Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Þansê kurdaye perçebûn û rikberî

 


AHMAD QASIM

  Berî girêdana kongira neteweya kurdî li qamiþlo, gelek deng bilind bûn, di þêweya rexnekarîda, ku amedekarîya dibê ji bo girêdana kongirê ne dirustî nîþan didê, û gelek gilî û gazin ji komîta amadekar dibin li ser þêweya destnîþankirinên nûnerên serbixwe li yacîkî, û li yacîyê din, bi dûrxistina çend partîyan, û di pêþîda PYDê, ku îro roj partîya yekemîne di rojavayê kurdistanêda.


     Lê mixabin, ding neçû komîta amadekar, ku ew komîtejî ji nûnerên deh partîyan hatibû nîþandan, ewanajî li gor ecîndayên partîyên xwe pêwistîyên kongirê amade dikirin, û tevayî rexneyan di ser serên xwera avêtin, herweha kongir li gor xwe bi rêva birin. Bi ragihandina nûçeya kongirêra, dengên ne qayîlbûnê bilind bûn, û nave kongirê( kongira deh partîyan) lê kirin, û gûman birin ser nûneretîya kongirê ji xelkê kurdra, ji ber piranî hêzên çalakvan û sazî li dervayî kongir man bi þêwakî(kutûbir)
     Li hember vê bûyerê, tevayî xelkê kurd helwêsta nerazîyê nîþan da, di nav wanda kesên ji nav wan deh partîyanjî didîtin ku ew encûmena niþtîmanî ku kongirê encamp dayî bi hale hazir kêmrewaye, pêwiste pêvajoya yekbûnê ranewestê, û dîsa diyalog bi wan sazî û partîyên li dervayî ENKê ra vebê, da ku çareserî ji yekbûna tevayîra bibînin. Hest bi giringîya vê þopandinê ENK li xwe vegerî û komiteyek nîþan da bona dîyalog û guftogoyê bi wan hêzanra, lê heta kîjan astê ew diyalog bi rêva çû, em nizanin, tenê ewe, ku carekê me bihîst pênc partî û çend hevrêz, li gel hindek nûnerên serbixwe civînek li darxistibûn, û ji encama wê civînê ( yeketiya hêzên demuqrata kurdî) derdikevê wekî hêza sêyemîn li dû ENK û PYD ra. Bi rastî tirsa min ji vê yekê gelekî hebû, û ev metirsiya min li gelek þûnan û di çend gotaranda anîbû ziman, lê mixabin xûyaye tim û tim çanda perçebûnê di nav me kurdan da bi ser dikevê.
     A niha, em li hember bûyerekêne, xwe li ser zemîna sîyasî girtîye, em razîbin yan na, ev rewþ hatîye meydanê, ji me tê xwestin careke din çareserîya yeketîya hêzin kurd di çarçêweyeke kurdayetîda li beramberî oposisyona sûrî bi herdû baskanva( desteya hevrêza niþtîmanî û encûmena niþtîmanîya sûrî), da ku bi yek rêz û bi yek hêz kurd bi erkên xwe rabin, û li dervayî qonaxa dîrokî nemînin, belam ji wê zêdetir destekarê guhertinên dîrokîbin bo bidestxistina mafên xweyî netewî, û birêvabirina qonaxa guhertina sûrî di riya þoreþa azadîra bi þêwayekî aþtîyane…
     Di bawerîya minda, eger yeketî erkê mebê di vê qonaxêda, dibê em li çembereke nuh bigerin, di rengê hevrêz yanjî enîyekî netewî, yanjî tiþtekî dinbê merov lihev dike bo rengê yeketî û hevkarî, yanjî hevbendî, saz bikin, û bi zûtrîn roj, li benda tiþtên bê sûd ranewestin, bawer dikim hînjî bergeh li pêþ me maye eger em dilxwazê yeketîyêbin.
  Nivîskar û siyasetmedarekî kurdê sûrîya
  23/12/2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark