Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sawîr û xewn

 


Melevan Resûl

Ji xewnên pîrebî  azara canê bi þewat dikþînim , karwanê li qiraxa jibîrkirinê rawestayî li benda koçkirinê ye , omîdên di hinasa rûyê qermiçî de zerdêmin , bi xemsariya salan re berê xwe dane bêguhdanê , mijek bi tihna dûmanê tevlî pêta awirên li banî rawestayî qerimî mane , dayik bi tihna gewdê xwe zarokan di êwirîne û zox û gilîza bi difnan ve mayî bi ûçikê xwe dimale , hele kengî wê pilistok bibin ev zarok û kengî ji hilçenîna tirsa þevê rizgar bibin , bi niviþt û bazbendên bi reþxêzên melayê nexwende aramiya xwe tîne .


Dê mir û bav bî bû , zarokên çavþikestî û ji temtêla mirovan ketîn li goþeyên bahoz û gelkela koziyan de diqiçqiçin , yan ji derveyî yasayên xweparastinê mane , him bêbawerin û bizdonekin , hewldanên bijnbilindî rêveçûna wî dûzan nakin , zimanê xav bi têra gotinê nake û gewdeyê hejole xwe li ber gefan naxwe .
Zimanek þikestî , bejnek çimandî , pergalek çepolî û ramanê xav nikarin wî ji biveka demê û gefên li rex û doran biparêze , qey gunehe ev renge mirov aza bijî , yan tewane ji bal afrêner ve qedera wî hatiye çisipandin û li qiraxên xemsariyê hêla ye .
Qey feriþtên xwedan erk xewle bûne , nema ev zayende dikevin pîvan û hejmarê , tenê melkemotê mirinê seran jê navebire .
Serdem veguherî û salan xweþiya min revand , pêncî sal ji lênûsa jiyana min vebirî û ji dîroka heyînê qewitand , tenê min dilek tije hêrs û gotinên evra ji bîra nekirin , bi dizî ve min xewnên xwe radestî zarokên xwe kirin û yadîgariya xwe siparte wan .
Sal çûn û çerx hatin veguherîn , çerxa felekê dewrana xwe vê salê di nêz birca feleka min re gerand , ez hilmiþtim , keserên kûr kiþandin , yekemîn care ez gotina oxweþk bi þêwezarê Botanî dibêjim , rondikên min bi ser dêmên ji bêmafiya dewranê re herikîn û cihokên kûr di lamikê minî qermiçî de vekirin , bi geþbîniya gewdeyê sar re bû yek û sîqala veguherînê bi ser de baran , di heremek heta ji bîra yezdanî çûbû , li Dêrika rengîn baweþînek û giyanek bi ser nûzayekî de herikî û navê kurdîniyê lêkir , axîna bi keser , ya di dilê min de hêlîn veda bû veguherî rastiyek û ez bûm xwedanê wê rastiye , ji nûve ez xwedê didim û navê ez bi tîpên zêrîn yê kurmanciyê tomar dikim û ji nûve dibim þagirtek temen 50 salî di dibistana zimanê kurdî de .
  20/12/2011



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark