Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin em Osman Sebrî bibîr bînin

 


Erê, werin em Apo Osman Sebrî bi bîr bînin û van gotinên wî bixwînin. Ev gotinên ku berî 30 salî ji Fedrasyona komelên Kurdistanê re nivîsandiye û ji wan re þandiye Swêd.
 Wek ku em tev dizanin ku Apo Osman Sebrî di sala 1905 an de çêbûye û di roja 11/10/ 1993 çûye ber dilovaniya Xwedê, ango 19 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe û 107 sal di ser roja bûna wî re.

Konê Reþ
Qamiþlo, 10.10.2012


Ma gelo, îro di nav me Kurdmancan da Zimanzan Hene?
Osman Sebrî

Em Kurdmanc hemi di warê ziman da nezan û bi þûnane. Îro em nikarin li ser kesekî kurdmanc bêjin ku zimanzane. Ji ber ku zaravayê Krdmancî nehatiye civandin û di dibistanan da nedane xwendin û ji hev pijû belav bûye. Di ware wendabûna ziman da gotinek Celadet Bedirxan hebû digot: (Zimanê Kurdî her wekî texerekî kayê di nîveka deryayê da valakî, pêlên avê her libeke kayê bi alîkî da dibin. Karê me nivîsevanên Kurd ew e ku, em wan libên kayê bicivînin û vegerînin texer).

Çi misalek baþ ûdi cihê xwe da ye. Zimanê Kurdî li ser dirêjiya babelîskan di navber 1200 eþîr da belav bûye. Ji ber ku pê xwendin û nivîsandin nebûye, çar zaravên xweser jê çar bûne, ku xelkê zaravayekî di zaravayê din da nagehên.

Li ser rêya beg û axan, þêx û melan ku pêþiya gel bûn, bêjeyên erebî, farisî û tirkî di ziman da cih girtin û bêjeyên kurdî ji ziman hatin bi dûrxistin. Her eþîrekê hin bêjedi nav da mane ku kêm caran tên peyvîn. Ev bêje, carna li ser zarê kalan û pîrejinên gundî di nav peyvê da diborin. Kesin jîr û serwext hebin û têkiliya wan bi gundiyan ra hebedikarin wan bêjeyan binivîsin.

Heke hinek ji me berî demekê bi ziman mijûl bûne, çêtirî ên mayî tiþtin zanîne, ew zanîn jî gelekî teng û hindike, nabe dermanê tiþtekî hêja û durust. Dive ev celeb kes bi cave zimanzanan li xwe nenihêrin û sînorê zanîna xwe biasin, an na xwe berradayî navno û bemires dikin.

Yek ji van kesan ez im, ku heya îro ji þagirtên ku dersê didim wan hînî bêjeyên Kurdmancî ên nebihîstî dibim. Bawerim ku pirrtirî 2000 bêje di zaravayê me Kurdmancî da hê ez nizanim, ku 2000 bêje dikare bibe zimanekî xweser. Ev e zanîna me ya îro di zaravayê Kurdmancî da, çi zanînek tewþ..

Bextiyariyek mezine ku îro em dibînin birrek xortên kurd ên gelparêz fedrasyonek komelên Kurdistanê li Swêd anîne pê û dixwazin jib o pêþveçûna ziman bixebitin. Ev yeka han, bi qasî ku sere her kurdekî bîrewer bilind dike, dilê kalekî wek min jî xweþ dike. Tiþtê ku îro ji van camêrên han tête xwesinev e ku: Bi doz û ramanên siyasî ji hev bi dûr nekevin û dev ji xebata ziman bernedin. Divê ew qenq bizanin ku ji xebata ziman çakir, mezintir û bilindtir nikarin ji bo gelê xwe û serbilindiya wî xebatê bikin.

Dawî, çi gava ku neyarên me dîtine ku hin kurd ji bo xebateke welatî  kar bûne, wê kurdekî an hin kurdên bêbav têxin rex wan xebatkaran, çi gava bixwazin, wê xebatê bi destê wan nokeran di heva diêxin. Em hêvîkarin ku xortên fedrasyonê ji vê yeka han qenc hiþyar bin.


Osman Sebrî

5 – 8 - 1982

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark