Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekîtiya Nivîskaran xewne!

 


Qado Ŝêrîn

Gelek ji me ne rola xwe dilîzin, ji ber wê em li paŝ mane, mirovek dikare boriyên soban, çeqmaqan, komputeran, biskilêtan, satalaytan, tv, radyo û saetan û gelek tiŝtên din çêke û di eynî wextê de dikare siyasetvan, nivîskar, rojnamevan û bilîmet be, ji textorî û enezyariyê jî fam bike.
Bi gumana min ji kêm baweriyê tê dema mirovek ji helwesta xwe nayê xwarê û nikare bêje: wek te ye?.


Ji yên ku ne rola xwe dilîzin re dibêjim: bila bêhna we fireh be nivîskarino taku rêjîm birûxe, daku dezgeh an jî kongirê we rewatiya ŝoreŝa azadiyê bistîne û di bin sîwana azadiyê de li dar bikeve, ne di bin sîwana rêjîma Beŝar de, bila yek ji encam û serkeftiyên ŝoreŝê be û ne ji rewatiya bi çavekî ji dema Beŝar be. Eger ana û hîna rêjîma xwînrêj serdest e, çi kongir li dar bikeve rewatiya ŝoreŝê nastîne, çimkî li ser piŝta ŝoreŝê tê ava kirin. Bila ŝoreŝ bi ser keve wê wextê dê kongir bibe yek ji encam û serkeftiyên ŝoreŝê, wê wextê her kes dikare amade bibe, hemû bîr û boçûn dikarin li dor yek bertevê bicivin, her kes dikare xwedî li bîr û boçûnên xwe derkeve. Bêŝek wê wextê dê encam baŝtir be, dê pirsgirêka derve û hindur jî çareser bibe. Jixwe wê wextê dê nivîskarên tirsonek û bê helwest, ‘’di wexta ŝoreŝê de’’, berî yên din amade bibin.
Heçê xwe nivîskar û rewŝenbîr dibîne, tev li xirecira bi serêŝandin a avakirina dezgehan nabe, jêre nexeme kî damezirîne, ew dinivisîne û doza mafê xwe jî nake, ew dikare tenê endam be. Bi gumana min ew kesên bi xirecir ên ku ana toz û terabêlka avakirna yekîtiya nivîskaran radikin, dê nikaribin mafê nivîskaran biparêzin, çimkî ew gelek nivîskaran tune dikin, li aliyekî temaŝe û guhdarî dikin, ewê nikaribin piraniya nivîskaran di bin sîwanekê de bicivînin, ew kes dê bibin sedema perçebûna nivîskaran, êdî wê mafê nivîskaran di nav dezgehan de winda bibe, incex mîna partiyan li dij hev derkevin, wê wextê dema wan ji parastina mafê nivîskaran re namîne, belkî karibin ji xwe û malbata xwe re tiŝtekî bi dizî bikin. Ji ber wê gelek nivîskar û ez yek ji wan, emê tev li wan dezgeh û rêxistinên bi xirecir û serêŝandin nebin. Li keysebazan sed pîroz û bumbarek be.
Mixabin gelek ketine bezîna avakirin û damezirandina dezgehan, hema çi be xem nake, daku ew dezgeha dîrokî bi navê wan bê tapo kirin, lê jêre nexeme kî tev li wê dezgehê bibe an na, jêre ne derde dezgehek serkeftî û saxlem be an na.
Mixabin ku hin nivîskar jî mîna wan kesan in ku nikarin kesî bipejirînin, nikarin li kesî guhdarî bikin û nikarin ji kesî jî hez bikin.
Ji wan kesan dipirsim: çima di wexta berî ŝoreŝê de we ew dezgeh ava nedikir?. Ana li ser piŝta ŝoreŝê siwar bûne û hop-hop ji wan tê, mêweyê ŝoreŝa ku hîna bi serkeftinan ŝa nebûye, didizin.
Bi gumana min, divê bêhna me hemiyan fireh be, em ewqase sal bê maf û dezgeh mane, em dikarin wextek din jî bimînin taku rêjîm birûxe, û dezgeha ku qaŝo wê mafê me nivîskaran biparêze damezirînin. Wê derfeta amadebûna hemû nivîskaran çê bibe, ew kongir dê giŝtî be, û dê hemû bihaneyan ji bin ziman dirêj û keysebazan bikŝîne. Bi gumana min heçê nemîne wê wextê û ji hêla xwe ve seriyên perçebûnan bajo dê ji qestî nemîne daku yekîtiya kurdan çê nebe, her wisa ewê ku nemîne dê nikaribe yekîtiya nivîskar û rewŝenbîran biparêze. Ta rêjîm nerûxe, ew dezgeh nabe fermî, her wisa dê nikaribe mafê nivîskaran biparêze û bîne cih, ma hûnê mafê nivîskaran ji kê bixwazin û bistînin?. Ji Beŝar?.
Wek çilo min di doŝeya malpera Welatê Me de nivîsandibû, ana dubare dikim ku çi çaxa rêjîm rûxiya, û rewŝa nivîskaran bû mîna ya tevgera me ya siyasî, ezê tev li wê xirecirê nebim û nebim hevparê wan sûc û ŝaŝiyên dîrokî, çimkî ew dezgeh dê nikaribin mafê min biparêzin, incex wê bikaribin bi hev kevin. Bi gumana min dê gelek nivîskarên wek min tev li wan dezgehên bi serêŝandin nebin, belê wê lanetê li xerabxwazan bibarînin.
Eger hat û du dezgeh bi kêmanî çê bûn, pêŝî ez û di dûv re bang li hemû nivîskarên baŝ dikim ku tev li perçebûn û xirecira vala nebin, li mala xwe rûnin, nivîskarî ne bi endametiya dezgehan e. Bila ew ên serhiŝk ku nikarin li kesekî guhdarî bikin, her wisa nikarin kesî qebûl bikin, ew û jin û zarokên xwe tenê endamên wan dezgehan bin, daku her kes wan li ser rastiya wan nas bike, û lêpirsîna dîrokî tim li ser riya wan be.
Li dawî, ez destê we diramîsim, sola we diramîsim bila bêhna we fireh be, hevûdu tune nekin, hevûdu bipejirînin, li hev guhdarî bikin, ji hev hez bikin û yek dezgeha nivîskaran damezirînin daku em bi we serbilind bin, me nehetikînin, bila nivîskar nebin pêkenok û nimûneya ŝikestin û têkçûnan.
15ê avrêlê 2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark