Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji 15 Salan Ve, Di Roja Serdana Serok Barzanî a Qamişlo De Berx têne Serjêkirin

 


Konê Reş

Wek rêzgirtin û wefadarî ji serdana serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî re bo bajarê Qamişlo, ji berî 16 salan ve, welatperwerê Kurd Hecî Abdulezîzê Sara, ji 15 salan ve, her sal di eynî rojê de (7 gulanê), çend berxan serjêdike û wan dike qurbanî ji hatina serok Barzanî re a nav xelkên Qamişlo û Cizîrê û ku ew serdan bi selametî derbas bû...


Îsal jî wek her sal, di roja 07/05/2012 an de, çend berx serjêkirin û dost û hogirên xwe vexwendin ser xwarina wan.. Û di nav vexwendiyan de, bi şahiyeke mezin çîroka çûna xwe a pêşya serok Barzanî ku 100km pêre dirêj kir got.. Û hewildanên xwe bi kak Mehmûd Gergerî û kak Salih Mîranî re anîn ziman, ta ku serok Barzanî hat mala wî û gotinek ji cemawerê Qamişlo û Cizîrê re got.. Ew cemawerê ku ji çend rojan ve çavnerîna hatina serok Barzanî dikirin..

Hêjaye gotinê ku serok Mesûd Barzanî, di roja 07/05/1996 an de bi serdanek fermî hatibû Şamê, piştî ku çend roj di mêvandariya serokkomar Hafiz Elesed de derbas kirin, li vegerê hat Helebê, rêka xwe bi welatparêzê Kurd Kinanê Egîd, xist, yê ku wê hinge nesax bû. Û ji wir hat Qamişlo..
Li Qamişlo cemawerekî bê ser û ber, ji tev bajar û gundên Cizîrê ve û ji çend rojan ve li hêviya hatina wî bûn.. Anku wê rojê Qamişlo bibû wek roja haşer û maşerê.. Dawî hat û ji ser avaniya Hecî Abdulazîzê Sara, gotinek xweş û geş got û dilê cemawer pê şad û rehet kir..


Serok Barzani u Heci Abdulezize Sara

Bi rastî ev hatina serok Barzanî a bajarê Qamişlo ketiy bîrdanka xelkên Qamişlo û Cizîrê de û serdaneke dîrokî ye.. Di gelek civatan de tête gotin ku, berî serdana Barzanî, du carî Qamişlo bi serdanan hatiye hejandin; carekê di sala 1960 î de, dema ku Serok Cemal Abdulnasir hatibû Qamişlo û cara din, dema ku termê Cegerxwîn di sala 1984 an de ji Swêd gihişt Qamişlo, lê hejanina Qamişlo bi serdana Barzanî re ji her duyan mezintir bû..

Em jî ji dil vê rêzgirtin û wefadariya welatperwerê Kurd Hecî Abdulezîzê Sara li ber çavan digrin û temenekê dirêj di xweşiyê de jêre hevî dikin.

Qamişlo 14.05.2012



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark