Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mêrdînê Û Rola Jinê Di Civaka Kurdî De -30-

 


Konê Reş

   Berî vê lêkolînê min di lêgerînên xwe de, Beriya Mêrdînê bi berfirehî daye nasîn. Bi min xweş e ku di vê xepartinê de jî karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdan a Beriya Mêrdînê de.
Dibêjin; jin nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin ku wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meşandin hilînin û nema bikin.


 Bêguman em kurd jî beşekin ji netewên cîhanê, gelek zilm û zor li jina Kurd jî bûye û hêjî dibe. Belê zilma ku li jina Kurd dibe dubare ye; ji rexekî ve civakî ye, wek a gelên cîranên me, ji rex rêjîmên kedxwar ve û ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî têre derbas dibe ji rex rêjîm û dagîrkeran ve..
   Tevî vê rewşa xerab a ku Kurdistan têre derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmetî û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiştiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan waran bi van xesletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî..
   Ji ber ku mijara min li dor zîlana kar û barên jina Kurd a Beriya Mêrdînê dizîvire û gundê min Doda gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê, vêca  ez ê wek nimûne, ji kar û barên jinên gundê xwe û jinên mala xwe, wek ku min dîtiye, dest pê bikim.
   Xweş li bîra min e di wan salên biçûkaniya min de car- cara zilamên gund ji hev re digotin: Gotina jinê bi serê mêr de diçe wek ku çawa kêr bi seriyê penîr de diçe.. Hem jî digotin: Lazime jin êvarî zû razê û sibeha zû ji xew şiyar bibe.. Û digotin: Jin stûna malê ye..
Erê di salên zaroktiya min de a li gundê me Doda, her sibeh bi banga Melê re, li ser dengê azana dîkan, xulexula mirîşkan, pêjna şivan û derketina keriyê pez ji hewşê û xirecira her sê jinên malê; diya min Xensê, pîrka min Sara û pîrka bavê min Nûrê, ji xew şiyar dibûm. Min didît ku her yek ji wan karekî dike, te digot qey di cengê de ne. Pîrka bavê min Nûra Keye kebaniya malê bû, kar nedikir lê her tişt di destê wê de bû; girtin û berdan di destê wê de bû, ew bû ya emirkar.. Kar û barên hundirê malê di destê pîrka min Sara de bûn, ya ku bi koka xwe Ermenî bû.. Karên derî hundirê malê wek bêriya sewalan, malandina hewşê, guhera pez û danûstandina bi cîranan re, di destê diya min de bû.. Diya min û pîrka bavê min bi cil û bergên Kurmancî girêdayî bûn û hêjî diya min bi wan cila ye. Lê herçî pîrka min Sara bû, cil û bergên wê terzbajarî bûn, bi kurmanciyek şikestî xeber dida, tevî ku di ser 50 salên wê re çêbibûn ku di nav mala me de dijiya, lê hêjî xweşik fêrî kurmancî nebibû. Her dem bi mitale û xemgîn bû, car caran, dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinuhirand.. kezeba mirov bi wê nuhirandina wê re dihat şewitandin..
   Erê, jinên mala me bi şiyarbûna mirîşkan re ji xew şiyar dibûn û her yek ji wan bi kar û barê xwe mijûl dibû.. Bi berbanga sibehê re şivan pez dibir çêrê.. Hingê diya min mexelê pez rêşdikir.. di pey re sêpiyê dewkilanê rastdikir, meşka xwe dadiliqand û dest bi kilana dew dikir. Li ser dengê meşka dewkilana wê, ez sistovisto û xiloxavî ji xew şiyar dibûm.. Di serşokê de bi wî misînê me yê sifir min çengek av li ser cavê xwe dikir û ji ser dika devê derî, min li rêka ku dice gundê Çewdara û Tilkêfê mêze dikir û li ber sêpiyê dewkilana wê, li qelavîzka rûdiniştim.. Bi hêviya ku meşka xwe veke û hinek nîvişk an qeymax li ser nanê min deyne.. Di ber dewkilana xwe re ji me re digot; nehêlin mirîş, elok, berxik û karik derbasî hundirê malê bibin, wan biqewirîne..
   Di wan salan de jinên gundê me wek tevayî jinên gundên Beriya Mêrdînê li gor werzên salê bi kar û barên malê radibûn.
Biharî: Di vî werzê salê de bêtir bi pez ve mijûl dibûn wek; êmkirina sewalan, paqijkirina mexelê wan, çûna bêriyê, dewkilana mast, çêkirina penîr, hilandina rûn, di gel ku bi zilamên xwe re an bi kesên malê re diçûn çinîn û danheva gihayê biharî. Ew giha didan hev û dikirin rêsî bo êmê pez di zivistanî de.. Ji rexekî din ve gelek caran xwarina malê ji pincarê çolê çêdikir wek: Kereng, Xerdel, Kurim, Guwîriz, Harik, Tolik, Qinêber, Sersipîk.. Di gel ku tûmên Sorsork bo malastina hundirê malê û tûmên Taliyê bo paqijkirina hewşê û guherên pez ji çolê didan hev û dikirin melkes..
Havînî: Karê herî giran ji jina Kurd re di werzê havînê de kişandina avê bû û avdana sewalan bû. Rojê sê danan keriyê pez û cotê qantiran av didan.. di gel ku alîkariya zilamê xwe di paleya dexil û zeviyan de dikir wek; paleya ceh, nîsk, nok, şolik û kizina.. Kişamdina sap bi dewaran û şixran ta bi ser bênderên gund û gêrekirina wî sapî bi cencerê û dewaran û dawî dêran û jihevderxistina wî sapî bi hatina bayê nû re.. Di pey re kişandina kayê.. Jixwe karê herî palkêş çêkirina tepik û kozîdana bû, ew tepik wek ardû ji bo şewitandina zivistanî dihatin çêkirin û hilanîn..
Payîzî: Di werzê payîzê de kar û barê xwe û zivistanî dikirin; piştî hilanîna bênderan dest bi çalkirina genim, kadînkirina kayê û kişandina tepikan dikirin.. û her wiha xaniyên xwe diseyandin, kils dikirin û dest bi kelandina savar dikirin.. Piştî ku savarê xwe ji aş tanîn mal, dibû dora jinê ku wî savarî ji hev derxîne; destpêkê didêra, di pey re bêjing û moxil dikir, hurik, sindik û birxul ji hev cuda dikirin û danê xwe di cirin de dikuta.. û eger nîskên wê girsbana, ew nîsk bi destar dihêran.. Pêre jî ardiwê malê bo şewata zivistanî amade dikir, wek kişandina tepikan, paqijkirina kadînê, nixumandina qirş û qalan bo şewata zivistanê.. Di nav re jî tenûr û tifik ji axa axsorkê çêdikir û bixêrîka xwe paqij dikir.. Û her wiha bi hiriya ku havînî ji sewalên xwe qusandibûn û şûştibûn, bi wê hiriyê doşek, lihêf, palgeh çêdikirin.. Di dawiya payîzê û serê zivistanî de dibû wextê serjêkirina dermalan; dermale serjêdikirin, goştê wan dikesidandin bo xwarina zivistanê û hin jê dikirin qelî bo xwarina zivistanê a bi lez.. 
Zivistanî: Bêtir karê jinê di werzê zivistanî de çêkirina xwarinên têvel bû wek: Goştê kesidandî û girar, kutilk, eprax, şamborek, rişta, nîsk, hebnîsk, kecelok, helawî, pelûl, tilîşewitî û danheva malê û danînûhilanîna bi cîranan re û êmkirina sewalan derbas dibû.. Di gel ku di demên valahiyê de bi çêkirina tentene û neqşên bi tayên rengîn derbas dikir.. Di ber van karan re jî jinên Beriya Mêrdînê hirî dijenandin, bi teşiyê badidan, diristin û dikirin gulokên ji tayên rengîn û bi wan pengên rengîn gore, lepik û qutik, tûr, xurcezîn, cilik, merş û ferd çêdikirin.. Anku barekî giran li ser pişta jina kurd, di civaka Kurdî a Beriya Mêrdînê de hebû, li gor ku min dît û ez gihiştim ser dawiya wê serdemê..
   Di dawiya çerxê 19 an û destpêka çerxê 20 an de navê çend jinên kurd di bakurî Beriya Mêrdînê de bi mêranî, merdî û cegerdarî di civaka kurdên Beriya Mêrdînê de dihatin gotin, bandora wan li jinên Beriya Mêrdînê hebû wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de.. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de.. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de.. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de, dibêjin jinek wek axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir.. Durra; jina Hemê Mihê ji eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji feqîr û û fiqran re her dem vekirî bû.. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt, dibêjin ku di herêma Hevêrkan de jinek zana, merd û şaraza bû..
Belê ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng dane, mirov dikare van çend navên xwarê bîne ziman:
Xensa Xelecî; kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî: Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di şerê erebên Iniz û Şemeran de nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; (Yaxên we yaxên guran e). Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin..  Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Paş‏ dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî ku di payîza 1908 an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan a mezin rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê ku di hevdîtinan de wan mezinan serê wê maç dikirin..
Naza Mistê: Xwîşka Hemê Mistê bû, ji eşîra Millanê Xidir Axa li gundê Moza(Mal Tepe), vê paşiyê hat naskirin ku ev gund şûnwarê şaristaniya Hûriya bû a bi navê (Orkêş).. Naza Mistê bi merdiya xwe bo mehcir û belengazan dihat naskirin.. Li gundê Girbawî dima..
Edla Tahirê: Ew jî wek diya xwe Naza Mistê, navê wê bi merdî belav bibû.. Dotmam û jina Cemîlê Îbrahîm bû, li gundê Mele Sibat dima..
Xensa Axê: Xwîşka Ehmedê Silêman axayê Omeriyan û jina Evdî axayê Xello serokê eşîra Mîrsinan bû, navdariya wê ku jinek mêr û cegerdar bû.. Li gundê Topiz dima..
Sara Hesê: Ji eşîra Mîrsinan bû, kebaniya Silêmanê Osman bû, navê wê bi merdî, sexîbûn û dilbirehmiyê belav bibû.. Li gundê Qoşanê dima..
Sara Xingê: Jinek mêr û bi cesaret bû. Di şerê eşîra Mîrsinan û eşîra erebên Cibûriya de, wek zilamekî radihişt tivingê û şerê erebên Cibûriya dikir û gundê xwe Zoncik bi dest wan ve berneda..
Fesla Sadûn Axayê Gergerî: Keça Sadûn axayê Gergerî û jina Micwel Ferhan paşayê Şemerî bû.. Navê wê bi jîrbûn û zîrekî di nav elên Ereb û kurdan de belav bibû..
Bêgiya Haciya: Ji wan jinên koçerê Mîran yên cuda bû. Cudabûna wê ku xwedî kesayetiyek bi hêz bû.. Di valahiya mêrê xwe de, wê cihê wî dadigirt û pêwaziya mêvanên wî dikir.. Di gel ku di Êla Koçerên Mîran de cihê şêwirê bû, ay wêdihat standin.. Anku jinek xwedî biryar bû.. Nexasim di warê para jinê (Mexsewê) de, anku ew malê taybet bi jinê.. Hem jî wek nûjdarekê bû di nav êla Koçerên Mîran de, wê gelek nexweşiyên êlê bi pincarên çolê rehet dikirin.. Di gel ku jêderek bû ji zargotina Kurdî re, nexasim di stranên Koçerî yên têvel de.. Ji ber van xisletan roja îro malbaa Rîsipiyan bi navê wê (Mala Bêgiyê), têne naskirin. Û gelekan navê wê li zarokên xwe kirine.
Helîma Xaşo: Ji mala Xaşo bû li Tirbesipiyê dima, navê wê bi zanîn û mêraniyê belav bibû..
Edla Kasikî: Diya Ehmedê Ûsiv, serokê eşîra Kasika bû, jinek mêr û merd bû.. Ta roja îro gelek ji mala Ehmedê Ûsiv dibêjin: Gom Edla, anku malbata Edla..
Nûra Evdo: Pîrka bavê min bû, dema ku li gundê Nicim bûn jêre dihat gotin Nûra Keya, anku wê mixtaiya Nicim dikir.. Jinek huşmend û xwedî bîr û bawerî bû, wek zilaman bû.. Ew û Naza Mistê û Sara Hesê bi hev re dost û heval bûn..
Hecî Hedla Kîkî: Diya Mihemd Salihê Hecî Derwêş bû, ji şîra Kîkan, berê Azîzan.. Navê wê bi aqilmendî belv bibû, jinek wek zilaman bû.. Ew li gundê Qeremanê dima..
Her wiha gelek jinên din, yên ku navê wan bi merdî, wefadarî, cangorî, dilbirehmî û mêraniyê derketine, hene wek: Kehla Kano, Sara Macûn, Sara Macê, Emîna Birê Hiso, Nûra Egêl, Ebta Xello, Hemdiya Beg, Şerîfa ji Amûdê, Hesîna Gênco, Nesîma Gozê, Nûra Silê, Caziya Mihema, Kehroya Hecîsilêmanî, Fatma Ûsiv, Sara hecî Evdê Şemdîn û wiha gelek jinên din hene..
   Di wê serdemê de navê çend jinên kurd yên ku navê wan bi welatperweriyê derket û tevlî tevgera Kurdî bûn û li kêleka mêr kurd tekoşîn kirin û bûn piştgir ji siyasetmedarên kurd re, mirov dikare van çend navan bîne ziman: Fatma Şernexî; vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji ber asayîşê revyayîbûn di mala xwe de vedişartin û wek endamek partî xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir.. û her wiha jinên wek Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Bedriya Hemê Can, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. van jinan jî wek wê xebata Kurdewariyê dikirin û dikarim bêjim ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hene ji pêşengên jinên kurd bûn di Beriya Mêrdînê de di warê hestê netewî kurdî de.
Bi min xweş e ku serhatiya du jinên Kurd yên ku qederê bi wan lîst, serî li wan hat gerandin û terkidinya bûn; di Hicazê re derketin, da ku malbatên xwe ji eyib û ariyê biparêzin, ji xwendevanan re bînim ziman.. tevî ku her du jî bêrî bûn:
Sultana Serhên: Keça Serhanê Osmên bû û xwîşka Sarûxan bû yê ku jêre dihat gotin Mîrê Zirav. Sultanê di zaroktî û xortaniya xwe bi cil û bergên zilamên çiyayê Bagokê girêdayî bû, tivîng bi milê wê ve berdayî bû û di civaka bav û birayên xwe de mezin bibû, ta ku Abdulkirîmê Eliyê Remo axayê herêma Hevêrkan li gundê Çêlik ew ji xwe xwest û anî. Lê piştî ku Abdulkerîm ew ji xwe re anî, wek jinek Kurd a orjînal bi kar û barê mala xwe radibû.. Dibêjin rojekê Abdulkerîm û mêvanên xwe li ber Kevirê Nîşanê rûniştin û tiving berdanê, kesî ji wan li Kevirê Nîşanê nexist.. Tu nabê Sultanê di kuleka xaniyê malê re li wan mêze dikir û di wê kulekê re derbek berda Kevirê Nîşanê û lê xist.. Bi lêxistina derba wê re Abdulkerîm got: Ew kî be yê ku derb li Kevirê Nîşanê xistiye ez ê wî bikujim.. Da ku mêrê wê Abdulkerîm, wê nekuje.. ji pismamê xwe Elîkê Bettê re şand û got: Elîko qey mala bavê min qelyane ku ne qelyabana Abdulkerîmê Eliyê Remo newêrîbû wiha ji min re bibêje.. Elîk di hewara wê de hat gundê Çêlik.. Ew û Abdulkerîmê Eliyê Reno rastî hev hatin, Abdulkerîm xêrhatin di Elîk de da, Elîk lêvegerand û got: Tu saxbî Abdulkerîmo.. Tu kewekî nebezandî bû, min got ez ê poçkê li te bidim û vegerim.. Dibêjin piştî kuştina Abdulkerîmê Eliyê Remo ji re Tirkan ve li Axreşka di navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de, Sultanê jinbî maye û hatiye Beriya Mêrdînê, gundê Tirbesipiyê cem xwîşka xwe a ku jina Haco bû. Mala Haco nedivîbûn kesî nas mar bike, vêca ew dane yekî ereb bi navê Nayifê Şelêl ji gundê Şêbaniyê, da ku serêşanê ji wan re çêneke.. Lê wê û yê ereb li hev nekirin û dawî hev berdan û ji kerba, terke dinya bû.. Dibêjin xwe li gundê Xizna, li şêx Ehmedê Xiznewî girtiye û li wir çav bi Şemsa Mihemed Axayê Deqorî ketiye û dîtiye ku derd û kulên herduwan  yek in û herduwan bi hev re biryara çûna Hicazê daye.. û bi rêka Hecacên Mêrdînê çûne Hicazê. Li Hicazê Sultana Serhên bûye mamoste, dersên Quranê didan zarokên ereban.
Dibêjin Sultana Serhên jinek gewr û boz bû, bi bejin û bal bû, jinek mêranî bû û ta roja îro jinên beriya Mêrdînê, nexasim yên Sinceqa Xelef Axa ji hev re dibêjin; mala minê tu ji min re bûye Sultana Serhên.. û gelekan navê wê li zarokên xwe kirine..
Şemsa Mihemed Axayê Deqorî: Keça Mihemed Axa bû û xwîşka Seîd Axayê Deqorî bû, yê ku bajarê Amûdê bi navê wî tê naskirin û ji Amûdê re tê gotin (Amûda Bavê Mihemed). Şemsa xatûn di maleke têr û tije, bi mêvan û danûstandin de mezin bû û li gor irf û adetên mala bavê xwe serwextî civaka kurdên Beriya Mêrdînê bibû.. Li gor wan adetan, ew dane pismamê wê Şikrî, kurê Îssa axayê Xelîl  Axa.. Di sala 1937 an de piştî ku serhildana Seîd axayê Deqorî dijî Fansizan li bajarê Amûdê têkçû û Seîd axa ji neçarî ji Sûriyê derket û çû Îraqê, hingî Şikrî axa û kebaniya xwe Şemsa jî pêre çûn Îraqê/ Çiyayê Şingalê.. Li Şingalê, dilmanî dikeve navbera Şikrî axa û dotmama wî Şemsa xatûn de û di encam de Şemsa dixeyide û bi rêka Êzidiyên Şingalê xwe bi Sûriyê/Beriya Mêrdînê ve digihîne... Vêca ji fedya û eyb û ariya dinyayê nema dizanî bi kude terkidinya bibe û here.. Dawî xwe li gundê Xizna bal şêx Ehmedê Xiznewî digire.. Li wir Şemsa xatûn çav bi hevala xwe Siltana Serhên a ku qeder li serê wê jî wek wê gerya bû, ketiye û ji wir her du bi hev re, di rêka Hecacên Mêrdînê re diçin Hicazê, bajarê Mekkê.. Dibêjin piştî 30 salî ji mana wê li Mekkê, birayê wê dibihîzin ku li Hicazê ye, yek ji wan diçe serdana wê.. Dibêjin; li Mekkê dema birayê wê li deriyê wê daye, wê ji hundir ve gotiye; Derbas be keko.. Ji 30 salî ve ez li hêviya vê hatina te bûm.. Dibêjin, birayê wê kiriye û nekiriye ku pêre bizîvire Amûdê, razî nebûye û pêre venegeryaye û dawî li wir çûye ber dilovaniya Xwedê.
    Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê têre derbas dibû, Jina kurd li kêleka merê Kurd berxwedanek bê rawestan derbas dikir.. Bi wefadarî ew qûnaxên cetin û dijwar, bi serketin li pişt xwe hiştin.. Wiha jî li gor pêşketinên demê û teknelojiya nû, salên kevin yên cehalet û nezaniyê bi zanînê guhertin.. Tevî ku zimanê erebî astengek mezin bû li pêşberî zilam û jina Kurd bi hev re, lê wan ew asteng bi vîn û deyaxek xurt ji pêş xwe dane alî.. Her man evêndarên zimanê xwe bûn.. Zimanê xwe jibîr nekirin û hezkirina zimanê Kurmancî bi zarokên xwe re çandin, tevî ku zarokên wan di dibistanên dagîrkeran de fêrî zimanê biyanian dibûn û bi wî zimanî li gor heyam û demê xwendin û bi ser ketin.. Roja îro, bi saya wê jina Kurd, berî mêrê Kurd bi dehan ji mamosteyan, Bervedêran, bijîjkan û endazyaran hene… Her wiha di van salên dawî de bi dehan ji jinên Beriya Mêrdînê tevî şervanên azadiyê di bakurî Kurdistanê de bûne, canê xwe gorî xaka Kurdistanê kirine û nav û deng dane, hene.. Sebaretî mala me a ku min behsa biçûkaniya xwe têde kir, roja îro ji wê dayika min a ku her sibeh ez li ser dengê dewdikila wê şiyar dibûm, em şeş kur û keçek bûne Mamoste, Avokat û Bijîjk..
   Belê di civaka Beriya Mêrdînê de gelek malbat bi navê jinê têne naskirin û ev yek di nav me Kurdan de tiştekî normal e, belê di civaka gelên cîranên me de wek ereb, tirk û farisan de dibe ku şerim be.. Wek ku ez zanim, hîç çênabe malbat bi navê jinê bê naskirin.. Û eger malbatek hebe, ew malbat di civaka xwe de şikestî ye û bi çavekî kêm lê tê mêzandin.. Lê sebaretî me Kurdan bi dehan û sedan ji malbatan di nav me de hene, bi navê jinê têne naskirin û xwedî rêz û hurmet in wek: Mala Zerokê, mala Sara, mala Pîrê, mala Leylê, mala Wetê, mala Henê, mala Fato, mala Zehra, Mala Nûrkê, mala Helîmê, mala Gozê, mala Peyrûza, mala Hezarê, mala Hevsedê, mala Eyşanê, mala Kezîbanê, mala Fatimê, mala Rihê, mala Cirwa, mala Diran Zerê, mala Nûrê û wiha gelek malbatên din hene..
    Erê, raste wek ku hatiye gotin(Jin nîvê civakê ye), lê tevî ku civaka me kurdan seqet bû, civakek ne azad û serbest bû, di bin destê dagîrkeran de dinaliya, wê jinê beşdariya zilamê xwe di tev warên jiyana rojane de dikir, wiha jî gelekan ji wan jinan, di gelek waran de nav û deng daye û her wiha gelek malbat bi navê jinê hatine naskirin û ew malbat bi wî navê xwe serbilindin.
   Mebesta min ji vê nivîsandinê ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye, jin stûna malê ye.

Konê Reş
Qamişlo, 21.02.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark