivîsê.

- Bîrdozî û baweriya kesan çi dibe bila bibe, her kes dikare ji Dîwar re nivîsan bižîne.

- Di çîrok û helbestan de nivîskar azad in ji xwe re mijarê hilbijêrin. Lê wekî din nivîs/nûçeyên balkêž û girîng ên li ser çandê hebin û nivîskar/rojnameger bixwazin ji me re bižînin rûpelên kovarê ji bo wan jî vekirî ne. Her wiha di rewžeke wisa de berê de dikarin me agahdar bikin ku dê li ser mijareke wisa nivîsekê binivîsin û bižînin.

- Her nivîsa ku ji Dîwar re hatibe žandin divê li ciheke din nehatibe wežandin.

- Her nivîsa ku ji Dîwar re bê žandin û bê wežandin, êdî ew nivîsa “Dîwar”e û bêyî destûra fermî ya edîtoriya Dîwar li tu kovar, rojname, malperan nayê wežandin, çavkanî bê nîžandayîn jî wežandina wê qedexe ye.

- Ger ew nivîs çîrok an helbest be, xwediyê nivîsê rojekê pirtûkekê derxe dikare wê helbesta xwe an çîroka xwe têde biwežine, lê wekî din nikare li ciheke din biwežîne. Ger Dîwar bi xwe  ji çîrok û helbestên jêre hatine žandin weku pirtûk berhev bike û biwežîne, wê çaxê li gor derfetên xwe careke din telîfê dide xwediyê nivîsê.

- Edîtoriya kovarê, di nivîsan de, li asta wêjeyî, li girîngî û balkêžî, li zimanekî žayik û kurdiyeke pak digere.
Em kî ne?
Em çend kesên serbixwe ne ku di bin banê “Hêvî Gruop”ê de hatine ba hev û derdê me ew e, ku bi vê kovarê  em beždarî avakirina dîwarekî ji dîwarên avahiya wêje û çanda kurdî ya hemdem bibin.

Berpirsiyarê Gižtî Agirî Soran
Gerînendeyê Gižti yê Wežanê Helîm Yûsiv
Kordînatorê Wežanê Cemil Oguz
Kovara Dîwar, bi hatina sala nû -2013- re, dest bi wežana xwe ya mehane dike.

Li bendê bin.


Navnîžan û têkilî:

Dîwar

Friedhofstr. 19

64401 Gross-Bieberau

Germany

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark