Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Tźkožer ū Canfidayź Gelź Kurd Hemīd SĪNO

 


Akram Sebrî

Roja 16.10.1984 an, Têkožerê bilind, Sekreterê Partî canfîdayê gelê Kurd Hemîd Sîno ji Qada Xebata Kurdayetî barkir, Ew qehremanê ku bi mêrxasî xizmeta gelê xwe kir, wisa wifadar ma, ji roja ku dest bi kar û xebatê kir heya roja xatirxwazî û koça dawî. lewma îro hêja ye, ku merov bi Rêz û Wifadarî beramberî Yadî koça Wî rawestê, û Wî bi qedirgiranî bi bîranîn bênê.


Nemir sala 1940 î li gundê Gurgund, devera Derbêsiyê hatiye dinê, di malbateke Nižtîmanperwer de perwerde bu ye, fêrî xebata Kurdayetî bu ye, di dema xortaniya xwede dest bi Kar û Xebatê kiriye. Zaniye çawa merov bikarê qehreman û canfîdayê gelê xwe, yê bindest bê û di ber mafê wî de kar bikê.

Dema Partî tê damezirandin û li seranserî Welat hevwelatiyan li nav xwe dicivîne û li seranserî welat belav dibe, nemir jî destê alîkariyê dirêjî partî dike, û di dawiya salên 50 hî de, Žerefa Endametiya Partî werdigirê û tevlî refê Hevalanî pêžengî kar û bar dibê.

Ew dema ku em dizanin bê çiqas zor û zehmet bu, ne hêsan bu li gor mercên wê demê, ku merov dest bavêjê kar û xebatê.
Dawiya salên 60 î de, xwendina xwe ya sereta tewaw dikê û li xwendegiha Helebê bežê Avokatî di xwênê, lê di wê deme de, serkirdayetiya Partî û endamên wê dihatin girtin û li wan digerihan ku bigirin û Zûndan bikin.
Seyda yek ji wan Endamên ku lê digerihan bu, lewma ji neçarî sala 1963 iyan berê xwe da Ewropa( Ferense ), bi mebesta xwendina Zanyarî, li Kolêca zaniyariya Rêzanî û Aborî.

Belê vêce nûjeniyek li jiyane wî peyde bu, ew jî destpêka Wî ya Karê Rêzanî li derveyî Welat li gel Heval û Hogirên Kurdistanî,wê demê Žoreža 11 ê Êlunê bi rêberiya PDK-Iraqê û serokatiya Serokê Netewa Kurd, Nemir Mustefa Barzanî dest pê kiribu, li Ferensa Nemir Dr. Kamîran Bedirxan nûnerê Žorežê bu û cihê hêviya Barzanî bû, nemir Hemîd wî nas dikê û li gel wî têkiliyan dikê û bi žêwirmendiya Dr.Kamîram kar dike. Herweha di nav refên Komela xwendevanên Kurd li Ewropa KSSE de kar dike, nûnerîtiya Komelê sala 1965 an di Kongirê wê de dike.

Mixabin ji ber sedemên Aborî, ku jiyan jêre li Ferensa zor hat, berê xwe da Elmanya Rojhilat DDR, li bajarê Berlîn, da bikarê xwendina xwe bike, li wir jêre alîkarîya Aborî ya xwendevanan derket.
Li Berlîn jiyaneke nû dest pê dike, ku li Sîstêmeke Sosyalîst bijî, nemir li gel xwendina xwe karê Komela Xwendevanan jî dikir, beždarî piraniya Kongirên Komelê dibe, di navbera salên 1964 – 1970 î de alîkarî kiriye, herweha di Komîta birêvebira Komelê de jî cih girtibu û karê xwe dikir.

Di vê demê de, karê Kurdayetî bi mêrxasî dikir, pižtevaniya wî ji bo Žoreža nižtîmanî li Kurdistan xurt bu û jê pir bi behwer bu, lewma ew dibê nûnerê beždariya Kongirê Nižtîmanî yekem, bo yekgirtina herdu Parçên partî li Sûriya, ku li Kurdistan pêk hatibu.

Serdarê nemir sala 1971 ê, pižtî ku xwendina xwe tewaw kir, Dîploma xwendegeha bilind bi dest xist vedgerê welat, da ji nûve bi Hevalên xebatê re, bi hêz û xurtî kar bike. Partî wî destnîžan dike bo bibê namzetê Kurdan, bo Hilbijartina civata Komuna navçê, wê salê gel li dora Partî û Namzetên wê bi xurtîyeke Cemawerî pižtgîrîyê dikê, lê mixabin ku Rejîmê ew hêvî beravêtî kir, dema ku žêweyê Dêmoqratiyê beravêtî kir.

Sala 1972an dibê endamê Kongira Partî ya Yekemîn, ku li Bažurê Kurdistan pêk hat, di bin Sîwana Serokê nemir Barzanî de. Di Kongire de tê hilbijartin bo endametiya Komîta Nawendî û pižtire endamê Nivîsgeha Ramyarî ( Mekteba Siyasî ).

Sala 1973 iyan bu sala girtin û lêgrîn ji hêla Rejîma Sûrî ve, ku Endamên Partî yên çalak û serkirde bigirin bixin Zîndanan, wê demê wan dikarîn xwe li nav Cemawerê xwe vežêrin.
                             
Sala 1973 ê Sekreterê Partî nemir Hacî Diham Mîro li gel hejmarek ji hevalên Serkirdayetiya Partî hatin girtin, lewma hevalan nemir Hemîd Sîno hilbijartin, bo hilgirtina Kar û Barê Sekreterê Partî, bê goman karê wî zor bu di wê dema zor de, Wî û Hevalên xwe yên Komîtê pir zehmetî dîtin, tevlu zor û zehmetiyê bê westan rêveberiya Parta Dêmoqrat li Sûriya kirin, heya ku rewža Rež bi ser gelê Kurd de hat, ew jî hevpeymana 6ê Avdarê sala 1975 an, ku Žoreža Kurdî rawesteha. Lê Ew û hejmarek ji Hevalan wifadarî mafê gelê xwe man û Karê xwe berdewam kirin, heya ku Ew bi xwe Payiza sala 1975 an hate girtin.

 Di Zîndanê de ma heya sala 1980 îyî, ku li gel Hevalên wî hatin berdan.
Diyarbu ku rewža Zîndanê li Tendirustiya wî bandor kiribu, tevlu wilo jî, Ew wefadarî Partî û Gelê xwe ma, pir hes dikir vegerê nav qada Kar û Bar, Ew yê yekem û tenha bu ji hevalên girtî xwest vegerê, lê rewžek taybet ku heval li ser daxwaza wî ne sekinîn,  û rewža wî weha berdewam kir heya ku ji nav me barkir û berê xwe da Buhižta Karwanê Nemiran.

Belê vêce merov çawa dikarê Yadî Serdarekî weha bênê bîra xwe û li ser Jiyana wî ya Dewlemend rawestê û Soz li gel Peyman bidê, ku merov vê Rêça pîroz bernedê, merov wê behweriya wî ya avakirî bi Rêbaza Kurdayetî xurt bikê, bi Žev û Rojan weke wî û bihtir kar bikê, ew Armancên, ku Ew û Hevalên xwe di ber de çûn, bi dest bixin, da Ew tev bikaribin li Bûhižta Nemiran Žad bin.

Namirî û Serberzî bo giyanî pakî nemir Hemîd Sîno tevaya Karwn û Rêhevalên wî.


Akram Sebrî
Axin o6.10.2012

Sipasî bo hêja Xalid Sîno ku em agehdarî van xalên giring kirin bo nasîna jiyane  Sekreterê Partî  nemir Hemîd Sîno kirin, herweha kekê Saroxan Sîno bo wêne yan.



 



 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark