Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sūriyź, Ēīn ū Rūsiya ū berjewendī

 


Arževê Oskan

Pižtî dengdana ku li ´Encûmena Ewlakariya Cîhanî´ pêk hat, Rûsiya û Çîn rûyên xwe yên mafiyawî ežkere kirin. Herkesî nas kir û li herderê hat dîtin û bihîstin ku armanca yekemîn ya bikaranîna vê Vitoyê firotina çekan û kužtina xelkên Sûriyê ye. Welatên kendavê bi hev re biryar dan ku nema alavên bazirganiyê ji van herdu welatan bikirin û têkiliyên xwe bibirin.


Wer xuya dike ku ev biryar bandorek mezin li ser wan nekir, nîžana vê yekê jî ew e ku tu gav di vê çarçewê de paž ve nehatin avêtin. Bi taybet Rûsiya guhê xwe baž dide firotina çekan û vaye li ber çavan heroj tê dîtin ku bi wan çekan gelê sivîl li seranserê Sûriyê tên kužtin. Rêjîma Bass bajarên Sûriyê kirine zeviyê tecrûbe û ezmûneyên çekên rûsî. Zanyarên rewžê didin zanîn ku ji çekên Sûriyê tenê 25% mane û ev yek jî dide diyarkirin ku rewža Sûriyê dijwar û lawaz dibe û bêçare ku dîsa dê rêjîm ji Rûsiyayê yan ji Îranê belkî di rêya Îraqê re çekan bixwaze.
Çîrokên ku ji destpêka žorežê de ji aliyê rêjîmê ve tên dûbarekirin, xwedêgravê ”hin girûpên çekdar yên nerewa di sînorê Lubnan û Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin hene û aramiya welêt dixe metirsiyê û ew hêz jî ji aliyê welatên rojava û Îsrailê ve têne destekirin”  Dema ku navê Îsrailê tê gotin, hemû welatên ereb û musilman hêrs dibin û têne qermiçandin. Ev yek siyaseteke qirêj e ji rêjîmê dema ku li dijî oposisyonê bikar têne. Ev çîrok û çîvanok ketin  nav devê Rûs û Çîniyan jî û mîna benîžt hatin çûtin, tê bêje çima? Ji ber ku ji vê çîrokê pê ve tižtekî din tune bû ku bikin behane ji bo biryarên xwe yên dirûtiyê û keysebaziyê bikar bînin.
Ji welatên ku ketin ber bayê ”Buhara Ereban” berî ketina xwe dostên Rûsiyayê bûn û pereyên petrola wan hemû ji Rûsiya û Çînê re diçûn, lê niha tenê di destên wan de, Sûriyê maye û ew jî ji wan re di herêma rojhilatê de, bûye rawestgeha dawî ji bilî Îranê. Tižtê tê famkirin ku heta ji van herdu welatan bê, ew ê vê rêjîmê li ser lingan bihêlin û biparêzin, da ku žopa lingên wan li wir bê parastin. Tižtê ku nayê jibîrkirin û dibe cihê matmayînê ew e, ku di kêliya dawî û bêhêvîtiyê de, van dostan erzan difrožin. Kužtina sivîlên sûrî isbat û pižtrast kir ku xwîna mirovan li cem van herdu welatan ardûyê berjewendîyên siyasetî û çekdarî ye.
Ew durižmên ku bi dehên salan li ser ”mafên belengazan û tevgerên azadîxwaz” dihatin dûbarekirin, hemû mîna kayeke pûç û zuha, di ber bayê rastiyê re ji hižên mirovan firiya... derket holê ku li cem wan petrol û dolar û çek ji xwîna mirovan buhatir in. Bi taybet jî ev gotin ji wan kesên ku navê çep li wan dihatin kirin û Sûriyê jî di nav de, ku di rastiya xwe de, dîktator û kedxwar û zalim in. Ji hin berdevkên rûsan derket çapemeniyê ku Rûsiyayê xwestiyê civîna Encûmena Ewlekarî bimîne pižtî serdana žandeya wan ku çûn Sûriyê lê endamên din ev yek nepejirandine loma wan ev vîto bikar anîne, wekî ku kurd dibêjin ”Uzir ji qebhetê mezintir kirin” wan jî ji bo kîna xwe li dijî hin endamên Encûmenê xwîna bi hezaran welatiyên Sûriyê kirine qurban. Lê serdana wan ya ku 8.2.2012 pêk hat û wek dihat texmînkirin bê encam ma, ji ber ku diyaloga ku wan dixwest di navbera oposisyon û rêjîmê de, gihižt cihekî xetimî.. tenê mercê yekem ji oposisyonê, rûxandina rêjîmê bi hemû žaxên xwe ve û dadgehkirina wê di Dadgehên Navnetewî ye.
www.arshev.net

10.02.2012
    

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark