Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Pirpirîka xewnê

 


Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Di xewa þêrîn de razayî bî pirpirîka xewnan ramûsanek
li ser eniya wê neqiþand, û çend peyvên zelal pêre.
Bi kêf hiþyar dibe, tiliyên xwe bi lêvan ve tîne û ramûsanên serxweþ jêre diþîne.


Pirpirîk çengan li hev dixe û nîþan dide kû ew li pey firdana wê biçe.
Diçe, diçe, û çi dibîne!? Çavên wê bi çi dikeve!?
Xwe dibîne di xaka cîwarê de, li ser zemîna berfereh, bi aferîdeyên weke xwe re dijî, aferîdeyên kû ji nû ve li xwezeya xwe vegeryane, her yek ji wan li gor nijad û birek û celebên xwe.
Mirov vegerane bi hest û nestên xwe ve, bi guman û ramanên xwe ve.
Cenawer û lawir qesta cih û warê xwe kirine, û çêregehên xwe.
Þînkayî silavên piþûkdan û pþûkêþanê bi bayê zelal re diguhore.
Bang li pirpirîkê dike, dixwaze ew çend bersivan bo wê ronî û þîrove bike.
Bi livandina hevjînê xwe re hiþyar dibe, dibîne kû ew di bin nivînê de xwe qulipandî hev dike û ew bi çend gotinên nedyar di peyive, tiþta hiþê wê dikþîne peyva (Pirpirîkê) ye.
Wî bi lez hiþyar dike, hevjîn xwe aciz dike, dibêje:
-Bizava tiliyên te ez ji xewna herî xweþ û giring rakirim.
-Lê ez dizanim wê hiþê te bi çi bipeyive, çimkî Pirpirîka hevalcêwîya wê mêvan û aramxweþa geryana xewna me herdiwan bî ji destpêkê ve heta bêdawiya xewnê.
-Bê dawiya xewnê! Ango…?
Serî dihejîne;
-Erê bê…..ango…û gurzek kenê xemilandî di lêv û çavan de diçînin.    
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark