Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez bawerim þermekê pir mezine ku nivîsakrê me di vê qunaxêde wek kevnê xwe bikin û nikaribin sîwanekî çêkin

 


 Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Di serîde sipasiyek taybet ji malpera welatê mere li ser karê wê yê pîroz
Li gor ku min nivîsên wan hevalên beriya xwe xwendin diyare ku tev di xwazin sîwanekî li gur demê û bi rêk û pêk ji nivîskarên kurd re li Sûrî were pêk anîn. Bê goman ev bi xwejî ciyê sipasî û þahiyê ye, li ber dilê her kurdekî dil sozê welat û ziman û miletê xweyê bindest û perîþan û bê ser û ber.


Di baweriya min de Sûriya û derdora Sûriya wê guhertin in mezin têde çêbibin divê dema werê de û gerek em jî xwe li gorî demê iyar bikin. Ne tenê iyar lê gerek em ji beriya miletê deverê amadekarbin ji van guhertina re û em ji xwe dest pêbikin. Ez bawerim mejîkî vekirî ji mere gereke û em dev  ji ez eziya kevanr ya ku ji hezarê salan ve di hestiyê me de cî girtiye. Ew ez eziya ku hemî tiþt ji dest me girtiye ji kûrahiya dîroka me ve, bawerim gerek em gihabin dawiya vê ez eziya wêran ya ku di vê qunaxa giring de nahêlê em tiþtek ji xwere bikin û bi kevin rêza miletan de û bibin mînak ji miletê dora xwere...
Ez bawerim daxwazek wek vê hêjaye ku mirov þêwrê li ser neke û dîrek pirogeramekî bi rêk û pêk amadebike û bibê destûr ji wê sîwana ku tev doza çêkirna wê dikin. Ez bawerim þermekê pir mezine ku nivîsakrê me di vê qunaxêde wek kevnê xwe bikin û nikaribin sîwanekî çêkin û tev li ber siya wê ciyê xwe bigrin. Bêgoman gerek ev delîve ji destê me neçê ne wek nivîskar û ne jî wek hêzên siyasî. Ji ber ku em tev çi nivîskar û çi siyasî û komelê civakî tev enceq karibin bibin dengê miletê kurd li Sûriya û em tev gerek vê rastiyê zanibin û li xwemukur werin ku bêyî van teva kes ji me tiþtekî bi ser naxe û wê ev delîve ji destê me here.
Wek Seydayê Cegerxwîn gotî dev ji kar kevin berdin bila kes ka kevin nedêrê besa. Ne bi yekîtiyê û hevkariyê be em nikarin rometa xwe bi parêzin wê li ber piya here heger ku hîn
mebe.......
23-3- 2012
Ev nivîs taybet e, ji bo doseya welatê me ya jibo yekîtiya nivîskarên kurd li sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark