Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Diramînim,

 




Kuştara Qamişlo, dîsa birakujî li bîra min anî... Kuştina Kurd bi destê Kurd şerm û fihêt e...Rajeya (xizmet) neyaran dike...
Kuştina her sê xortên Kurd li Qamişlo bi destê şevengên Kurdan şermezar dikim...

Diramînim,
çima helbest nayê?
Çima dîlana min
bi awazên were nayê?
Şahî bi rijandina xwînê re dernayê?


Hawar ji ber wêrekiya fîşeka te,
li newalên ker daqûl nayê! 

Dipirsim û pirs gwîzan e; 
qeşema dilê te bi kujtina kenê min dihile?

Meger kenê min çû,
û kenê te sêwî ma !?
meger Qeregêtran
li çalê çandî ma!?
Meger nalîna Memo
li zindanê girtî ma !?
Tu olan mandel nekiriye ,
du cêwî di malzarokekê de bijîn!
Tu çiyan bêdilî nekiriye ,
kulîlk bi du xwînan bêtin vejîn.
Ez û te ji yek zikî ne,
heger dilê merov hebe
û bela ev ji min derew be:
"du zebeş bi destekî têtin rahiştin"
û heger "du serî ne mezin bin
di beroşekê de tên kelandin "

....................................
Ji dîwana Hetav ne leylan

01.09.1997
Ezîz Xemcivîn



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark