Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Konfiransa sźyemīn ya zimanź kurdī li darket

 


Nivs : Melevan resûl

Di bin navê ( zimanê me rûmet û nasnameya meye ) di roja 19/5/2012 li bajarê Amûdê bi beždariya 700 nivîskar , zimanzan ,  rewženbîr ,û xemxwerê ziman û toreya kurdî û mamosteyên ziman û siyasetvanî , bi cožek mezin li dar ket .
Di serî de konfiransvan kêlîk rêzdarî, bê deng li ser giyanê žehêdên žoreža Sûrî û žehêdên kurdistanê rawestiyan , pažî komisyona rêveberiya dîwanê ji 5 kesan ( 3jin û 2 peya) hatin hilbijartin  .


Gotina tev-dem ê hate xwendin , têde bal hate kižand li ser bûyerên di rojavayê kurdistanê û Sûriya de û bivekên li ser miletê kurd û siyasetên dijminahiyê yên li hember doza kurd , ji lew pilan û bizava li hember tunekirin û pižaftina miletê kurd,  .
Di navê re brûskên pîrozbahiyê hatin xwendin û gotinên gelek siyasetvanan û nûnerê saziyên rewženbîrî, olî û çandî û ronakbîrên amadebûyî pêžkêž bûn mîna zanevanê ziman Deham Fetah , Aržek Baravî, Derwêžê xalib û Seyfidîn Ebdo û hejmarek dî , gotar û derbirînên xwe bi kurt û kasî pêžkêž kirin , her weha encama raporên saziyên ziman û dibistanên zimanê kurdî , her weha gotina K.C.K hate xwendin , û encama çalakiyên S.Z.K hate vekirin û têde nîžan da ku 32 dibistan li hemû heremên rojavayê kurdistanê hatin e vekirin , her weha hejmara mamosteyên ziman û hejmara žagirtên dîploma asta yekem wergrtîn .
Mêvan û beždaran gelek mijarên giring vekirin û derbirînên xwe anîn ziman û gotinên rengareng û derbirînên çareserkirina arîže û alûzeyên ziman .
Di bežê duyemîn de rêziknameya režnivîs hate belav kirin û xwendin , xal bi xal hatin žirove kirin û sererast kirin li gor nêrîn û dîtina beždaran û dawî çend xal hatin pevtêdan û režnivîs hate pejrandin û bû belgeya konfirasê .
Di warê serperižtî û rêveberiyê de ji her heremekî endamek hate navkirin ku nûneriya desteya S.Z.K bike û bi qasî 11 endaman hatin destnîžankirin .
Pižtî goftûgoya bi qasî 12 katjimêran hate ajotin û bi sirûda ey reqib ya netewî hate bi dawî kirin .   







 


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark