Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Þahiya cejna zimanê kurdî li Dêrika Hemko

 


Bi helkefta 15ê gulanê cejna zimanê kurdî .. saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko þahiyeke germ û rengîn li ber deriyê saziya xwe lidar xist, sazî û kolan tev bi al û wêneyan hatin xemilandin. Wêneyên zimanzanên kurd ên navdar wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û wêneyên rêberên kurda mina Ebdula Ocalan, Þêx Se-îd, Qadî Mihemed û Barzanî jî hatin hildan. Karnameya  þahiyê bi kêliyek  bedeng li ser giyanê rewanpakê kurdistanê despê kir, di pey re zarokên saziyê û xwendekarên wê bi hev re sirûda netewî Ey reqîb xwendin.


Endama TEV-DEMê û mamosta zimanê kurdî Nûjîn axaftineke berfireh li ser zimên kir û rola zimanî di civakê de diyar kir, rewþa ku Rojavayê Kurdistanê û Sûrî jiyan dike anî ber çav û giringiya zimanê kurdî û perwerdeya pê..zelal kir û got: ev sazî berhem û keda þehîdan e, ev sih sal e tekoþîna me ya zimên despêkirî, divê îro ji her demî pitir em li zimanê xwe xwedî derkevin û derfeta hatî bernedin. Zarokên perwerda xwe ya kurdî standîn di saziyê de.. bi helbestên kurdî û stiranên xwe mêvan dilxweþ kirin û hestên wan bilind kirin. Ji rêveberiya saziyê mamoste Ciwan Dêrikî bi navê mamosteyên saziyê.. xêrhatina mêvanan kir, cejna zimanê kurdî li tevan pîrozkir, her weha rola ziman, dibistanan û dîroka dibistanên kurmancî ji serdema Ehmedê xanî ta dema îro bi kinayî anî ziman, dîsa ji gel xwest ku giraniyê bide zimanê dayîkê, û spasiyek taybet ji dayîk û jinên kurde re pêþkêþ kir çimkî ji sedî 85 xwendekar û þagirtên saziya perwerdeya zimanê kurdî li Dêrika Hemko jinin, rewþa saziyê ji dema vekirina wê ta îro raxist ber çavan. Her weha hunermend û stiranbêjan jî gelê beþdar bicoþ kirin û rakirin dîlanê, di pêþî de Hesen Dêrikî bi stirana ( zimanê kurdî þêrîn û xweþe) despê kir, ji koma awazê çiya Baran bi stiranên xwe yên þoreþgerî hemî mêvan dilxweþ kirin. Hunermendên gelêrî Hejarê Elanê, Hesen silêman û koma roj bi deng û awazên xwe þahî gerandin. dawiyê bawernameyên xwendekarên asta yekemîn ji perwerda xwe bi dawî kirîn bi xelatan hatin belavkirin, herweha çend dayîk û mamoste jî ji hêla rêveberiyê ve hatin xelatkirin.
Hêjayî gotinê ye em bînin ziman ku di newroza îsal de 15 xwendekaran bawernamên xwe ji saziya zimanê kurdî-Dêrika Hemko wergirtibûn, di vê roja cejna ziman de jî 36 xwendekarên dî bawernamên xwe girtin. Þahî bi belavkirina þîranî û þekiran û digel stiranên netewî bi dawî bû.
Zimanê kurdî nasnama gelê me û hebûna wî ya netewî ye.
Cejna hemî heskirên zimanê dayîkê pîroz be.
Saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko
15 5 2012

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark