Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Žermezarkirin

 


Hêjayan serokatiya Encumena nižtimanî ya Kurdî li Sûrî,
Hêjayan endamên komîteya amadekar ya Encumena nižtimanî ya kurdî li Ewrupa,
Yê me, em wek Encumena Êzdiyên Sûrî di wê baweriyê de ne, ku di vê dema pir nazik û hestedar de a ku Sûrî bi tayîbet û rojhilata navîn bi gižtî tê re derbas dibe, li ser me wek Kurd ferz dike ku em bi zûtirîn dem hêza xwe bikin yek, û bi yek deng û rengî di ber pirsa xwe ya netewî de kar bikin.


Li ser vê bingeh û pêla netewî em wek berpirsiyarên bežekî bingehîn ji miletê Kurd li Sûrî tev hev digerin, ji ber ku hêz û hebûna me wek Kurd di yekîtiya me de ye.

Lê mixabin ku îro roj û pižtî derbasbûna bêtir ji salekê li ser žoreža rûmet û azadiyê ya Sûrî re, ku hîna em Kurd tert û belane, û ji bo çareseriya pirsa Kurdî li Sûrî ne xwedî helwestek netewî yekgirtî ne?

Mirov dikare vê berbelavbûna Kurdî di qada siyaset û têkožîna rojane de, di gelek cî û waran de bipelîne.

Me di destpêka damezrandina Encumena Êzdiyên Sûrî de, di 05.11.2011 an de, biryar da ku em parçeyek in ji tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî û em ê ji devayî refê Kurdaweriyê tu kar û xebatan nekin û têkilî tu Žepûl û aliyên muxalefetê nebin.
Tevî ku me têkiliyên berfereh û li ser asteka pir bilind bi serokatiya tevgera xwe ya siyasî re li hundir û ji dervayî welat re jî kirin, ku wan jî çi bi devikî û çi bi nivîskî kêfxwežî û serbilindiya xwe ji bo damezrandina Encumena me dan diyar kirin, û soz dan ku wê me pižtguh nekin, û wê her timî rêzê li vê xebat û hebûna me wek nûnerên Kurdên Êzdî li Sûrî bigrin.

Lê mixabin ku ew soz û dilsozî tenê man gotinên li hewa??

Di têkiliya me ya herî dawî de bi Encumena nižtimanî ya Kurdî li Sûrî re, ji me re gotin ku wê nûnerekî me bi rengekî fermî beždarî civîn û çalakiyên encumena nižtimanî ya Kurdî li Sûrî bibe, lê tižtê ku qewimî bi qalik û naveroka xwe ve berûvajî vê sozê bû.

Encumena nižtimanî ya Kurdî di 15.04.2012 an de li bajarê Bielefeld/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??
 
Encumena nižtimanî ya Kurdî di 22.04.2012 an de li bajar Essen/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??

Encumena Êzdiyên Sûrî di gelek civîn û kongireyên Hevrikiya Sûrî de beždar bû, lê wekî ku me li jor anî ziman, tevî ku me dikarî bû ciyê xwe yê rewa di rêza wê hevrikiyê de bigirta jî, lê em tevlî tu aliyan nebûn, û me di daxuyaniyeka çapemeniyê de diyar kir ku em bêyî Tevegra siyasî ya Kurdî tu biryaran bi serê xwe nedin.
 
Em wek Encumena Êzdiyên Sûrî vê pižtguhkirin û nijadperestiyê, vê danûstandina ne kurdawerî a ku Encumena nižtimanî ya Kurdî li Sûrî li himber me bikartîne žermezar dikin, em hem wek Êzdî wek parçeyekî bingehîn ji miletê Kurd û hem wek rêxistin, wek nûnerên bežekî ji civaka Kurd, Xwe wek xwediyên Kurd û Kurdistanê dibîn in, û em ê tu carî rê nedin xwediyên nerînên teng û nijadperest ku ziyanê bighînin gewdê Kurdaweriyê.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî têkožîna gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûnê

Komîteya ragihandinê ya Encumena Êzdiyên Sûrî

Elmaniya    29.04.12

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark