Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ev lêlê ye hê lolo maye

 


lazgîn dêrûnî

Du heval bi rêkê ve çûn, rabûn jevre gotin :ka emê bi dorê hev hilgirin, yekî ji wa got: lê wê çawa dora yê dî werê?hevalê wî lê vegerand û got: yê siwarbê wê sitraneke xwe bêjê û wê peyabê, wê bê dora yê din ,ewjî wê sitrana xwe bêjê ...û wilo heta em bighine cihê xwe.
Yek ji wa li ser piþta yê din siwarbû û bi dest sitrana xwe kir û got: lêlê lêlê lêlêêêêêê........


qûnaxeke xweþ meþin hevalê wî dibinde westiya û hê ew di bêjê lêlê lêlê... rabû jêre got: heval ma lêlê xilas nebû va ez westiyam, lê vegerand û got: heval ev lêlê ye hê lolo maye!!!!!
Ev dihê salane kû partiyên kurdan li SÛRÎ li ser piþta vî gelê jar û perîþan siwarbûne û lêlê dibêjin , li wan xweþ hatiye, bi soz û peymanên pûç û vala gel dixapênin , gel dirazênin, yekîtiyan bi hevre çêdikin , encûmenan avadikin, desteyên bilind radigihênin lê bi gel re tiþtekî çênakin , naxwazin sitrana wan bi dawî werê da ji ser piþta millet peya nebin, bi navê kurd û KURDISTANÊ nanê xwe dixwin, diçin konfiransan , tenê ji bo partiya xwe û ji bo kesatiya xwe bidin xuyakirin, ji bo wêneyên xwe li ser enternêt û "facebook" belavbikin, li navdarya xwe digerin , lê qet heya wan ji gel û mafên gel nîne, gel tê kuþtin , tê girtin, koçber dibê , penaber dibê, ji wan re ne giringe , û lê napirsin, ya giring ji wan re ewe kû partiya xwe û kursiyê xwe têde bi parêzin, ji lewra xwe dane alyê rijîma baas da pê werin parastin, nivîsgihên xwe di kêleka yên rijîmê de vekirne, gelo kî karê nivîsgehên siyasî vekê heger ne bi rijîmê re bê ? ew dijî þoreþa azadiyê ne, rê nadin kesên welat parêz, xwe tenê dibînin welat parêz, lê ya baþ ewe kû millet ew naskirin û rastiya wan di vê þoreþê de derket û hate xwiyakirin, ewê bi rijîmê re bikevin û helbet bi viyana gelê kurd , gelê azadî xwaz.
28/10/2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark