Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rastiya rola kurdan di kujtarên ermeniyan de (2)

 


N. Beyro

Sedemên van kujtaran di vegere çavpêdana ermeniya piştî vêxistina şerê cîhanê yê yekemîn,
li (serxwebûnê) .weke milletê din yên ku di nav osmaniyn de dijîn.nemaze ku gelek ermenî ketin ,di bin siya leşkerên rûsî de li îranê û li qefqazê.û li gelek şerên sala 1915a hêzên osmaniya şikandin…


bi vê yekê dihate xwestin ji herdû sipahsalara (Enwer Başa û telet başa) xwîndarên berpirsyar binasin û ewjî ermenî bûn. Vê yekê kir (Êkgirtiyan) peymaneke nû nediyar sazkirin ji kujtina ermeniyan re.
Regzperistiya olî û werma şarevanî,sedemên herî serekîbûn di pişikdariya hin ji kurdan di van kujtaran de , lê belê dema em li mêjwê vegerin ,dê bibînin ku kurd berî kujtaran gelekî werme û bi olê ve girêdayî bûn ,digel vê yekê jî bi jiyaneke hevbeş li gel ermenî û aşûriyan di sedê salan de ti nexweşî çênebû,ji bilî wê bûyera navbera  Bedirxan beg û aşûriyan de ew jî sedema ku aşûriya bêş nedane wan dezgehên ku mîr bedirxan avakiribûn.
gelek nivîskar û lêkolînerên biyanî diyar dikin têkilî û pêwendiyên navbera kurd û xiristiyanên kurdistanê de mîna (mêcirson ) ku li pêşiya civata erdingeriya şahbane li Lenden got; belkî
gelek ji me bîreke nediyar heye ku kurd ne berpirsin di kujtina ermeniyan de…..lê belê ji me kêm kes dizanin ku ermeniyên kurdistanê di jiyaneke bextewr de dijîn berî salên şer …..
û (kirolîvskî) di bêje ;cuda bûna olî nav kurd û xiristiyanan de rol nebû di kujtaran de, û teqez dike seredana kurda ji keniştê xiristiyanan re û  serdana xiristiyanan ji mizgeftê misilmanan re û eve tiştekî xurist bû li kurdistanê…………………….
Ma nexwe sedemên nuh yên navtêdanê   e wan perdeke reş ji regezperistiya olî  bi ser hestê kurdan de berda dijî ermeniya û berê hinek ji kurda dane bişikdariyê di kujtaran de bi rengekî êkser û ne êkser  bê ku bizanin bê çi dibe li pişt perda û tirkiza vî karî çiye .li gelek devera mela û olvana li gorî fermana dewletê hestê kesê sade gurdikirin û berê wan didane kujtina ermeniya û digotin (xiristiya bukjin û ji tiştekî netirsin ..bimrin xiristî û bijîn misilman…kujtina ermeniyan erkeke li ser milê xelkê muhemed).
Bi vê yekê diyar dibe bê çawe hestê olî yê kor li cem kurdên sade peydakirin bi pîlaneke sazkirî û berê wan dane kujtara bi awakî hebxû……
Eger em bêjin beşdariya kurdan di van kujtaran de di rêya rêxistina(الفرسان الحميدية )de bû, ku bihtirê regezê wê kurdbûn ,   pêwîst e em bizanin ku ev rêxistin  hate damezrandin da bivî karî rabe û dive em wê bibînin weke rêxisteneke desteledar ,ne rêxistineke regezê wê kurdin û beşdariya wan ango beşdariya kurda ye ,ya rast ewe ku cindirme û serbaz ewin yên berpirs û tawanbar……………. 
Lê mixabin tevgera netewî ya ermeniyan bi hedrû partiyên xwe ve (hincak 1887 û daşnaq 1890)rolwke nedurist di bûyeran de leyistin ((M.S,lazarêf)) dibêje ;di dema kujtaran de daşnaqan karekî nebaş ji ermeniyan re kirin , ku berê wan dane raperîneke dem nehatî û rewanê kîn û zikreşiyê di dilê wande sergerm kirin dijî kurd û tirka bê cudayî , û ev armanca dilê berpirsên kujeran bû . û jiberve ku hêzên kurdê zane nêzîkê xwe bike û hevbendiyê biwan re çêke ,da xebateke hevbeş bikin dijî derbegên kurd û tirkan.hewl da ku regezperistiya olî vêxe û cudabûnekê bêxe navbera kurd û ermeniyan de ……ji aliyê dî ve tevgera netewa kurd  di rêya kovara ( Kurdistan) ku ji (qahîre ) cara yekê belav  bû (1898)a  berek ji jimarên xwe terxan kirin  di sale (1901-1902) ji berevaniya ermeniyan û rûreşkirina kujtarên di mafê wan de dibin … her wiha vê kovarê herdem teqezdikir ku tirk dixwzin tovê perçebûnê navbera kurd û ermeniyan de biçînin .
Ji bawernameyên serekî yên diyar dikin berpirsiyariya osmaniya di kujtarande bi rengekî êkser , ew birûska (telet başa ) hinartî serdarê Helebê û têde dibêje; (berê me gotiye we gorî fermana جمعية الاتحاد والترقي rehkorkirina ermeniyên ku di Turkiya de dijîn, û çi berpirsê dijî vê biryarê bisekinê dicihê xwede namîne û çiqasî karê  were kirin hişk û tund be ,dive hebûna ermeniyan  serencam bibe . xemê ji temen ,mêr û pîrek û zarokan re  nexwin….
Li gelek devera destpêk û serncama kujtaran li ser destê cindirma bû . mîna ku li (Orfa) 30 hezar serbaz hatin fermandin bi rehkirina ermeniyan ,her wiha xurist e eger ne bi arîkariya topê leşker be.milîonek û nîv ermenî di demeke kin de nedihatin kujtin, ji ber ku li tîrmiha sala 1901 a -  20000 serbazê biçek û biwan re 11 top ,berê xwe ji stenbolê dane bajarê (Mûşê) û di 10 mihê de dever û bazirgehê ermeniyan topbarankirin….
Pêwîst e di xwendineke weke vê de ,em rola Elmanya û orupa di van kujtaran de diyar bikin ku şerê cîhanê yê yekemîn dike were vêxistin û Elmanya dixwaze hevbenda wê (imbiratoriya  osmanî) bimîne xwert .
Di sala 1913  an de û d simînarekê de li pêşiya çivata – Elmanî. Asyewî- (pawil robax ) teqezkir pêwistiya mana  Ermînya rojava di hindirê (imbiratoriya  osmanî de)  gorî berjewendiyên Elmanya .lê ji aliyê din ve Rûsya dixwest Ermînya rojava bi dest xweve bîne ,,,,,,,,û dive agadarbe ku destê Elmanya Êkserî di kujtaran de hebû . ev diyar bu dema  baylozê Elmanîa namek hinartî الصدر الاعظم  (seîd helîm başa) di 4 ê hezîrna sala 1915 an de û têde berçav kir ku Elmanya piştevane ji kujtin û dûrkirina  ermeniya ji rojhilatî dewleta osmanî …
Hejî gotinê ye ku di dadgerîna (Tarlîran) de li Berlînê bi gunihbariya kujtina (Telet başa) gotin çêbû li ser rola Elmanîa di kujtarên ermeniyan de û rojnemevanê Elmanî xwestin , berpirsiyariya  impiratoriya Elmanî  diyar bibe……û liser helwîsta dewletên din yên orupî .ewan li ermeniyan dimeyzand ,gorî berjewendiyên taybet . piştevanî dikirin dema di dîtin ji mifa wane û arîkarî ji warê gotinan derbas ne dibu , tevlî ku helwîsta wan girêdayî bu bi berberiya dewletî û pêşeroja Rojhilata navîn ve .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark