Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ÇELROJIYA ŜEHÎDBÛNA ĞFARÛQ ÎSAğ

 


  Imer Kalo
imerkalo@yahoo.com
Endamê Sekreteriya Encûmana Niŝtimanî ya kurdî li Sûriyê       
Malbata ŝehîdê nemir Farûq Îsa
Hevalên partiya Demoqrat ya Pêŝverû ya kurd li Sûriyê
Xwîŝk û birayên hêja û dela
Ji we hemiyan re rêz û silavên germ
   Îro bi boneya bîranîna çelrojiya ŝehîdbûna nemirê kurd "Ŝehîd Farûq Îsa", ŝehîdê miletê kurd li herêma Kobaniyê, ŝehîdê Partiya Demoqrat ya Pêŝverû ya kurd li Sûriyê, ŝehîdê ENKS di rojên vê ŝoreŝa miletê Sûriyê de


bi navê ENKS, em sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re pêŝkêŝ dikin, tevî ku ŝehîd ne bihewceyî sersaxiyê ne, ŝehîd xemla berxwedan û ŝoreŝa miletanin, ŝehîd Farûq Îsa jî xemleke doz û ŝoreŝa miletê kurd li kurdistana Sûriyê ye.
   Wekî îro divê di rojên bi wate û sîmbolîn de, di rojên bîranîna ŝehîdan de, em soz bidin ŝehîdên xwe yên di ŝoreŝa Sûriyê de; Farûq Îsa û Miŝel Temo û Nesredîn Berhik û Ŝêrzad Reŝîd û Ebdilselam Edhem û Ciwan Qetne û Idrîs Reŝo, û hemî ŝehîdên kurd û yên ŝoreŝa Sûriyê, ku emê ji bo bidestxistina mafên netewî yên miletê me yê kurd, û biryarkirina mafê çarenûsî di hindirê Sûriyake nû û azad de, ji bo yekîtiya miletê kurd li kurdistana Sûriyê, ji bo avakirina welatekî demoqrat û hevpar û ŝareze û welatekî ji bo hemî neteweyên Sûriyê, ji bo serkeftina ŝoreŝa miletê Sûriyê ya aŝtiyane, em jî wê wek hemî neteweyên miletê sûriyê, berxwedana xwe li dijî rêjîma xwînrij û kuŝtinkar berdewam bikin, ta ku ŝoreŝa Sûriyê biserkeve û azadî bi dest miletê me keve.
   Di dîroka miletên cîhanê de, tu carî xwîna ŝehêdên miletên azadîxwaz boŝ û li ''''''''erdê nemaye, bi xwîna ŝehîdan azadî û mafên miletan bidest dikevin, bi xwîna ŝehîdan welatên azad û demoqrat ava dibin, miletê kurd jî li kurdistana Sûriyê ji dehê salan de û bi xwîna ŝehîdê nemir Silêmanê Adê, dest bi berxwedana xwe ya ji bo azadiyê û mafên xwe yên netewî kiriye, bi xwîna ŝehîdên serhildana kurdî di Avdara sala 2004 an de, û di hindirê Sûriyê de, û pêŝ neteweyên din li Sûriyê, dest bi ŝoreŝa azadiyê kiriye, û bi dehan ŝehîd wek qurbanî ji bo bidestxistina mafên xwe pêŝkêŝ kiriye, bi kiriyara rêjîma Sûriyê ya qirêj û bi ŝehîdbûna ŝêxê ŝehîdan "Ŝêx Meiŝûq Elxeznewî" xwînrijandina miletê me yê kurd berdewam dike, bi xwîna hersê "Muhemedan" ŝehîdên Newroza sala 2008 û ŝehîdên Newroza sala 2009 an kuŝtina miletê me bi destên rêjîmê û karwanê ŝehîdên kurd dimeŝe, ta vê ŝoreŝa pîroz li Sûriyê, ku leŝgerên me yên bêguneh û bi rûmet, yên ku napejirînin miletê xwe yê sivîl û destvala bi fiŝengên zindî bikujin, li ŝûna xwepêŝdêran ew bi fiŝengên rêjîma Sûriyê têne kuŝtin û dibin qurbaniyên azadiya miletê Sûriyê.
   Wê ŝehîdê nemir Farûq Îsa di dîrok û bîrweriya miletê kurd de hertim bimîne zindî û qet namire û ji bîr nabe.
   Her bijî ŝehîdên miletê kurd li seranserî Kurdistanê.
   Her bijî ŝehîdên ŝoreŝa miletê Sûriyê.
   Azadî û serkeftina ŝoreŝê para miletê kurd û Sûriyê be.
   Têkçûn û neman û koçkirin para kujeran û rêjîma kuŝtinkar be.
   Zor spas li ser guhdarîkirinê û win her hebin.
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya ŝehîdbûna Farûq Îsa de hate pêŝkêŝ kirin.
Kobanî: 27-3-2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark