Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Konferansź žeža yź PDPKS rźxistina Elmanya de hate lidarxistin

 


Di roja žemiyê 07.04.2012 an de li bajarê Kasselê yê elmanî konferansê žeža yê rêxistina partiya dîmoqrata pêžverû ya Kurd li Sûriyê û bi amadebûna endamên partiyê ji hemû herêm û bajarên Elmanyayê hate lidaxistin, konferans li gor rêzana hindurû ku her du salan pêk têt, hate li darxistin.
Di destpêkê de birêvebirên konferans bi xêrhatina hevalên amadebûne kirin, û bi tevayî navê hevalê koçkirî xebatkar Ibrahîmê hecî Sebrî yê ku di 29.02.20012 an de koça dawî kiribû li konferans kirin,


 ew jî bo rêz û nirxandin ji kar û xebata wî re ku pirê jiyana xwe di berdestiya pirsa miletê xwe yê Kurde de terxankiribû, ji dema endametiya wî di serdariya partiya dîmoqrata pêžverû ya Kurd li sûriyê de, pažê heval kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên žoreža sûriyê û miletê Kurd rawestiyan, herweha heval Ehmed Silêman endamê nivîsgeha rêzanî ya partiya me û serûkê encûmena nižtimaniya Kurd di peywendiyeke têldengî de silav li endamên konferans kir, û li ser rewža rêzanî ya hestiyar li Sûriyeyê û li ser hemû kar û barên ku tevgera kurdî daye ser milê xwe axivî, û di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji karên konferans re kir.
Pižtî wê sê heval bo birêvebiriya konferans bikin, hatin helbijartin, wan karname û hemû têbînî û pêžniyar û rexne di civatnamê de bi hevalan re bi hûrî bicîkirin, û rapora rêzanî ya ku hatibû amadekirin ji aliyê desteya birêvebir ve ya rêxistinê ya berê hate xwendin, û têde rewža rêxistinî û diravî hate ravekirin, û di warê rêzanî de endamên konferans gîringiya encûmena nižtimanî ya Kurd di bin siya žoreža Sûriyê de teqez kirin, ku ev yekîtiya rêza kurdî ku delîvek e dîrokî ji miletê Kurd re di Sûriyeyê de çêdike, ji bo bi destxistina mafên wî yên neteweyî yên rewa li ser bingeha pirensîpa mafê çarenûsî yê ku encûmena nižtimanî ya Kurd di 26.10.2011 an de li bajarê Qamižlê xwestibû.
Hêjayî gotinêye ku amadebûna ciwanên pêžverû bi pirî di vî konferansî de balkêž bû, wan jî bi pêžniyarên xwe yên nirxbilind yên ku ji xwendin û karzanîna xwe ji žêweyên sîstemê di dibistanên Ewropayê de girtine, pêžkêžkirin, û ji bo vê gîringiyê hevalan dît ku pêwîste du endam ji van ciwanan di desteya birêvebir de ya rêxistina me li Elmanya bêne helbijatin. 
Di dawiya karê konferans de desteya birêvebir û berpirsê rêxistinê bi serkeftî hatin helbijartin, bo bi kar û barên rêxistinê li Elmanya rabin.
 
Kassel – Elmanya
09.04.2021


 





 





 



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark