Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Kulîlka Badînan.. Ji hevala helbestvan Selwa Gullî re.

 




Mizgîn hesko

Û dawîtirîn civan
Te ji min re got
“Xeman me xwe…ez ê silavên te
Bighînim kulîlkêt gulanê….
Ji bo te …ez ê xwezaya Kurdistanê
Di maçan de bihêlim….


Ez ê serdana buharê bikim…“
Û te ne dizanî
Ku dê payîzeke bext reş
Serdana dêmên te yên xweşkok bikî
Dê gula di destên te de

Di yariyên nervînên de

Bi perite.

Erê…

Çend roj û şev çûn û hatin

Û ne dikarim…te jibîr bikim

Ne jî dengê te yê çikiyayî bibhîzim

Û ne jî rondik ji van çavên melûl û mat

Têne xwarê.

Û dizanim …

Ku awrekî tarî

Asîmanê te dagîrkiriye

Xemeke dijwar…herî dijwar

Ser û binê te dorpêçkiriye

Û dawîtirîn peyam

bi şadiyeke bê hempa

te ji min re…hinart

„ez li ser gora Mem û Zîn im „

Gelo ….

Çi li te dest dabû

Û di rojbûna xwe de

Te bi ristek hêvî

Serdana du evîndarên bê mirad dikir

Ew e…mirin bû

Reşmalêt xwe

Di çendekê te yê lerizî

Vedabû

Te …ne dizanî

Lê dizanim

Ku hîna wê gavê

Te mizgîniya evîndarekî nuh

                   Û bê mirad

Li wan bê miradan parve dikir

Te li wir

Li şûn terîşkên miradê

Bîst û çar şemalokên rengîn

Ji temenê îşqa welat vêdixistin

Te bîst û çar

Demsalên kulîlkên Dihoka xwe

Vexwendî lewendiya kovanê dikir

Û di werzekî seridî de

Tu li rasta kezeba xwe ya sohtî dihatî

Di saleke bê ber de
Tu careke din
Li rasta komkujiya Helepçeya xwe
             Felekreşya Şingala xwe
            Têkçûna Mihabada xwe
           Bêhêviya Qendîla xwe
          Û li gazinên Qamişloka min dihatî


Û ev roka

Dizanim…ku hevala min

Di bin barê xemê de

Bi xeman xemilandiye

Di werzê gulan de

Başkofk tijî dered

Bi ser lêva sale de

Hîna zu…çilmisiye

Û dizanim

Ku çendîn destên felekê giranin

Gava ji nişkê ve

Û di pişta mirov de

Kêra xwe ya tûj lêxîn e

Lê hevala min

Tu ne bê piştî

Ey neviya Batîfa Badînan

Ey keça pakrewanê wan çiyan

Ey şêra ji pişta şêran

Çavan veke

Û bihêzeke nuh

Bi hêviyeke nuh

Peşdarî zemawenda avakirinê bibe

Ji xwe…

Çavên me li te digerin

Welatek keç û kur

Hindrînên te ne

De rabe…rê ne de xemê

Dest bavêje pênûsê

Û romana sozdariya dilê xwe

Yê payebilin binûse

Tu dikarî

Dizanim..

Dizanim…
Xweş dizanim.

17 ê gulana 2012.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark