Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serdana Kurdistanê; Çûna Şêxan û Lalişa Nûranî –3 –

 


Konê Reş

(Dil geşte min ji Dêrê, naçim Kenîşteyê qet
Mihraba wê bi min re, wer da em biçne Laliş)

   Di sibeha 28.04.2012 an de li gor sozên ku me bi serokê bingeha Laliş re dabûn, serê sibehê birêz Kelho bi otombîla xwe hat otêla Jiyan pey me. Ez û hevalê xwe helbestvanê Amedê Arjen Arî, ku şanaziyê bi dostaniya wî dikim, pêre siwar bûn û me ber xwe da navenda qeza Şêxan, bajarê Eynsifnê. Li Eynsifnê me nivîskar û rojnamevan Loqman Silêman bi xwe re siwar kir û em di ber goristana Eynsifnê a bi navê (Şêx Alê Semsa) re zîvirîn Gelyê Laliş.


Ev Geliyê ku peristgeha Lalişa nûranî têde ye û dor 10/12 km rojavayî bajarê Eynsifnê dikeve. Geliyê Laliş, geliyekî spehî û bedew e, bi dar û bere. Sê çiyayên bi heybet û saw, dar û devî vî geliyê pîroz bi armî û bêdengî, di hembêza xwe de, diparêzin. Ew çiya jî evin: Çiyayê Erefatê li bakurî gelî dikeve, çiyayê Hizretê li rojava dikve û çiyayê Miştê li başûrî gelî dikeve.. Dema ku mirov ji hewşa peristgehê li çiyayê Miştê ku li başûr dikeve mêze bike, wê çav bi Silavgehê keve. Dibêjin dema ku hecacî ji başûr ve dihatin, li Silavgehê radiwestîn û tiving berdidan bi nîşana silavê û gihiştina bi selametî.. Belê min nasnekir, gelo ew Silavgeh cihê xatirxwestinê ye an cihê hatin û pêşwazîkirina Laliş e? Bi texmîna min bilindahiya van çiyayan dor 2500/ 3000m di ser astê banê deryayê re heye. 
Di geliyê Laliş re, em derbasî Lalişa nûranî bûn. Berî ku em derbas bibin, di dergehê Laliş de, me pêlavên xwe danîn û bi meşek rêzgirtinî, me dest bi tewafa xwe kir.. Em di ber wê dara tiwa ewa kevnar re, ku bi navê (Dara Leylê) tête naskirin buhirîn.. Li ser Kaniya Spî me qurtek ji ava Zemzemê vexwar û raserî wan xanîkên biçûk û dêrîn ku bi kevirên şayîk katine çêkirin û bi navê Çilxane têne naskirin sekinîn, me çend wêneyên yadîgarî bo vê serdana dîrokî kişandin..
Di wê bîstikê de Pîr Seîd (Yê ku şikestiyê şêx Adî ye û xizmetkarê peristgeha Laliş e. Piştî mirina Baba Çawîş, Pîr Seîd cihê wî girtiye) pêşwaziya me kir.. Piştî silav û gulavê, em pêre rûniştin û me sihbetek xweş bi hev re derbas kir.. Di wê nîvsaeta rûnştinê de, bi vexwarina çayê re digel Pîr Seîd, çend rewşenbîrên ezîz ji vê ola me a dîrokî li me kom bûn.. wan jî bi me re çayê vexwar û bi me re ketin sihbetê de.. Ew rewşenbîr jî ev kes bûn: Şêx Merwanê şêx Hesenê Reşkanî, Kovan Xankî (dostê min yê Kevin û sernivîskarê kovara Mehfel).. Jixwe berê Kelho û Luqman Silêman bi me re bûn.. Di wê rûniştinê de xortekî din li me zêde bû, xwe bi navê Şêx Dawid, ji mala Xatûna Fexra da naskirin û got: Ez jiyana xwe li Australiya derbas dikim.. Jixwe kekê min yê hêja Misto Elyas Dinanî (ji desteka nivîskarên kovara Mehfel, tevî ku ne bi me re bû, dûr bû, cihê wî li Sinûn bû, lê her wek ku bi me re bû, wî telefon ji me qut nedikir.. Ez ji dil û can spasiya wî dikim..). Di wê nîvsaeta ku me çayê bi pîr Seîd re vedixwar gelek gropên Hecacan, mitewifan, kurdolojiyan û serdançiyan ji Kurd, ereb û biyaniyan di ber me re derbasî Lalişa Nûranî dibûn..
Paşê, me bi hev re, dest bi heca û tewafa xwe kir; me dergehê Laliş yê bi wêneyê Mar neqişandiye maç kir û bi rêzgirtin em derbasî hundirê Laliş bûn.. Di wê şikefta ku temenê wê bi hezarê salaye, derbasî ser gora Şêx Adî bûn.. Sê caran em li dor gora wî zîvirîn.. Me ew paçikê Mirada avêt ser wê refika mirada, miradê min di avêtina dudwan de pêk hat û cih girt.. Lê hevalê min Arjen Arî bi avêtina yekê re miradê wî cî girt.. Em di nav wan kûz û denên zeyta Zeytûnan de ku temenê wan bi sedê sala ye derbas bûn.. Û dawî di eynî rêkê re, em zîvirîn..
Sebaretî peristgeha Laliş li cem xelkên me ji ola Êzîdiyan, ew jî wek bajarê Mekkê ye li cem misilmanan û bajarê Qudsê ye li cem xiristyanan.. Û cihê lêvegera wan a olî ye.. Ji dûr ve, min xweş li kumbedên ku di ser peristgehê re hatine ava kirin mêze kir û di wan de ponijîm; min dît ku mimariya wan a ku bi kevirên şayik û hilû hatine çêkirin, mîna tîrêjên ku xwe ji rokê berdidin xwarê.. Ez ne bawerim ku di cîhanê tevî de wiha kumbedên ku bi rengê tîrêhên rokê hatibin çêkirin, hebin.. Ev jî nîşana vê yekê ye ku ev ol, olek rojberist e û ji kevintirîn olên dinyayê ye.. û ku ne waba feylesofkî kurdan di bejna Melayê Cizîrî de wiha nedigot:
Dil geşte min ji Dêrê, naçim Kenîşteyê qet
Mihraba wê bi min re, wer da em biçne Laliş
   Û wiha min gera xwe a Hecê pêk anî, lê gelek cih û warên ku bi hecê ve girêdayî bûn û pêwîst bû ez wan bibînim, min nedîtin.. Sed mixabin, ji ber demê me ew hiştin careke din.. Erê me heca xwe kir, ew heca ku ji biçûkaniyê ve, min navê wê dibihîst û ez bi hisreta dîtin û tewafa wê bûm.. Min heca xwe, wek irf û adetên dinyayê kir.. Ji niha û pêve hûn dikarin ji min re bibêjin HECÎ.
Lê sed mixabin, ew Lalişa nûranî, ya ku ji biçûkaniyê ve ez bi navê wê re mezin bûme, ne wek ku di xeyala min de bû..! Ew guhdana pêdivî gelekî qelis û lawaz e.. Di vê derheqê de, ez gazinên mezin ji hikumeta herêma Kurdistanê dikim ku, di warê guhdana Laliş de gelek kêmayên wan hene.. Di baweriya min de guhdana bi geliyê Laliş, peristgeha Laliş, Kaniya Spî, Silavgeh, Gora Şêx Adî.. guhdane ji navê Kurdistanê re.. Bilindkirina navê Kurdistanê ye.. Ma çend olên kevnar wek vê ola me a Kurdên Êzidî di cîhanê de hene?! Pêwîste geliyê Laliş bibe cihê hevdîtina tev olên dinyayê.. Çiko ew ji tevan kevintir e û maka olên Mezopotamya ye.. Maka mirovahiyê ye.. Lazime bibe centera hevdîtina olan, hevdîtina Xwedawendiyan, hevdîtina yaran..
Peristgeha Laliş; ji kevintirîn cihên pîroz e li cem gelê Kurd bi tevayî û kurdên me yên Êzidî bi taybetî, ew tekane peristgeha kurdên Êzidî ye di dinyayê de.. Eger rast keşteya Nûh pêxember li ser çiyayê Araratê an çiyayê Cûdî sekinî be, wek ku di Tewrat û Quranê de hatiye û eger rast ew gora li bajarê Cizîra Botan a Nûh pêxember be, çima wê keşteya Nûh pêxember ne ji geliyê Laliş dest pê kiribe..? Wek ku di qewlên pîroz û baweriyên Êzîdiyan de têne gotin?! Dawî çima wê geliyê Laliş bi kanî û şkeftên xwe ve, ne heyvanê destpêkirina avakirina Mezopotamiya be, piştî tofana Nûh pêxember.. û wê ne heyvanê meyandina dinyayê be.. Erê eger rast ew gora niha li bajarê Cizîra Botan a Nûh pêxember be..
Jixwe ew Marê reş yê ku wêneyê wî li ser dergehê Laliş hatiye xemilandin, nîşana wê hindê ye, ku wî marî keştiya Nûh pêxember ji binavkirinê parastiye ta ku keştiya Nûh pêxember bi selametî xwe gîhandiye ser çiyayê Araratê an Cûdî û li wir sekinîye..
Dibêjin; dema keştiya Nûh pêxember ji geliyê Laliş destpêkiriye û di ser çiyayê Şingalê re derbas bûye, li kûpê çiyayê Şingalê ketiye û kunek têde vebûye.. Da ku av nekeve keştiyê de û keştî binav nebe.. Marê reş xwe kiriye gulofîtkek û ew kun girtiye û wiha keştî bi selametî gîhaye bejayê û li ser çiyayê Cûdî sekinîye.. Ji wê hingê ve marê reş bûye cihê rêzgirtinê li cem xelkên Mezopotamya û bi taybetî li cem kurdên Êzîdî.. Jixwe berê xelkên herêmê bi tevayî Êzîdî bûn.. Ev yek xweş nîşane ji kevinbûna kurdan û ola wan a êzîdiyan re di rojhilata navîn de..
Di vê derheqê de bi min xweş e ku bêjim; dema ku mar xwe kiriye gulofîtkek û ew kun girtiye, Nûh pêxember kevokek berdaye, da ku bizanibe ka bejayî dûr maye an nêzîk bûye.. Piştî kevok berdaye bi pêlekê, kevoka wî lê vegerya ye û şaxekî zeytûnan di nav nikilkên wê de jêre aniye.. Wê kovokê ew şaxê zeytûnan wek mizgîniya selamtiyê jêre daye zanîn, ku bejayî nêzîk bûye.. Ji wê hingê ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê di dinyayê de..
   Erê, emê vegerin ser mijara xwe û dubare bikin û bibêjin; eger rast ew gora niha li bajarê Cizîra Bota ye û xelkên dinyayê serdana wê dikin a Nûh pêxember be, dêmek raste keştiya wî ji geliyê Laliş destpêkiriye û geliyê Laliş heyvnê meyandia dinyayê ye û destpêka jiyanê ji geliyê Laliş, Kaniya Spî û şikeftên wê destpêkiriye û wêneyê wî marê reş yê ku li ser dergehê Lalişa nûranî hatiye xemilandin, nîşana wefadarî û rêzgirtinê ye ji qenciy wî marî re.. Eger ne wa be, gelo kengî û çilo û çawa ew gora Nûh pêxember hatiye wê deverê..?!
  Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi geliyê Laliş, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêşxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin.. Lê sed mixabin ta berî 20 salan bi tenê ew qewil di sîngan de veşartî bûn, destûr nebû bêne nivîsandin û komkirin.. Lê dixuyê ku ji 20 salan û vir de, nû destûr hatiye dan ku ew qewil bêne tomarkirin û nivîsandin..
   Piştî ku me çend saetên xweş li Lalişa nûranî derbas kirin, em zîvirîn bajarê Duhokê, çûn serdana Bingehê Laliş û serokê wê Şêx Şamo Şêxo. Li Bingeha Laliş, me sihbetek xweş bi serokê wê Şêx Şamo Şêxo û hin neferên din ji bingeha Laliş re derbas kir.. Li wir jî çav bi nivîskar Xidir Dumilî û rojnamevan Heval Findî ketim.. Sed mixabin ku navê tevan nayê bîra min, ez lêborînê ji wan dixwazim..
Di dawiya vê geşta xwe a Şêxan û Laliş de dixwzim bêjim, ku ez silav û spasiyên xwe yên gerim ji Pîr Seîd (Şikestiyê şêx Adî û xizmetkarê peristgeha Laliş), Şêx Şamo Şêxo (Serokê desteya bilind a Bingehê Laliş) û van biraderên hêja Kovan Xankî, Misto Dinanî, Şêx Merwanê şêx Hesen û Loqman Silêman û yên mayîn re dişînim.
Qamişlo, 01.07.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark