Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ((Sipas))

 


Þepal Hêvo

Bêguman hîn jî di rêzmana kurdî de (Zarevê kurmancî) û bi taybetî ji hêla rastnivîsê ve.. pir  aloziyên  giring peyda dibin û pêwîste ku mirov li ber  wan raweste.
Di nivîsandina  zarevê kurmancî de.. pirê caran mirov pêrgî pirsekê dibe ku çawa bersiva wê bide yan jî bi çi awayî wê saz bike, lê gelo dema  piraniya nivîskarên kurd þêweyekî di nivîsandinê de diþopînin ango ku bûye delîve û keyseke zêrîn qena ji bersivê birevin û bi tenê vê hincetê dikine rêbaza nivîsandinê.


Û di vê babetê de jî, peyveke kurdî bala mirov dikþîne ..ji ber ew bi piranî tê nivîsandin û di civakê de jî bi þêweyekî rojane em  wê bikartînin.
Peyva   ((Sipas)) ya ku bi vî þêweyî tê nivîsandin  Spas, ku mirov bi hayedarî  wê bilêv bike yan jî  di bingeha wê de birame û li gor van mînakên jêrîn wê bipîve:
Sip artin.
Sip î.
Sip eh.

Diyare ku di van her sê peyvan de û bi taybetî di her sê tîpên sereke de li gor destpêka peyva sipas bêk hatine û bi yek þêweyî  bilêv dibin. Û dema mirov ji hêla axaftinê ve li ber vê peyvê
raweste û li gor van mînakên jêrîn wê bilêv bike:

 Si  pas.
 Si  pî.
Si    peh.

Bi yek tonê bi yek þêweyî û li gor cudakirina peyvê diyar dibe ku tîpa (i) bilêv dibe,û di zimanê kurdî de dengdêra (i) gellek giring e,ew di bêjeyên yekîte de û pirkîte de peyda dibe,
û di bêjeyên yekîte û pirkîte de ew deng hergav tê bihîstin û nivîsandin.Lê hin caran di bêjeyên pirkîte de,gava parkîtek(tewang,veqetandek yan pirtikên nependiyê) bi wan bêjeyan ve dibe, nayê gotin; nayê xwendin û ji ber vê yekê wî dengî  pir caran nanivîsînin.
Û di vê babetê de Mîr  Celadet  Bedir-Xan dibêje: Ku ew deng, tevî ku nayê bilêvkirin,divê bête nivîsandin. Ji ber ku gava kîta ku wê nede xwendin ji bêjeyê dibe(i)û tê bilêvkirin.

Vêca hêvî dikim ku ev yek bala xwendevan û nivîskarên kurd bikþîne qena em bi hev re
li piþt yek taldeyê zimanê xwe biparêzin û di dawiyê de jî dixwazim têbîniyekê bibêjim
ku ev kar bi tenê nerîneke kurt e û nakeve  rêza lêkolînê de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark