Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bixwekiro derman jź re nine

 


Mihemedê Seyid Husên

Bêguman gelê Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, qûnaxeke hestiyar, awarte û alozewîst dijî, herêm bi taybetî û civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û konseya ewlekarî ya navnetewî bi gižtî, li gel seqa û mercên dijwar û hewldanên kêmçare û bêdûnde, bi ser de jî xwedêgiravî ku di palgnameya sûndxwarinê ya nižtemanî de, kurd weke netewa duyemîn hatine serbêž kirin, bi texmîn van sedeman hižtine, ku žandeya Encûmena nižtemanî ya kurdî, gelekî bizûtî biryara kongera 26 ê çirya pêžî ya 2011 an jibîr bike û biryara vekižandinê ji kongera dijberiya sûriyê li Istanbolê bide.


    1- bi taybetî biryara ku dibêje: (gelê kurd perçakî bineretî di žoereža gelê Sûriyê de gewde dike, û mîna avdeyekê ji hemerengiya tevna nižtemanî nayê cudakirin, û kêžeya gelê kurd ya siyasî destegul kêžeyeke nižtemanî tevare ye).
    Gelo çî nû çêbûye ku li vê radeyê xwe ji kongera dijberiya Sûriyê ya Stanbolê vekižîne, di çaxê ku cara yekeme hemî leq û engên dijberiya Sûriyê, ji derve û hindurû ve, xwe dane serhev û di encamê de dijberiya Sûriyê xurtir kirine, û dê rewaya xwe di pêžbîniyên nêz de, dawerî ser hemî dewlet û rêxistinên civaka navnetewî bike, bi ser de jî navnîžana roja înê ya konseya gižtî ya žoreža Sûriyê, wisa bê perwa û paxav guhertine, xwe bê kesukar, bê dar û destekar sêwî û li aziyê bê pižtevan û hevpeyman bihêle, gelo pižta xwe bi kê xurt dike, ango kê dixeyidîne, kê jî razî dike, pirseke wisa bê rêdan di pengize holê..?
     Gelo we çawa wilo bi hêsanî zor, sitemî û çewsenkariya dîrokdirêj ya rêjîma fažist û noker jibîrkiriye, yasayên ewarte û pirojeyên regzperestî, serjimara rûrež, kemera dorpêçanê, xaka bav û klalan ya pîtdan û pîroz, zimanê dayikê, gelepor û kultûra dêrîn ya talanbûyî, nemaze ku Mexmûriyên Ereb tê de nižtecî bûne, zindan, îžkence, kujtin û wêran, guherîna dîmuxrafî ya herêma rojavayî kurdistanê, tanî ku bigihê pilana xwîndar ya 2004 an û pakrewanên ku ji bergorên xwe bi devê ciwanên žorežvanên îro, qîr dane ku milê mêr û jina kurdî, ji hemî pêkhatên welêt raneqete, û di hemî hêlekaran de kargoriyên žorežê yekpare beheremî azadî û rûmetadariya hemwelatiyê Sûriyê bikin.
    We hîn xemsartir çavên xwe ji ser dîmenên kujtina ketuber, žewata bi saxtî û pelekutkirina azirdanê, gulebarandina bi torfelaqî ya xelkên pirotistêr yên ažtiyane, sîngtazî û destvala, bi destên çete, ževeng û çolaxên xwe-erzafirož yên rêjîma malbatî ya har û tewžedînî, herwekî ji berê ve wêran û talan, pûre û yexmekirina mal û mewdanên gelê Sûriyê, nemaze ku di dîroka mirovaniya hemdemî de kesanedîtiye, herweku li Hims. Idlib. Der,a. Žam. Heleb û Dêrazorê felaket grandine, gereke em Kurd ji hemû pêkhatên Sûriyê, bi hest û newaziyên xwe yên netewî zûtir agadar bibin, û bilezubez destekariyê bidine hemwelatiyên berbatbûyî, neku em jî weke helwesta kongerînên kurd li Stanbolê, ango mîna Vîtoyên Rûsiya û  Sînê bi ser ve jî durûtiya Emrîka, nemaze ku bo Israîlê û hilibijartina serokatiyê, berê xwe ji kul û derd, berbat û felaketên xelkên Sûriyê biguhere.
    Bi dehên caran me xwendiye, yekser me dîtiye û bihîztiye, bi kurtasî ku Encûmena nižtemanî ya Sûriyê di daxuyaniya xwe ya damezira de, di kongera Tûnisê de, li nasnameya destûrî ya gelê kurd mikur hatiye, dîsa li mafê gelê kurd yên rewa û erkseza mikur hatiye, û dê pižtî rûxandina rêjîmê hemî yasa û pirojeyên ewarte ji holê rake, û çi kesê ku ji encama wan fermanan ezyet dîtine û xwarine wê qeregoy bibin.
    Vêca ku îro-roj hemecûriya ciwanên Sûriyê bi yek dengî qîr dane žorežê, da qena pêžerojeke nû pižtî rûxandina rêjîma malbata Esed ya kujer û xinizkar û firožwelatî, bo gelê Sûriyê nîgar û nexže bikin bi dest ve bînin.
    Gelo çima we hêj xwe ji giyanê pažverûtî, ezîtî, xedbînî û ramanên nikderbûyî û destêwerdana bergumaniyê rizgar nekiriye, hema ji nehêniyên çolrbiran bi meža koran pêžiya xwe xûm dikin, wisa we kêžeya gelê kurd bi sivkayî, bîrtengî û tewže-awirên kêmnirx teqilandiye, we hîn erzantir bi derûnlawazî û çavên žikestî, we heman kêžeya gewre û giranbuha, li ser terzuya Gêzeran kiriye û firotiye, tenha hûn di nexžeya berjewendiyên tekakesane û mirêka žikestî de li xwe geriyane, li dûv leylanê rabudûyî eydiyolojiya tekpartiyê û tekraweya eydiyolojî, tenha we navnîžana heman perwerdeya genvî ya kilasîkiya keysebazî û paždemayî naskiriye, we hemî maf û hûrpîžên bûneweriya gelê kurd bê žêwra gižtî, bê rêbaz û bername bi avê de berdaye, wisa bê sedem û tilamên pêbawer, we li gorî mîrzayên lêveger yên totalîtar, êž û janên gelê xwe weke êžnasên pispor, li rojavayî kudistanê bi destên xwe derman nekiriye, timî bêhavil û derûnžikestî, bê viyana azad û helwesta serbixwe çavên we ziq li ser derve rawestandiye.
    Di encamê de 83 ê dewletên beždar li mafrewaya Encûmena nižtemanî ya Sûriyê mikur hatine, û berya wê hemî dewletên Ewropayê, li gel Emerîka, Rûsiya. Firasa û Ingilîzan pêžewatiya Encûmena Sûriyê, bi žêweyekî rêwefermî pîžwaz kirine, Lîbya, Tûnis û hemî konegerînên 24 – 2 – 2012 an bi rewaya wê rûnižtine, û Encûmana hevkar ya kendavê û li raserê wê žahê Si,ûdiyê, bi xurtî pižtgiriya wê tanî bi çekdariya sîpahên nižtemanî yên azad kiriye, li hindurê welêt destegul rewaya xwepêžandêr û žorežvanan destnîžan kiriye, vêca nizanim hiž û sewdayê Encûmena nižtemanî ya kurdî li kîjan beybaneyan nêçîrê dikin, û ji kîjan což û hêzdariya gotara yekgirtî, ango hevmiliya navxweyî biryara vekižandinê daye, kê destê xwe ji wan re li sînga xwe xistiye..hîç nizanim ew dimîne razperîzeyeke nependî xwedê tenê pê zane.
    Di baweriya min de vekižandina nûnerên žandeya Encûmena kurdî, li gel çalakvanên hevrêzên kurdî û kesên serbixwe, tenha ji ber 3 ê sedmên jêrnivîsî hatiye.
    1- ji tirsa zirt, fort û gefên partiya yekîtiya dîmuqrat (p.y.d) nemaze weku pždemî deng pêketiye, nivžtan diavêje malên çalakvanan, û li gorî helwesata serokê partiyê di hevpeyvîna xwe de, daye xuyanî ku çi kes ango partî hevkarî Encûmena nižtemanî ya Sûriyê (ya Erdoganî-stanbolê) bibe jixwe ew yekser dijminê meye, wisa jî li gorî zirt û geflêxwarina Qereyelan, nemaze ku Turk destêwerdana serbazî di Sûriyê de bike, dê gelê Kurd žerekî mezin di Sûriyê pê re li darxîne, pêk ve jî žêwra jêder û lêvegerên kurdistanî, bi taybetî ku serê xwe raçengî wan kirine, hîç nikarin dibin nîrê wan de stûyê xwe bizîvirînin, bi wateya ku viyana wan ji dest wan sêkuçikî terqiya ye û talan bûye.   
    2- ji encama biryarên kongera pêžgotî, bi ser ve jî tirsa rêjîmê, nêzî diružma rûxandina rêjîmê nebûne, bi taybetî ewên ku bi pêwîstî, stûbarî û giringî rêbaz kirine, zanistyariya ji qanêder,  mafê bûneweriyê û dubarekirina komika serbixwe, ne tenha roniya kesk danê, lêbelê çiraxan didine rêjîmê, nemaze ku (kevirê mezin ne nîžanê lêxistinêne) ango çare tê de kêmpeydaye û girêka ber birekê ye, îcarê bi wihareng žûnžopeke derlayenî û ji dijberiya Sûriyê xwe didawižînin, û di qewarekî biçûk û serbixwe helwestê li nik rêjîmê diçesipînin, wisa jî her wan nejê ye ku Hims. Hema. Žam. Heleb û Dêrazorê sirgûn û mižext bibin, bêne girtin, kujtin û ketuber bêne žewitandin hîç wan pîž pê nîne,  hîç pîž bi mafê destekariya hemwelatî nînin, ji ber ku wan derfet beroçeqî rave krirye, herweku dixwazin li ser derzika pižtê razyî û pižtvekirî, li ser pižta kargoriyên gewre yên xelkên orežvan, mafê gelê xwe bê serêžan radest bikin.
    3- bi rastî di hemî hevdîtin û guftugoyên ku Encûmena kurdî bi Encûmena Sûriyê re kirne, pižtkul û jixwe nebawer tevlî gotebêjê bûye, hîç nikarîbû, nejî diwêrabû ku biryara tevlêbonê bide, ji alîkîve bo herdu sedmên jorgotî û ji layê dîtir ve, ji ber ku 3-4 partiyan bi žêweyekî pêždemî zirtên perçebûnê di guftugêran de firandine, eger ku biryara tevlêbûna Encûmena Sûriyê bidin, loma ji serî ve û berya ku bigihên hola kongerê, biryara vekižandinê ji kongerê Stanbolê dabûne, weku serokê Encûmena kurdî Ehmed Silêman bizavên stûbariyên Kofî Enan dijî dijberiya Sûriyê pesende kirine, û bi žandeya Sînê re li gel herdu cîgirên xwe û Umer Osê re rûnižtibûn, êca ( werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin) û hîn jî zaro dibêjin em parçek ji žoreža gelê Sûriyê ne.
    Ku mirov bi aramî û tenahî li ser zemîna ketîwarî, di Encûmena nižtemanî ya kurdî de birame, ji kûr û dûr helwest û neryana pilangerînê pê re rave bike, ji mêj ve qels û lawaz, bê dar û destekar jiyane, ji destê sitemî û çewsenkariya rêjîmên žofonî û nîjadperest, ji her tižtî di jiyanê de bêpar maye, bê mal û çiyarêzane, bê çek û pažmêre, bi dost û hevpeymane, herwiha nekêmî wê Encûmena nižtemanî ya Sûriyê, bi gižtî revend, parsek û li cîhanê derbider eware û penaber bûne, mîna noka ku tu li kevir bixîne, li dunyayê em û wan tar û mar bûne,  biser de jî em Kurd asteya xweztekên xwe yên netewî, di gelaxaftinê de ji xwe û wan jî girantir dixwazin, û hîna diyardeyên ezmûneya Îraqê li ber çavên me bi laž û qelafet bang dikin, nemaze ku žofonîzma erebî û hižkoliya tundrewî ya Islamî, pižtî rûxandina rêjîmê dê serê xwe rakin û qilopaziyan li me û Encûmenê çêbikin, hîç nedûre ji ber ku li hemî welatên ku êmîžên buhara erebî mûçandine heman fistoqî li wan çêbûne, loma baweriya xwe diçesipînim ku berjewendiyên kurd yên netewî û nižtemanî, îro-roj bi Encûmena nižtemanî ya Sûriyê re hevparin.
    Mixabin pêžewayên tevgera kurdî ya siyasî, ji dîrokeke dirêj ve, li ser perensîpên ramanên radîkalî û rêbazên eydiyolojiya totalîtarî weke partiya Komonîstan û ya Ba,is perwerde bûne, hîç guh nedaye doz û gilînameyên civakê, hêzên ciwan, karnas û ronakbîriya kurdî ji rêxistinên xwe dûr û xemsar avêtine, loma ji destpêka žoreža çêbûyî ve, ji çalakiyên ciwanan û destekariya rewženbîran bi wan re zivêr û tengijîne, herweku xortan bê hedn û tebat bi rêpilanên žorežvanî li wan zîvirîne, da qena di siberojên nêz de wan û kêžeyê li gorî xwezyarên qûnaxê destkêžî xwe bikin, qûnaxa kilasîk û kevneperist bi žûnde bihêlin, û diružmên hemdemî di jiyana nižtemanî û netewî de bilindtir li babikin, lê mixabin rewženbîrê kurd bixwe jî, ji heman çanda jorgotî û ji kaniya heman civaka pažverû, mîna makpartiya pêženg ji nîvê çerxê 20 an, pêžgavan dide çandewariyê, hêj xwe di çarçuveyeke pêžewatî yekgirtî de nedaye serhev, mîna rewženbîrê êžnas, pêžzan û dûrbîn rola xwe weke hevpeymanekî binbar, di vê kirîzeya heyî de bi siyasetmedar re neleyiztiye, bi kêmanî gereke bo birayara vekižandina niwêneriya Encûmena kurdî, daxuyaniyeke erênî ango neyênî li ser Enternêtê bi wežandina, nerîn û helwestên xwe yên erkseza, ragihandina xwendevanê kurdî bi taybetî û yên Erebî bi gižtî.
    Bi taybetî pižtî ku ciwan, rewženbîr û çi kesê ku derfet bo gelê kurd zêrîn raçav kirine, wisa jî hay bûne ku serokatiya partiyên kurdî bi gelek rêawayan xwe bi rêjîmê re dixurîne, hîç weke Malikî neketine wê baweriyê ku dê rêjîmeke wa xurt bête herifandin, herweku serokatiya kurdî jî li gora banebilindaya pêkarînên xwe di nêv dijberiya Sûriyê de, bi heman vekižandina jorgotî keys û navbireke giranbuha dane rêjîmê, nemaze ku hîn bêtir nižtewarên berbatbûyî bikuje û gelek bajarên din jî wêran bike, bi vî awayî di baweriya min de, yê ku xwe hînî çarlepka siyasetê dike, û ji bêvila xwe dûrtir dibîne, wisa bê ku bihur qam bike, wisa žažwar  nabe, bi vî awayê ku me bihîztiye, wisa bê serî xwe...xwe di boxaza Çeneqelan de binav nake, xwe nake tažtiya nehing û marmasiyên xure, herweku (yê ku her tižtî bixwaze teqez wê hemî tižtî li ser bike), herweku ji mêj ve bav û kalan gotiye (bixwekiro derman jê re nîne).

Têbîniyeke balkêž: pižtî ku gelekan di roja îna çûnî de û di helkefta vekežandina žandeya kurdî de, têbîn kirine ku diružm û siloganê xwepêžandêran li kolanên bajarên kurdî, hîç ne li gorî armancên žoreža gižtî hatibûn, bo vê yekê hêvîdarim çi kes, ango hevrêzên ciwanan û partî, lêborînê ji rêzdar Dr. Ebdulbasit Seyda bixwazin, çiku banežaniya ciwamêr hîç nehinkofê peyvên žaž û zimandirêjaya rij û kelêne, ji ber ku  cîyekî ûzer û pêžiwar di Encûmena nižtemanî ya Sûriyê de girtiye, û di encamê de mîna xemxurekî kêžegir û namedar, helwesteke wêrek û cegerdar di nêv žorežê de, bo gelê kurd û hemî lawên hemrahên xwe enî bilind û rûsipî girtiye.

....Qamižlo  2 – 4 – 2012

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark