Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêşeka mijarê -1-

 


Mihemedê Seyid Husên

    ji nêzî mehekê bêtir ve ez û hevaljiyana xwe, serdanekê hatine Komara Çîkê li Ewropayê, li şeş law û keçeke xwe li bajarê Teplîsê û Dirizdina Elmanî bûne mêvan, herwiha ji bo ku sê pirtûkên xwe li wirê çap bikim, vêca naçar bûme ku lêvegereke hûrbînî li reşnivîsên naveroka wan bikim, bi rastî di pêşgotina berhevoka dibin navnîşana /welat bihuşta mine/ de razperîzeya li hevrasthatinê ez ji kokê ve niqurçandime, nemaze ku bi têrutesel piştî nêzî du salan peyam û salix,


 wate û raveyên mijarê, rewş û pergala şoreşa Sûrî ya îroke, tundutûjiya rêjîma diktator û faşiyeta wê ya kesanedî, pêk ve jî hevrikiya navxweyî ya ku bi yekcarî evîn tê de, mujde û mizgîniya  rêkeftinameya lihevbanînê nadin civakê, diruşm û siloganên hemdemî li gel erksezayên guherînên cîhanî, hêj navbênçiya tevgera siyasî û rewşenbîrî ya kurdî weku egere nakin, bo vê yekê ezê ji dêvla heman pêşgotina şirûsdayî, xelek li dûv xelekê, û dibin navnîşana /pêşeka mijarê/ de, bo xwendevanê xoşewîst yê zimanê kurdî biweşînim. 

    Ji pêkîna ku jiyan li ser rûyê gerdonê peyda bûye, yezdanê xweristê yê yekpare giyan û jiyan behremî hemî zindîwaran û dezgeyên zendegî kiriye, mirov di hîletekî ewarte de, lihevhatî, keşxe û bê hempa afirandiye, ji hinga ve evîn hevparî hemî hêlekarên jiyana mriovan û hemî cûreyên şînkayî û texlîtên canewiran bûye, lewra ji heman perensîpa jorgotî, min sîmboliya evînê ji bîr û boçûnên xwe, ji deng, reng û dîmenên xwerista Kurdistanê ya dîlber û bihuştiyane gewde kiriye, ji têgeha ku evîn ji kînê, dexsokî û çavnebariyê cudaxwaze, herweku kîn û evîn du alavên dijhev, ango berevaj yên erênî û neyênî, mîna av û agir hevbeş û pêvedarî yasayên gerdûnî bûne, êdî hevrikiya navxweyî li ser heman baweriya bineretî bo bidestxistina rasteqînê her berdewame.
    Herwiha destegava ku civak di mirovaniyê de dabeş bûne, bi ziman û rengên xwe, bi çand û kultûra xwe, bi xaknîgariya xwe ya taybet, pesin, navnîşan û nasnameyên dîrokî bo wan pelge bûne, weke wan jî civaka Kurdî mîna miletên cîhanî di her pênc parzemînên gerdûnî de, xwedî ziman, çand û kultûreke taybete, û di rojhilata naverast de li ser şaristaniyeke dêrîn rûniştiye û pê jî hatiye nasîn.
    Êca di heman bafîkê de bi rastî min tucar dil niye ku li ser hêmanên aşopî, ango daşûrî bi tûjrexneyên neyênî rahêjim lawên hemrahên xwe, lê mixabe ku çendî coşa rasteqînê û nûxwazên qûnaxa hestiyar, em gelekî pêdivî rexneyeke derlayen û zanava kirine, û xemxuriya ku serwayên tevgera siyasî û rewşenbîrî dibin sîwana perensîpên eydiyolojiya totalîtarî û yekraweya tekdesthilatê de, bi hemî rêawayên sixtekarî şêwejiyana civaka kurdî xistine tengezariya paşdemayînê, rewş û pergala gelemşe ya bê sermiyan, hiştiye ku kesên helperest û rastveşêr, kesên rastbêje di civakê de gunehkar bikin, û xwezyarên berhevdehatinê bo mafên rewa û egerseza piştguh bikin, wisa xayiz û bê serî xwe noqbûne genava dijheviya navxweyî, ji eniya tekoşînê li hemberî dagîrkerên noker û xure rex dane çanda koletiyê, lewra hêviya min her ewe ku li pêşewayên civakê ji rewşenbîr û ekadîmîsyonên kêşegir û nemedar guhdarî bikin, hinga teqez dê ala yekgirtinê bilind bête hildan, û hemwarî guhertinên dadperwerdeyî yên siyasî, çandî,civakî û karubarên çanda dîmuqrqtiya aştiyane bibin, dê hemî gireft û kêşeyan li ser zîlana hevbendî û hevpeymanî rêbaz bikin, bê perwa û paxav ji xwebawer û piştrast, dê destelatdariyê li rûmetê û viyana xweser bikin.
    Dema ku mirov di hemî hêlekarên jiyanê de baş dirame û kûrtir tê de diponije, bi dilbarî lê vedikole hinga berî her tiştî mirov li avê digere, tirsa agir jî yekser li bîra mirov dijenne, ji ber ku av sîmboliya jiyanê bo afrîdeyan gewde dike, bi avê mirov tîna xwe dişikîne, û bi lehiya heman avê û coşa heman evînê, mirov agirê daristanan û cengên cîhanî yên mezin vedimirîne.     
    Vêca çêtire yê ku nizane avjeniyê bike, an ku jiyanyariyê li ser terezuya hezînê bike, bela nêzî avê nebe, an ku tengî evînê jî nebe, ji ber ku evîn û av du metodên berdewamiya jiyana aram û aştiyane, li ser rûyê xweristê ji pêkîna gerdûnê ve peya bûne, ji ber ku av û evîn şahdamarên jiyanê zindî û çalak dihêlin, hemî êş û derdan, pirsgirêk û çarenûsan derman dikin, herweku welatê me Kurdistan têr ave, çem û çiyaye, çar demsalên cudaxwaz tê re derbas dibin, perçakî xawer û şahlewend ji bihuştê mînak dikî, li ser rûyê gogzemînê mîrzayê gerdûnê yê gewre çêkroxiya wê çeleng afirandiye, lewra dê li ber dadgeha roja paşdawî, niştecîyên xwe mîna tewankarên xemsar sintaq bikî, çima ku tanî serdema çerxê 21 ê bi xak, ziman û gelepora xwe ve dîl û bindest maye, herweku em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe jî dibhîzin, bi keftelefta rojane hay dibin ku rûmet û payeberziya Kurd û pêşiwariya wî di cîhanê de birîn bûye, diz û çolaxên bedkar û kêmrewişt deshilatiyê li biryara bûneweriya wî dikin, stukra mafnasî, dirustkarî û yasayên serwerî, binemayên destûrî li ser ritm û awazên rêjîmên dagîrker direqisînin, piroseyên wekhevî xaçebir zîvirandine, di ser hemî yasayên mirovanî, dadiyên komelayetî, ji derveyî binemayên zanistî ve, di ser hemî kêşeyên bineretî re qevaztine, herêm li evîna aştiyane teng kirine, kaniyên çeman tanî bi ava binê heft pêlên zemînê ziwa kirine, ji ber gendeliya bê sergoş û kiryarên finasgenî, hemî zindîwarên bej û avî li aziyê hiştine, ter û ziwa mîna Helebçeya nemir şewitandine, lê sed mixabe ku mirovek bi tena xwe nikare zixurekî ji cî bilivîne, herweku mirov di moxilê re ji çavên xwe pê ve nabînî, û hîç neraste ku ji serjimara melyonekê tenha mirovek xenêmayî û kamîran bijî….zorsipas.

Qamişl zivistana 2010 an

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark