Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kopyûle û Paşkok di Ristesaziya Kurdî de

 


  Berzo Mehmûd

Xelek 1

Dema em dibêjin "kopyûle", rista navî tê bîra me, ango diyarbûna kopyûle bi avakirina ristê ve girêbend e, lê gava em paşkokan tênin ziman, dîsa em risteyeke zimanî tênin holê. Lê gelo çi ciyawazî navbera herdû celebên ristê de hene? Bersiva me jêre ew e: ku rista pêşî rista (kopyûlar) e, ango ew rista ku li ser kopyûle tê avakirin, wilo jî kopyûle di vê ristê de pêkhêner û drustkerê birryardanê ye, drustkerê hikim û isnadê ye.


Lewre jî em jêre dibêjin (rista kopyûlar), ango ew rista kopyûle têde birryarê didê, û wate pê tewaw dibê, ku hin zimanzan ji vî celebî re (rista navî, nominal sentence) dibêjin, ango kar bi awakî hişkere têde diyar nabê, her ev şêwe riste di Ingilîzî de jêre rista (verb to be) dibêjin, wek van risteyên jêrî:
Ez şagirt im.             I am a student.
Tu şagirt î.                 you are a student.
Ew şagirt e.               He is a student.
Em şagirt in.            We are students
Hûn şagirt in.          You are students
Ew şagirt in.             They are students.
Celebê dîtir ji risteyan ew rista ku kar ligel paşkokan têde diyar dibin, û bê paşkokan pêkhênerên ristê li hev nayin, ji gurd dikevê; ya dîtir jî ev riste kar têde diyar dibê, lewre jî "rista karî" jêre dibêjin (verbal sentence), herweha dema "kar" di ristê de diyar dibê, "paşkok" jî pêre tê. Rola paşkokê ew e "kar" û "kara", yan" kar" û "berkar" li gor siruşta karî bi hev ve kok bikê.
1.       Rista navî à kopyûle têde diyar dibê.
2.      Rista karî à  paşkok têde diyar dibê.
 

Paşkok û kar
Forma "kar" di piraniya zimanên cîhanê de şêweyek ji paşkokan werdigirê ku dibin "nîşanên kesane", yên ku çend rolên rêzimanî werdigirin, û bi rola kara yan berkar radibin. Eva han jî di forma karê zimanên cîhanê de diyar e. Eger em li zimanê Erebî vegerin, emê hin rêjeyên kar bi paşkokên kesane bibînin, wek van herdû barên jêrî:
1.       Forma karê rabirdû paşkokên kara û berkar werdigirê, ku
-         Keteb        bo kesê yekemê tak
-         Ketebne       bo kesê yekemê ko
-         Ketebtune   bo kesê yekemê tak
-         Ketebte      bo kesê duwemê takê nêrîne
-         Keteb        bo kesê duwemê takê mêyîne
-         Ketebtum   bo kesê duwemê ko
 
-         Ketebe          bo kesê sêyemê tak
-         ketebû           bo kesê sêyemê ko
 
  Di forma karê ranebirdûyê Erebî de pêşkok derdikevin ew bêjeyên ku pêşiya kar ve tên, ligel paşkokên kesane, wek regê karê (ktb):
ektub           (e-) bo kesê yekemê tak
nektub        (ne-) bo kesê yekemê ko
tektub          te- bo kesê duwemê takê nêrîne
tektîbûne 
yektub        ye- bo kesê sêyemê tak ê nêrîne
tektub        te- bo kesê sêyemê tak ê nêrîne
yektîbûne  ye- -ûne bo kesê sêyemê ko
yektibne     ye-  -ne  bo kesê sêyemê mêyîne
Weha jî di zimanê Fransî de jî forma kar şêweyekî wilo werdigirê ku dawî bi hin dengên taybet bi kesan ve tê yên ku bi vî karî radibin, wek:
je                       regarde
tu                       regardes
il, elle                 regard
nous                   regardons
vous                   regardez
ils / elles             regardent
yan jî herdû pêkhênerên ristê pê têne isnad kirin, wek:
je suis (I am),
tu es ("you are", singular informal),
elle est (she is),
nous sommes (we are),
vous êtes ("you are", plural),
ils sont (they are).
Di zimanê Kurdî de kar di hemî deman de paşkokên kesane werdigirin, wek: (ez hatim, tu hatî, ew hat, em hatîn /hatin, hûn hatin, ew hatin). Wilo jî di katê nihokê de: (ez dibînim, tu dibînî, ew dibînê, em dibînîn/in, hûn dibînin, ew dibînin). Her weha di zimanê Ermenî de heye, wek:
Her weha di zimanê Turkî de jî heye: 
● im, î, in
Morfêmên (im, î, in)  di wateya xweya rêzimanî de dikevin ber dûmahîkên kesane (personal endings) de, wek kopyûle rola xwe di rista navî de dibînin. Lê eger di rista karî de hatin, ev morfêm wek paşkok tên jimartin, ku kar bi kara ve yan bi berkar ve kok dikin û girê didin.
      kopyûle
     paşkok
di rista navî de
di rista karî de
Ez Kurd im
Ez dixwênim
Tu Kurd î
Tu dixwênî
Ew Kurd e
Ew dixwênê
Em Kurd in/în
Em dixwênin/în
Hûn Kurd in
Hûn dixwênin
Ew Kurd in
Ew dixwênin
Morfêma kesê sêyemê tak
Morfêma kesê sêyemê tak bi van şêweyên jêrî tên:
1. Di rista navî de: Forma (e) wek kopyûle:
Ev xort zîrek e
Azad li mal e
Zemê nexweş e
Rast e
Baş e
2. Di rista karî de:
Karê ranebirdû çi têper û çi têneper her paşkoka kara werdigirê, belê karê rabirdû eger têneper bû paşkoka kara werdigirê, lê eger têper bû paşkoka berkar werdigirê, wek:
    Karê êsta:                      karê rabirdû
- Azad diçê bajêr                     Azad çû bajêr
- Azad diçe bajêr                    Azad dextor
- Sînem nên dixwê                 Sînem nan xwar
- Sînem nên dexwat             Sînem nan bir
- Heso kar dekat                  Heso karê xwe kir
Li gor katê kar (rabirdû û ranebirdû, qed yan reg) paşkoka kesê sêyemê tak du rêjeyan werdigirê:
A) di katê nihokê de, kar çi têper û çi têneper her morfêma (-ê) yan (-e) yan (-at) yan (it) werdigirê û bi dawiya karê êsta ve tên, û dibê nîşana kara wek:
Azad li zanko dixwênê/ dixwêne.
Sêwan nikarê rabê ser xwe.
Tiliya Nazê têşê.
Dara lêre dexwat 
Di xala A de çend têbînî hene:
  1. Hêjay gotinê ye ku (ê) di herdû zarên Kurdî: Soranî û Kurmancî de bikar tê.
  2. Forma (-e) ya dawiya (dixwêne) Celadet Bedirxan bikar niye, lê ez ne hawtak im li gel.
  3. Forma (-at) ya dawiya (dexwat) di zarê Soranî de baw e.  
B) di katê rabirdû de (qedê kar) morfêma zîro dibê nîşana kesê sêyemê tak di du barên rêzimanî de:
1) barê kara dema ku kar têneper bê, wek:
- Azad çû malê.
- Kejê ji darê ket. 
2) barê berkar dema ku kar têper bê, wek:
- Dara pirtûkek xwend.
- Nisrîn çîrokek  ji me  re got.
I. AVAHİYA RİSTÊ Dİ ZİMANÊ KURDÎ DE
Avahiya ristê di zimanê Kurdî de (sentences structure) li ser sîstima zimanên (sov) tê, wek Farisî û Tirkî û Hindî ...tad. Riste jî di Kurdî de du celeb in:
1.                   Rista Celebê Navî yan jî ew celebê ku kar têde diyar nabê, belê li şûnê kopyûla derdikevê, û riste pê tewaw dibê, ev celeb riste hin zimanzan jêre rista kopyûlar dibêjin (copular sentences). Inca kopyûla bi xwe di avahiya rista navî de diyar dibê. Eger riste nebê, kopyûla jî dernakevê.
2.                  Rista Celebê Karî ew riste ye, ku kar li gel bêjeyên kopyûla yên ku navê wan nema êdê kopyûla ye, lêbelê ji wan re paşkok tê gotin bi ser ku bêjeyên paşkokan û şêweya kopyûla Kurdî yek in, ji bilî barê kesê sêyem yê ku kopyûla (e) ye, lê paşkoka wê çend şêweyan werdigirê: yan (–ê) ye, yan (-e) ye, yan (-i) ye, yan (-at) ... tad. Bi dawiya karê ranebirdû de tê, û paşkoka zîro bi dawiya karê forma rabirdû (buhêrkê) ve tê. Eva han jî di nav pirtûkê de di çapterên bê de têne şîrovakirin.
Rênivîsa pakokan ligor ku tevahiya nivîseran pêktênê ew e ku ev bêje serbixwe û cuda wek kopyûla nayên nivîsîn, lêbelê pabend têne nivîsîn û bi dawiya formê kar ve têne nivîsîn wek parşek jio kar. 
I. Nimûneyên rista herdû celeban
Ezê rista Kurdî bi herdû celebên serekî ji we re raxim, û rengê durvê kopyûla wek du tayp (du çeşne): taypa postkosonant, û taypa posvawel ku guhartineke dengsazî biçûk di forma bêjeyê de çêdibê. Vê formê emê bo xwendevanan reşê tarî bikim bo ku ji bêje û peyvên dîtir werê cudakirin. 
1.               Rista Celebê Navî û Kopyûle:
A-            Taypa postkonsonant(p0stcosonant), ango ew peyva dawî bi dengê konsonant e, wek (kew, dew, baş, Kurd, gul, av, nan, ...tad.) û bi dû de kopyûla tê. Di vî barî de forma kopyûla nayê guhatin, wek xwe dimênê, ku ew jî bi vî awayî ye:    
       Tak                      ko
1. Ez baş im            Em baş in /în
2. Tu baş î               Hûn baş in
3. Ew baş e             Ew baş in
B-           Taypa postvawel(postvowel), ango ew  peyva dawî bi dengê vawel e, wek ( tî, heprî, mirî, xwesû, birû, name, xame, bira, zana, zo, gezo, rê, pê ...tad.) û bi dû de kopyûla tê. Di vî barî de forma kopyûla piçekî tê guhatin, ji ber ku du dengên vawel di Kurdî de nabin heval, lewre dengê nîvenîv di nav wan de diyar dibê ku ew jî (-y-) yan (-w-) e wek van nimûneyên jêrî:
                   Tak                                  ko
1. Ez mamosta me           Em mamosta ne
2. Tu mamosta             Hûn mamosta ne
3. Ew mamosta ye           Ew mamosta ne
Di hin zar de dengê navcî -y-, -w- bikar nayênin, heme yekser bêjeya kopyûla pêve tê, wek:
Ez mamostam
Li hin deverên dîtir dengê navcî –y- bi awakî tê, wek:
Ez mamostayim,
Ez tîyim                            
Ji wan bêjeyan re (im, me, m; î, ît; e, ye; în,in, ne) kopyûla dibêjin, yên ku di dawiya risteyên jorî de tên, û li gor kesan kok dibin:
                                  Tak                        ko
Kesê yekem:         (im, me, m)    (in, ne)
Kesê duwem:       (î, ît)                  (in, ne)
Kesê sêyem:         (e, ye)                (in, ne)
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.88
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark