Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şirûsa pênûsê

 


Mihemedê Seyid Husên

Têbînî: hêviya min mezine ku herdû mamostayên hêja: Konê Reş û Mihemed Mehfûz vê gotarê bi hûrbînî bixwînin..sipas.

    Xameyar û wêjedost, jin û mêr, qîz û dot, siyasetvan û hunermend, kedwer û behremend, bilîmetê tevdezan, girevtar û kêşeyar, xenêmayî û xembar, hevpeyman û neyar, hemî azadîxwaz û gorankar, hemî dar û destekar tevlî yar û yawirên pênûsê..Hene bi milyonan hêj di tenaya zindanê de dijîn, di bin çekdariya pênûsê de, bi gernasî şehîd ketine, bêtirê wan li gel heman pênûsa çalak û gewre, di qilixdariyê de dîl û bêsalix mane.


min xweş bawere ku şirûsa pênûsê rûmeta giyanê navtêdanê, sura hezînê ji helbestê diafirîne. min hîç bawer nekiriye ku li ser niqareya sêdarcanê, di tengezariya tavilîmanê de, di azirîna bergûmaniyê de, ez û pênûsa xwe li pesarê rûpelê sipî hevdû ramûsin. hêviya min bû ku li sipîdeya roja paşdawî li ber dadgeha wekheviyê govaniya gunehên min bikî, di pelgnameyeke evra de, piştî ewqas sal dê seraqet piştevaniya min bikî.
   Pênûs fermanê dide: hêja birayê nivîser haj xwe hebe, dizanim ku rajpênûsê dilsoz timî bi tirse ku temenê mayî têra wî nekî, herweku ez jî qet nikarim xîmavê di xwe de genî bikim, pêştîpên peyva resen di xwe de girevtar bihêlim, mîna teyrê baz li cîhaneke azad digerim, berxwedêrekî bêhedanim, bizavêrekî xwekarnasim, bervedêrekî pêşzan û dirustkarim, ji kûr û dûr salixên çîroka felaket û berbatan, dîroka serkevtin û têçûnan, mihrecanên hevalbendî û pelgnameyên hevpeymanan, yasa û rêbazên dadperwerdeyî, reng, deng û dîmenên xweristiyane, pêkîna dezgeyên zendegî, mizgîniya pêxemberan û xwazgîniyên aştiyê, biryara destelatdariyê û fermana bidarvekirinê, min tev bi serê zixta xwe pelge kirine.
    Tew bo rahêjê xwe gevezoka tiral û tembelan, bedrewişt û tewşebîran, destêwerdana qelawiziya çavdêran, nemaze  ku hewl didin xîmavê ji dilê min ziwa bikin. Vêca ezê  xwîna sor vexum, berkurka xwe jê diwêt bikim, ku bi cawbirên çavdêran dawdêlên ragihandinê jê bikin, ezê li ser dîwaran kiryarên wan ji heman xîmavê riswa bikim, loma çendî rajpênûs xwe nepenî veşêrî, raznavan li xwe rapêçî, xirxirk, gulik û  gulabendan bi dest û lingên xwe vekî, tenha dê reşbelekên min li gel destaneya evînê, ji nihêniyên nependiyê derxînin, çiku ji mêj ve min qehremaniya evsaneyan di kevir de kolaye, elfebêta zimanan bi tîpên mîxî li ser tertepêlkan nîgar kiriye, nexşeya gogzemînê di pênc parzemîn û oqyanosan de, li hemî zindîwaran bi parvekiriye, çelengiya heyv û rokê, gerstêr û çiyarêzan, bi xampera şêwekaran, bi çaklewendî nexşe kiriye.   
    Vêca eger ku tu jî dixwazî ji bergeya tekoşînê birevî, ji eniya şer rex bidî, zûtir û nîvtemenî bimirî, êdî ta ku ji te bê ji min dûr bikevî, monetekê naxwazim qet li çîroka evîna min venegerî, nêzî topraxa min nebî, hîç li min nepirsî, yadiyên xwe jî bo min nehêle, ji ber ku çîroka hevgehîniyên me li herêmê dengvedaye, bê gumane deriyê ku te digihîne dilê min, perûka ku te diyarî min kiriye jiyana min zêde şad dikî, min ji nihêniyên sergerdanê rizgar dikî, mîna taristana şevê êdî ku hetavên heyvê vedilerizînî, ji deriyê dilê xembar bi dengekî zîz bang dikim berbangên mişext, çiraxan bidine pênûsê, ceger werînin xwe, min tenê li ber şek û pekên zêdekaran, dek û weyneyên keysebazan nehêlin, dêmekî ne lawirekî lalezarim, ne kevirim, ne jî darim, xwînim, bi hestî û goştim, weke te bi hest û arim, min herdû çengên xwe ji mêj ve bo jiyaneke azad vekirine, tenha bo ku yadîgarên te li ser rênexşeyekê binîvisînim.     
   Biborîne canim vê demê seqa herêmê gende û lewitiye, herwiha derfetekê dixwazim, li civanê serê sibehê, ezê hemî razan bo te eşkere bikim, daxuyaniya desthilanînê ji te re şîrove bikim, li devera hanê bazara derewên kose û berkosyan hêj li dare, li devereke dîtirê hin pênûsên xwe erzan difiroşin, hinan jî devên xwe şima kirine, pênûsên xwe devbizmikî kerr û lal hiştine, di kalanan de pasika gendeliyê girtine, hin jî hene erk û sezayên pênûsê gelekî bi derengî xistine, li benda ku bişkovên kulîlkan bi kavişkî vebin, di helkeftê de bajar û baxistan, payîz û zivistan kirasekî sorgulî û qesebzêrîn li xwe kin, guleke çênî di ber temberîka xwe de biçikînin, ji bo ku jana piralî nema bikişînin.     
    Hêy…hêy rameyarê ferezan û dûrbîn, rajpênûsa çalak û şareza, mîna nêçîrvanê xasûk toreya xwe bavêje nêv pêlên derya hêç, neku li perê kolanan li benda ku masî derziya toreyê gez bikî, sawêran ji serê xwe bavêje, baweriyê bi min werîne, bêrîkirin li ser milê jiyanê hatiye, desthilanîn tenê fereca xêrê ye, mirinê jî bixwe re tîne, evînê behremî yaran dikî, nimûneyên hezînê bo hemî afrîdeyan diafirînî, ez bixwe timî bo nêçêra te melêvanim, ezê bo te hemî bîranînan ji serê xwe daweşînim, çunkî kamîraniya te li bal min ji hemî evrayan pêwîstir û buhatirî, ayet û nameyên razepercoyan evîndaran beramber dikî, tenha ku baweriya mirovan bi heyîna min gewretir bibî.   
    Min bo mirovaniya te rist û berhemên evra nîvisandine, li ser hêsirên sêwî, mişext û ewareyan, li ser ritma dil û çaktirîn newaziyan, li ser kefteleft û hevgariyan, li ser azadîxwaz û dagîrkeran, li ser ala reşgirêdanê, li ser pozê zixta pênûsa xwe Ala keskesorê hildaye, li ser firişte û xwedawendan, li ser rewanek û ahoramezdan, li ser kêra ciwaniyê û nirxên şêwermendiyê, li ser zanistî û ronakbîriyê, min navê xweristê û Xwedê, navê te, bav û dê, av û ba, ax û rokê, xaçebir peyman daye û sûnda bê veger xwariye, lê çendî daxe ku îro min ji nû ve zanî dunya ezmûneyeke pir alozewîste, dema ku yek bi ser dikevî, ango tiştekî delîvedar bi dest ve tînî, hemî hevalnavên karîzmî di xwe de dicivînî, lê dema ku têkdiçe tiştekî buhabilind wenda dikî, tenha xweliyê li serê poşmaniya xwe dikî, êca mixabin dosto tîplêdana bişkokên teknolojiya, bi sertilîkên ciwanbîran, îro li şûnşopa min ya pîroz cîgirtine, lê hema xweş bizane keko jiyana bê pênûs kêmasî ye…zorsipas.

..Teplice..Komara Çîk..30-6-2012
gorican2@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark