Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Karkirin ji bo yekītiya Sūriyź ū pźkanīna aramiyź jź re.

 


Dr. Ebdul Hekîm Bežar

Nîr û kawdanên ku žoreža Sûriyê li ser astê žorežgerî û gorepanî û  herweha li ser astê siyasî, herêmî û nêvdewletî têre derbas dibe, û derketina rêyên ji hev cuda û newekhev ji çareseriyê re , dihêlin ku ev žorež bibê asêtirîn žorež di vê deverê de.
 li ser astê žorežgerî, žorežgerên Sûriyê bi rêya tevaya Hevrêziyên žorežger karîn pêdariya xwe ya bê sînor himberî sitem, zordarî û kužtina hovane bidin nîžandan û di vî warî de dastanên lehengî rûdan, ku di dema pêž de dikarin bibin nemoneyên žorežgerî yên pêžketî di peymangeh û zanîngehên cîhanê de bên dan û xwendin.


 Evê žorežê diyar kir ku dikarê xweragirê û xwe bi xwe pêž ve bidê , evê yekê hêližt û dihêlê ku bibê hokarê bingehîn yê bi tenê ji berdewamiya žorežê û pêdariya wê re û bibê pêkhatiyê serekî jî ji žorežê re ,ya ku dibê cihê žanazî û serbilindiyê ji tevaya gelê Sûriyê re û hêviyên serketina dawiyê jî li ser wê yekê têne girêdan.
 Lê ,li ser astê siyasî , anku li ser astê opizisiyonê li vir tirseka mezin ji xwehirkirina berê žorežê re rû didê, ku kar û xebata ji bo pêžeroja Sûriyê ber bi hevrikiyeka li ser desthilatê ve herê û hewldanên hin aliyan, ku xwîna zelala gelê Sûriyê ji ecindeyên siyasî yên taybet re ji xwe re bikarbînin û herweha ji bo armancin berteng ku dûrin ji armanên rasteqîn yên žorežê re, ji ber wê jî di encaman de opizisiyon li ser herdu astan jî serneket û gavên mêzin jî ne avêtin,ya yekimîn , ne serketina wê di hevgirtin û danheva tevahiya pêkhatiyên Sûriyê de, ji bo ku bi xurtî û bi vîna xwe tevlî žorežê bibin û ya duwimîn , niha di herêmê de qetbûn û parçebûneka dijwar di helwêstên hêzên herêmî de tên dîtin, di ber newekheviya siyasî re, evê cudabûnê destpêkirye ku rengekê mezhebî bistînê û ev yeke metirsîneka gewre li ser aramî û seqamgêriya deverê çêdikê, lê di warê nêvdewletî de , hê helwêstên tevilhev û cuda ne tenê li ser astê nêvdewlêtî (Rosiya û Çînê ve )tên xuyakirin, lê belê , li ser astê guropa dostên gelê Sûriyê jî berçav dibin, hin ji wan destgirê maytêkirina ležkerîne û hin dijberî wê ne û herwisa hin alîgirê çekkirina rikeberiyê ne û hin dî jî dijî wê ne.
li ser astê desthilatdariyê beryar û kiryarên li ser rûyê erdê tên diyar kirin, hê ew beryar û kiryar hevgirtîne, li hevhatîne û bihevremayîne û hêjî çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dezgehên ewlekarî û hêzên lêžkerî dibînin û eger rijêm di parastina kursiyê desthilatdariyê de serneket, ne dûre ku ber bi karanîna nexwežtirin û girantirîn sînaryo û rêyên ne baž ve here, ya ku pêwîste mirov di pêžeroja Sûriyê de berçav bigirê û ji ber wê jî divê mirov alav, pilan û pirogiramên diyar beramberî wan sînaryoyên rijêm berhev bike, ne ji niha bi tenê re û di vê qûnaxê de bi tenê , lê belê di qûnaxa hilwežandinê û ya pižtî wê re jî . çi  çaxa ku rijêm baž têgiha ku dema hilwežandina wê nêzîk bûye, ji ber ku xwe bi parêzê, wê tevaya kaxezên xwe derxînê ji bo ku žerê navxweyî yan žerê tayîfî dijwar ne tenê bi mînê di hundirê Sûriyê de, dibê ku bibê egerê ne aramiya herêmê tevî, ku bi rengê xwe ve siyasî bê û bi naveroka xwe ve tayîfî bê, û li vir rijêm wê nemînê destgirêdayî , wê Sûriyê ji hev bikê û bike dewletin piçûk ta bi karê li ser erda yekî ji wan dewletan, eger bê xwestin wê žerê xwe bi rengekê dîtir bidomîne.
Lê tižta diltevzîn ewe, ku hê hin ji aliyên rikeberiya Sûriyê û bi rêya kar û helwêstên xwe yên siyasî û nûneratiya wan ji piraniya pêkhatiyên gelê Sûriyê re , ew jî beždariya rijêma Sûriyê di avakirin û pêkanîna pêžerojeka tarî ya Sûriyê de dikin , pêžerojeka ku rijêmê jê re her wextî, ji dema ku desthilat bi dest xwe ve xistî, jê re kardikir, ew jî ewe: yan ezê hebim yan jê wê pižtî min acawe û wêran bê.
 gelo , ev alî li dûrbûna metirsiya helwêstên xwe digihin yan ewê li peyî nêrîna xwe  ya bê ser û ber herin,yan  jê wê li ber danpêdana nêvdewlêtî ya netemam ji wan re serxwež bibin .
 parstina yekîtiya Sûriyê û pêkanîna aramî û seqamgêriyê jêre pižtî hilwžandina rijêmê erkek pîroze, lê mixabin hin ji aliyên opizisiyonê bi rêyin dî ve diçin û van armancan pêknayînin .


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahī Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark