Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Stranek Pesin Bo Esmerê

 


 

Konodîno

Esmerê!  Were.. em rojên xwe di sibehên Nîsan û Gulanê de bidarvekin.. Axaftina dildaran di dawiya şevê de, li hev par bikin.. Berî ku sal me kevin bike, were, em salan kevin bikin..
Esmerê! Di nîsan û gulanê de, çûk û çivîkên Beriya Mêrdînê bi şahî dixwînin.. Hêlînên xwe li derdora Kewkebê Milan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mîran datînin.. Di nav rîhan, endeko û darên gulhîroya rengîn de, stranên şahî û evîndariyê dibêjin..


*         *          *

Erê Esmerê! Di vê biharê de, min û te jî têra xwe stranên dildariyê ji hev re gotin.. Me sibeh û şevên vê biharê kevin kirin.. Bê tirs, me yar û neyar bi hezkirina xwe agahdar kirin.. û heyva Ninsanê xatir xwest, va heyva gulanê jî ber bi dawiya xwe ve diçe.. Mane her tişt bi dawî ye.. Gelo dawîbûn ji vê dildariya min û te re heye?!

*         *          *

Esmerê! Çavên te; mijank û herdû birhên çavên te.. Çîroka Ferhad û Şêrîn, Siyabend û Xecê, Mem û Zînê bo min dibêjin.. Bejna te; Spîndarên Newala Bûnisra, çinara Mûsa Anter li Stilîlê û bilindahiya çiyayê Cûdî, Agirî û Barzan tîne ber çavê min.. Hilma te; Bêhna Nêrgizên derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan bi ser min de dibarîne..
Esmerê! Kê gotiye;  hezkirin bi plan û rêk û pêk e! Na na Esmerê, hezkirin ji Xwedê ye, tiştekî şuriştî ye.. Xwedê hez spehîbûn û bedewbûnê kiriye.. Eger rast baweriya min bi Xwedê hebe, min hez spehîbûn û bedewbûna te kiriye.. Min tiştekî guneh nekiriye..

*         *          *

Esmerê! Ew kî ye, yê ku dibêje dil pîr dibe! Kî dibêje çiya pîr dibin! Çem û gelî pîr dibin.. Derew, vir û xapan li xwe û me dikin.. Dil, bi hezkirinê bêtir dijene.. Mezin û fireh dibe.. Sînorê kîn û zikreşiyê winda dike.. Di asoyekî bê ser û ber de semayê dike.. û bi dilovanî li Bekoyan temaşe dike.. Normal e Esmerê ku Beko milevaniyê di deryaya vê jînê de bikin.. Pirbûna Bekoyan nîşana hebûna dildariya resen e. 
Sibeha te bi xêr, sibeha min bi xêr, sibeha rojên Gulana Qamişlo bi xêr.

Qamişlo, 11.05.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark