Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Pirtûkek nû ji Arþevê Oskan re li Sofia çap bû .. pirtûk ji 245 rûpelan pêk tê.

 


Pêþgotin
Þêweyê nivîsa helbesta kurdî ya ku ji bo sitranê tê nivîsandin, her diçe kêm dibe û ev yek jî dibe cihê metirsiyê, ji lawazkirina sitrana kurdî re. Pêwistî bi çend helbestvanên ku bi teybetî helbesta sitranê dinivîsin heye. Ji destpêka salên heþtêyî de, vî þêweyî bala min kiþand, loma min herdu pirtûkên xwe yên pêþî ”Hêviyên Birîndar 1995” û ”Kê Gul Çinî ? 1999” bi vî þêweyî nivîsîn, lê mixabin ji ber sedemên teknolojîyê pir þaþî û kêmasî di rûpelên wan de peyda bûn. Min xwest ez wan herdu pirtûkan û ya sisyan ”Awazên Evînê 2012” bikim wek yek pirtûk û bi hev re çap bikim. Ev berhem, di baweriya min de, dê têkeve nav destên gelek hunermendan û dê sûde ji wan bêne wergirtin. 


Arþevê Oskan
Hamburg 26.01.2012 



 


Hlebestek ji pirtûkê ..

Rê û rê

Karwanê me bi rê diçe rê û rê
Ji ber xwe þerm dikin wan þevên berê
Di çavên zarokan de hêvî hiltê
Êdî dem hatiye li me êdî dem

Kaniyên bendewariyê herkîn
Pê kulîlkên azadiyê piþkivîn
Li rûbaran nêrgizên me xemilîn
Li pêþ me nemane asteng û kelem

Li warên me þahî ye saz û govend
Bûne yek dil xelkên li bajêr û gund
Li þûnwaran baz dixwînin neman kund
Seyrangeh in li ber zinar û rex çem

Hem þoreþ e, serhildan û Newroz e
Kevok firîn rojê dikin pîroz e
Li sitemkaran rabûye bahoz e
Ronahî ye êdî barkiriye sitem

Yek baz û çar mêkew li war dixwînin
Aso bê dûman, em herderê dibînin
Bê tirs û saw em sorgulan diçînin
Þadûmanî hat warê me rabûne tev kul û xem

Li Qamiþlo vaye berbang dide der
Li Amedê aþîtî ye nema þer
Li Mehabad jîn dibe hêz û huner
Li Hewlêrê lihev hatiye serdem.

Payîza 2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark