Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serê Kanyê û rûreşiya me

 


Qado Şêrîn

Pêşiyên me ji berê de gotine ‘’Giya di bin keviran de namîne’’. Serê Kanyê giya ji bin keviran derxist û derew û durûtiya hinan eşkere kir ku herêmên kurdan hîna rizgar nebûne, û heçê tiştekî din dibêje xewnan li ser leylanê ava dike.
Dêmek Serê Kanyê ji bo cara duyemîn ji aliyê Artêşa Azad ve tê rizgar kirin, piştî ku Pkk cara yekemîn rizgar kiribû, dêmek Artêşa Azad bajar ji Pkk rizgar kir. Cara yekemîn dilopek xwîn nerijiya, di dûv re diyar bû ku hêzên Esed hîna jî di bajêr dene û rizgarakirina ji aliyê Pkk ve mîna radestkirin û parkirinê bû.


Artêşa Azad şaşiyek mezin kir derbasî Serê kanyê bû, bû bihane ji rêjîmê re ku bi tang û top û firokeyan li malên sivîl û bêgunehan bide û zarokan bikuje.
Wek çilo Artêşa Azad mahne da rêjîmê ku li bajêr bide, her wisa Pkk mahne da Artêşa Azad ku bikeve Serê Kanyê û bajêr ji her du hêzan rizgar bike, ji hêzên rêjîmê û ji yên Pkk.
Rizgarkirina Serê Kanyê ji hêzên Pkk dikarîbû ji bo wextekê li paş bikeve, ta piştî rûxandina rêjîmê, wê wextê dê firokeyên wêranker tunebana û dê zarok, jin û kal nehatana kuştin.
Sûnc û gunehê Encûmena Niştimanî ya Kurd û Pkk di ketina Artêşa Azad bo Serê Kanyê de heye, eger wan Serê Kanyê ji hêzên Esed rizgar bikirna, mahne ji Artêşa Azad re nedima. Çi tê û bê serê me ji dû kiryarên me yên şaş e.
Di gelek xwepêşandanên aştiyane de li Serê kanyê, xelkên bajêr bang li Artêşa Azad dikirin û kêfxweşiya xwe bo hatina wan diyar dikirin, daku bên bajêr ji hêzên Pkk rizgar bikin, hêzên ku bi kiryarên xwe yên şaş xelkên bajêr mecbûr kirin ku banga xwe bibin Artêşa Azad.
Ana sê hêz di bajêr û derdorê dene, hêzên Pkk, hêzên Artêşa Azad û hêzên rêjîmê, vêga xelkên Serê kanyê divê bajêr ji her sê hêzan rizgar bikin.
Bi texmîna min serpêhatiya Serê Kanyê dê li bajarên kurdan ên din jî dubare bibe, çimkî hal û rewşa wan bajaran eynî ya Serê Kanyê ye.
Têbînî: Mixabin ta ana serok û rêberekî kurdan neçûye serdana Serê Kanyê û li wir nehatiye dîtin.
11/11/2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.57
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark