Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pênûsa te tivinge

 




lazgîn dêrûnî

Rewþenbîr û yên nivîskar
Milet li we dikê hewar
Çav li we hêvî mezine
Çare zanîn û xwendine


Va li nav me bûye bihar
Têde bike xebat û kar
Rola te îro giringe
Pênûsa te wek tifinge
Karê te pîroz û rinde
Milet bi te ser bilinde
Ti rêber û ti rêzanî
Ji bo milet ti zimanî
Hemî werin ser yek xetê
Em bernedin vê derfetê
Keç û xota þiyarbikin
Bi xebat û bi karbikin
Kurdistan û kurdewarî
Divê em rajin vî barî
Bi zorê yan bi hêsanî
Ala rengî hildin banî
Gund û bajar bên rizgarî
Ji bin destê vî kedxwarî
Bawerbikin hevalên min
Pirin kul û xeyalên min
Tenê kulek min di kujê
Bindestî ew min di pijê
Lê bawerya min mestire
Viyana min hê xwertire
Berxwedana min xwendine
Mizgîn li ber çavê mine

9/11/2012  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark