Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Partiyên Ereb naxwazin mafê çarenûsî ya gelê Kurd li Sûriyê di çarçewa welêt de nas bikin, bi kurtî sedemên wê çi ne ? ?

 


Dr. Ebdilmecît Þêxo

Wek me berê jî di gotarekê de nivisî bû ku kongira me ya niþtimanî di (26-27) .10.2011 ê de biryarek payebilind dermafê gelê Kurd de li Sûriyê istandi bû; (Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re li Sûriyê di çarçewa welêt de heye ).
Bê guman kongire di vê baweriyê de jî  ku mafê  gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe  li hersê beþên din jî rewa ye ; pêkanîna  vê daxwaza me ya dadmend tucarî ne tersî yasa û belgeyên navnetewî  ye.


Lê pir mixabin wek ji me hemuyan re pir zelal e ;yasayên navnetewî tenê di nav pelan de bê giyan man e,welatên Ewropî yên sermiyandar û welatên berê kumunîst jî li gor berjewendiyên xwe  aborî ,siyasî  bi dewlet û netewan re têkeldar bûn  û hîn jî weha têkeldar in .
Beriya ku em ji xwe pirs kin , em çi bikin ???Divê em çend sedem û rastiyên siyasî li vir biçespînin.
1-Ta niha þepêlên siyasî , þovênî û regezperestî di nav gelê Ereb de li Sûriyê  pir xurt in, bîrdozî û ramanên Mîþêl Efleq û Zekî Ersozî xwe hîn li serên wan pêçandine.2-RamangîrênEreb bi awakî giþtî Ji bilî hin kesên nasdar mîna Hadî Elewî , Munzêr Elfedil, Ehmed Elmeter  û hin din ) giringî nedane doza netewa Kurdî; ewanan herdem bi pirsa yekbûna netewa Erebî xerîk dibûn û ew hîn jî xwe pê diwestînin . 3- Ewanan dixwazin gelê Kurd, dîrok û çanda Kudî jibîr bikin û wan di xwe de bipiþvînin. Ev hersê xalên jorîn  kêmasiyên bîrewerên Ereban in , lê  kêmasiyên rêberên tevgera me  çi ne ? Bi ya min be; rêber û bîrewerên gelê me jî  rolên  erênî di têkeliyan de baþ nelîstine , çîma ?1-Mîna ku tête zanîn tvgera me ya netewî bi awakî fermî di sala 1957 an de destpêkiriye ; d i sala 1965 an de dubendî  di tevgera me de çê bû, di sala 1970î de kongira niþtimanî ya yekê  ji bo yekbûna herdu partiyan bi serpereþtiya serokê nemir Mila Mistefa Berzanî li Nawpirdanê lidarket,lê mixabin paþê partiyên me bûn sisê û çar , deh , panzdeh, hevdeh  û hîn pirtir ..lewra jî partiyên tevgera me herdem di nav xwe de xerîk bûn, her partiyekê ji wan partiyan  berxwedaye ku hebûna  xwe di  nav camawer de biçespîne , lewra jî  pêwendî û çalakiyên wan yên  derve, ango  bi gelê Ereb û partiyn  Erebî re  gelek qels bûn. Ewanan nikanî bûn dîrok û doza gelê me bi awakî zanistî ji hêzên siyasî  yên Ereb re wek dihat xwestin ronahî bikirina .
Piþtî ku( Ragihandina Þamê)  bi endametiya pir partiyên Kurd , Ereb û hin kesayetiyên  nasdar û serbixwe di 16.10.2005 an de li Þamê hate damezrandin,partiyên kurd di wir de berxwedidan dademendiya bizava kurd li Sûriyê  biçespînin, lê mixabin Erebên (Ragîhandina Þamê) jî nikanî bûn  hemû daxwaz û mafên gelê me yên rewa bipejrandana û (li gor komîta hevpeyvînan bi navê kongira niþtimanî  bi hin endamên (Ragîhanda Þamê) re ;ewanan ta roja îro jî li ser bîrûbaweriyên xwe yên berê  dimînin.
Bi ser vê de jî rola partiyên kumunîst  li Sûriyê  li hember tevgera kurd li Sûriyê  herdem neyênî bû, ewanan herdem li dijî ramanên  netaweyetî  yên gelê Kurd radiwestîn û ewanan hîn jî  li ser rîça xwe ya kevneþopî  diçin.
Ji ber van sedemên jorîn; tevgera me jar bû û ew ta niha nikane dademendiya armanca xwe di qada siyasî de dupat bike .
Lê niha divê em ji xwe pirs bikin , Em çi bikin ?
1-Ma gelo em li ser biryara  kongira xwe   bimînin   û em  bê sênor berevaniya  mafê çarenûsî bikin? 2-Ma gelo em li xwe vegerin û li ser vê  rawestin ( pêkanîna mafên rewþenbîrî , siyasî  ji gelê Kurd re ).3-Yan eger partiyên Ereb çi  ji mafên gelê me pejirandin , em ji wan re bêjin , erê !
Eger  em  li ser biryara kongira xwe bimînin ,  metirsî heye ku em Kurd li dervayî hevkêþeya siyasî li welêt bimînin!
Eger em guhertinan di biryara kongira xwe  de bikin ,  yanê em li dijî  vîna kongirê û gelê xwe diçin !
Gelo em kanin  roleke xurt bilîzin  û armanca  gelê xwe bi hêzên  Erebperst bawerkirin bidin?
Gelo  helwestên dewletên koma Erebî li hember doza me çawa ne ?
Ev  pirsanan  çavnêrîna bersivan ji endamên kongirê û ji hemû siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd dikin!
Ez hêvî dikim ku bi zûtirîn  dem  pênûsên welatparêz bersiv û  baweriyên xwe  vekirî binivisînin û  bêjin çareserî çî ye ?????  



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark