Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zengilê metirsînê lêdidê

 


Diyar Ehmed

Ne nû ye em bêjin rijêma Ba`as eve bêhtirî çil salî ye siyasetên bêkarî, birçîbûn û paşguh ve avêtinê li Rojavayê kurdistanê bikartînê. evê siyasetê destpê kir, ji standina Erdên cotyarên kurdan û peydakirina kelem,astengî û aloziyan di rêya gelê kurd de, û nexasim ne avakirina bingehên jêrxana aborî, ku ta vê kêlîkê jî kargeh û fabrîqeyên mezin li deverên kurdî bi zehfî çêne bûne û ne hêlane bêne çê kirin .


 ev siyasete berî niha û li gorî pilanin rêbazker ji aliyê rijêmê ve dihatin kirin. Di encama wan siyasetan de gelê kurd bêçar ma û nîşanên hejarî û ji hev ketenê di civaka kurdî de rûda. Evî gelê hejar derd û êşên belengazî û pêrîşaniyê kêşand, û ji wê bêçariyê li duryaneka dijwar rawesta ,yan wê di nav êş û janên bêkariyê de lawaz û bêkêr bimînê, yan jê wê berê xwe bidê ji der ve li Ewropa û deverên dî yên biyaniyê,yan bivê û nevê wê barê mişextî û derbederiyê li şam û Helebê hilgirê û di bin de rawestê . ev rewşa gelê kurd bû berî şoreşa azadiyê, lê piştî ku şoreşa gelê Sûriyê destpê kir, wek ku her kes dizanê rewşa aborî ya Sûriyê tevlî hev bû û egerên vê yekê jî xuya ne, lê şûnmayên wê rewşê û karvedana wê li ser deverên kurdan mezintir û girantir bû. ev yeke jî ji ber tevdana rewşa aborî  û pêre jî giranbûna kel û pelên xwarin û vexarinê ji alîkî ve,û vegera piraniya penaberên kurd yên ku eve çendî sal bûn li Şam û deverên dî yên Sûriyê rûniştbûn û karê xwe dikirin ,û  di bere jî bilindbûna rêjeya bêkariyê li deverên kurdî û nexasim di nav rêzên xort û ciwanên kurd de .evê yekê hişt ku îro deverên kurdan di bin barekê giran û rewşeka metirsîdar de bi nalê û dinalê. Îro pirsgirêka bilindbûna rêjeya bêkarî û perîşanan li deverên kurdan ne tenê hin tirs û pirsan diyar dikê, lê belê kartêkirinek nêgatîv li rewşa hevwelatiyên deverê tevî kir ye, tevî  kêmbûna kirîstên sotemenî ,navmal û avahîsaziyê, û ji xwe piştî ku tirs nema ye bazirganên deverê jî buhayên kirîst ,kel û pelan li gorî xwe nimiz û bilind dikin, kirya xaniyan li deverên kurdan giha ne /16000/ şazdeh hezar wereqên Sûrî.
Ev rewş rewşka xirab û bi tirs e. Raste, gelê kurd jî xwe dîtiye beşek serekî ji şoreşa gelê Sûriyê û dizanê şoreş bê dan ,gorî û qurbanî ser na Kevin. Lê hin pirs di nav vê rewşa tarî û tevilhev de serê xwe hil didin û pêtviyê bersiva danê ne.
 Gelo çima ta vê kêlîkê hêzên siyasî yên kurdî bi êş û jana van kesan ve mijûl ne bû ne û ev rewşa giran li ber çav ne girtine ???
Çima hêzên kurdî yên siyasî û bi taybetî  herdu Encûmenên kurdî, têvî ku rêkeftina Hewlêrê jî bi hev re imze kirine ,lê  hê ne xuya ye ku li ser rûyê erdê bûne yek û karên hevbeş bi hev re,bi yek dil û canî dikin,li vir eger em xwepêşandanan jê derînin???
Ji ber wê yekê jî em guman dikin, ku  eger hêzên siyasî baweriyê bi hev neyînin û li dora hev bi gerin û hin alî bixwazin di vê qûnaxa tevilhev de xwe bibînin ,ku ew bi tenê ne û ji mafê wa ye ku serkêşiya civak û devera kurdî bi tena xwe bikin, û divin her tiştî jî bêxin di nav destên xwe de. hingî,di baweriya me de ne tenê mafê kurdan wê wenda bibê, lê belê hêzin dîtir ji derveyî wan û dibê ku neyarên kurdan bin jî ,wê di civaka kurdî de serê xwe hildin û bibin dûv û bingeh ji hêzin herêmî re û  dawiyê bibin bela ji gelê kurd û civaka kurdî re . niha hêzin hene dixwazin bi hênceta dana yarmetî û dest girtina belengaz û perîşanên kurdan  derbasî civaka kurdî bibin û cihê xwe li rex gelê kurd çê bikin, û mifayê ji rewşa bêkarî û perîşaniya malbatên kurdan bigirin û bi taybetî ewên ku hatine paşguh ve avêtin û  jibîrkirin,kes li rewşa wan xwedî dernakevê û di nav derd  û êşên giranî û bêkariyê  de dikelin ,û herweha mifayê ji sistî û nakokiyên hêzên kurdî û nexasim herdu Encûmenên kurdî ,ku ta niha ne karîne gelê kurd piştras bikin û li ser rûyê erdê wê baweriye çê bikin ,bidin diyarkirin ku ew yekin û  bûne yek ,û xalên rêkeftina Hewlêrê yek bi yek cîbicî dikin .ji ber herdu egerên  borî niha hêzin bi xurtî destên xwe dirêjî deverên kurdan dikin ,û fitir û zikatên xwe li ser perîşan û bêkarên kurdan belav dikin,ev bi eşkere ye û ka çi di bin cilikê de û di odên tarî de tên ristin û hûnan din,em nizanin!!?? .
Eger peywendiyên herdu Encûmenan ma bi vî rengî, di gumana me de ev yeke wê di rojên pêş de metirsînekî  li ser mafê kurdan û paşeroja gelê kurd, û ne aramî û seqmgêriyê di civaka kurdî peyda bikê .
vêca zengilê metirsînê lêdidê û hêzên siyasî yên kurdî guhê xwe girtine û çavên xwe neqandine, tenê bi tiştin dî mijûl dibin, dûrî êş û janên gelê kurd di gerin ,û derd û birînên wê yên kul û vekirî derman nakin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark