Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rezoyê Osê di bîranîna duwemîn de

 


 Samî Ehmed Namî

Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekþûrî qeza Qamiþlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê Qamiþlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê Dekþûrî hate veþartin.
Ez xweþ bawerim ko di vê bîranînê de wê giyanê Rezo di buhuþtê de þa be. Bêgoman þabûna pakrewnê wî, wê bi çapkirin û weþandina pirtûka wî ya bi navê CIVÎNA PÊLAVAN be.


Ji bilî vê pirtûkê Rezo xwediyê pênc pirtûkên zarokan yên çapkirî ye:
1-Dîk-dîko
2-Libhinarê
3-Þengê û Pengê
4-Bavê Hepûn
5-Finda Þemal
Herweha bi sedan gotar, lêkolîn, rexne, çîrok, metelok, þano, helbest û hwd…. Bi zimanê kurdî û hin bi zimanî erebî ne, hîna destnivîs in, li benda berhevkirin û çapkirinê ne.
Civîna Pêlavan pirtûka pêþî ye, ji pênc pirtûkên ko hîna li benda çapkirinê ne li vê weþanxanê.
Civîna Pêlavan, pirtêkek ji 12 kurteçîrokan hatiye avakirin, ji weþanxaneya Lîs li bajarê Diyarbekê hatiye çapkirin û weþandin.
Naveroka pirtûkê:
1-Pêþgotin
2-Kurtenasnameya Rezoyê Osê
3-Pêçek
4-Bersivdan
5-Tizbihên Kehreman
6-Rotika Yadê Pîrê
7-Hêlîna Talankirî
8-Newala Xencerê
9-Civîna Pêlavan
10-Bibûre
11-Hespik
12-Keçên Pîrê
13-Ciwanî û Kalî


Gelek spas ji bo weþanxaneya Lîs, mamoste Lal û xebatkarên weþanxaneyê re. Bere destên wen sax bin ji bo karên weha pîroz.
Bi çapkirina van pirtûkan hûn pirtûkxaneya kurdî, çand û toreya kurdî dewlemen dikin. Emê çavnihêr û bendewarê derçûna berhemên Rezo yên li ber çapê bin.
Ez naxwazim di vê bîranînê ji wilo bihtir binivîsim, çiko Rezo hêjaye ko mirov di bîranînên wî de çiqas gotar û lêkolînan li ser kar û xebata wî di warê kurdayetî û toreya kurdî de binivîsîne, bêgoman her wê kêm be. Çiko karê ko Rezo di jiyanê xwe de kiriye hêja ye wan pesindanan ne.
Dawî, de bere çavên xwendevanên berhemên Rezo û hezkiriyên wî bi derçûna vê pirtûkê de, bi ronî bin.
Bere serê gelê Kurd, malbat, dost û heval, þagirt û xwendevanên nivîsandinên Rezo sax be.
Sedrehmet li giyanê wî yê pîroz be.
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 4.3.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark